KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dirûşma Newroza 2025'an eşkere bû
Dirûşma Newroza îsal diyar bû: 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk'. -
HPG: Di dîroka azadiyê de tevlî karwanê nemiran bûn
HPG’ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Hevrêyê me Cîhan, Sarya û Ozgur bi fedayiyane şer kirin, di dîroka azadiyê ya gelê me de cih girtin û bûn nemir.” -
Li Wanê peyama Rêber Apo hate xwendin, posterên wî hatin hildan
Li Wanê di mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyama Rêber Apo ya ji bo jinan hate xwendin û posterên wî hatin hildan. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker sûcê şer dike
Artêşa Tirk a dagiker bi bombeyên fosforê yên qedexekirî 4 caran, ji hewayî 34 caran, bi top, obus û çekên giran jî 919 caran êrîş bir ser hêzên gerîla. -
Ercan Yilmaz: Divê desthilatdarî tavilê gavên erênî biavêje
Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz anî ziman ku banga Rêber Apo ji bo aştiya civakî pêvajoyeke girîng da destpêkirin û got, divê desthilatdarî tavilê gaveke erênî biavêje. -
KCK: Em komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin!
KCK’ê komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û got: "Li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn rasttirîn rêya aşitiyê zihniyet û pergala neteweya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin e." -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan pirsîn
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên di salên 90’î de bi zorê hatine windakirin, çalakî hatin lidarxistin. Navê jinên ku li Amedê di 8’ê Adarê de hatine windakirin, hatin xwendin. -
Jinan ji Nisêbînê bang kirin: Jin mifteya civaka demokratîk in
Li Nisêbînê jin bi wesîleya 8’ê Adarê hatin ba hev û pîrozbahiyeke bi coş lidar xistin. Di mîtîngê de peyama Rêber Apo ya ji bo jinan, hate xwendin. -
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xizmetê ji aştiya civakî re bikin
Tevgera Ekolojiyê ya Mezoptamyayê têkildarî banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo daxuyaniyek weşand. -
Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî şerê li Sûriyeyê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bidawîbûna şerê li Lazqiye, Tartûs, Idlib, Hûms û Derayê yê navbera komên çekdar û hêzên hikumeta Şamê banga diyalogê kir. -
YJA Star: Ji bo pêkanîna manîfestoya aştî û civaka demokratîk em ê bi berpirsyarî rabin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kir û ragihand ku ji bo pêkanîna projeya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan û avakirina civaka demokratîk wê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. -
TAJÊ û Rêveberiya Xweser serdana gorên şehîdan kirin
Nûnerên TAJÊ û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya 8'ê Adarê serdana gorên şehîdan kirin. -
Şirîkê Serokê Navçeyê yê AKP'ê şefê TEDAŞ'ê bi 44 kîlo narkotîkê hate girtin
Li navçeya Elbak a Wanê, Şefê Rêvebirinê yê TEDAŞ'ê Munîr Kaya ku tê gotin, nêzî Serokê Navçeyê yê AKP'ê Sercan Bayer e, bi 44 kîlo madeyên narkotîkê hate gotin. Piştî ku Kaya bi wesayita fermî ya TEDAŞ'ê madeyên narkotîkê dibir, bûyer eşkere bû. -
Dengê berxwedanê yê Ekîn Mêrdîn Doza
7'ê Adara 2018'an bû rojeke welê ku ji bîra gelan neçe. Wê rojê Ekîn Mêrdîn Doz (Evîn Aslan) gihîşt asta herî bilind a azadî, berxwedan û fedakariyê û jiyana xwe feda kir. -
YRK: Dewleta Tirk du caran herêma Asosê bombebaran kir
YRK’ê ragihand ku dewleta Tirk duh 2 caran herêma Asosê bombebaran kiriye û di encama êrîşê de tu ziyanên canî pêk nehatiye, lê ziyan gihiştiye xweza û zeviyên welatiyên xelkê herêmê. -
Bi girseyî serdana sersaxiyê li malbata gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk hate kirin
Taziyeya ku ji bo gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk wê bihata danîn, hate astengkirin. Girseya gel serdana taziyeya li ber mala malbata Çelîk kir. -
DBP: Divê desthilatdarî gavên şenber biavêje
Di encamnameya civîna hevserokên bajaran û meclîsa partiyê ya DBP'ê de ji desthilatdariyê hate xwestin ku êdî gavên şênber biavêje. -
HPG: Artêşa Tirk 828 caran êrîşî gerîla kir
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji bejahî û hewayî yên li ser gerîla dewam dikin. HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk bi giştî 828 caran êrîşî gerîla kir. -
'Têkoşîna azadiyê ya jinê têkoşîna tevahiya civakê ye'
Gerîlayên HPG'ê Mazlûm Çiyager û Kûrtay Dêrazor gotina "Jin azad nebe, civak jî azad nabe" ya Rêber Apo bi bîr xistin û diyar kirin ku ev têkoşîn ne tenê ya jinan e, têkoşîna hevpar a civakê ye. -
Azadiya Rêber Apo garantiya rêveçûna pêvajoyê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe polîtîkayê bike, şert e ku azad bibe. Endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan jî got, divê herî zêde jin pêşengiyê ji pêvajoya nû re bikin. -
Karasû: Divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku PKK wê kongreya xwe lidar bixe û destnîşan kir ku divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk ê ku Qaxizmanê şehîd bibû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin. -
HPG: Artêşa Tirk êrîşên hewayî û bejahî dewam dike
HPG'ê ragihand ku hêzên wan di pozîsyona agirbestê de ne, lê belê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejahî dewam dike. -
42 malbat ji kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê
Ji kampeke Dihokê 42 malbatên Şengalî yên di dema fermanê de koçber bûn vegeriyan cih û warên xwe. -
‘Hikumeta Iraqê saziyên leşkerî ava dike, lê îdareya Şengalê ava nake’
Rêvebirê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku piştî şikestina rejîma Sedam Hisên û heya roja me rewşa îdarî û siyasî ya Şengalê zelal nebûye û got: ‘’Em xizmeta gelê xwe dikin lê hikumeta Iraqê îdareya Şengalê ava nake."