Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fedekar Hêlîn hat veşartin - HATE NÛKIRIN

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fedekar Hêlîn ê li Gabarê di bombebaranê de şehîd bibû, piştî 10 mehan radestî malabata wî hat kirin, li gundê Barmanê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fedekar Hêlîn (Mazlûm Akman) ku di 2'yê Kanûna 2022'yan de li herêma Gabarê ya Şirnexê tevî 3 hevalên xwe di bombeberanê de şehîd bibû, piştî 10 mehan radestî malbata wî hat kirin. Çendî malbatê ji bo DNA'yê xwîn dabû jî, cenaze bêyî haya malbatê jê çêbibe li Goristana Bêkesan hatibû veşartin. Piştî encama DNA'yê eşkere bû, malbat ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat Şirnexê. Piştî kar û barên li dozgeriyê, malbatê cenaze ji goristanê derxist û bir gundê Barmanê yê Stewrê.

Malbatê bi derfetên xwe wesayîta cenaze peyde kir û cenazeyê gerîla Fedekar Hêlîn anî Mêrdînê. Cenaze li gundê Barmanê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin. Paşê piştî wecîbeyên olî, cenazeyê gerîla Fedekar Hêlîn ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin.