KNK: Divê em zimanê xwe biparêzin û pêş bixin
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê pîroz kir û got, “Erkê me ye ku em her tim giranî bidin parastin û pêşxistina zaravayên Kurdî.”
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê pîroz kir û got, “Erkê me ye ku em her tim giranî bidin parastin û pêşxistina zaravayên Kurdî.”
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Zimanê kurdî kevnartirîn, yek ji zengîntirîn û berxwedêrtirîn zimanê ser rûyê dinyayê ye. Ev ziman ji bo me Kurdan ne tenê navgîna peywendî û veguhezîna zanyarîyan e, di heman demê de wekheviya reng û şêwe, baweriyên hevpar û mijarên din e ku zimanê me bi gel û neteweyên cîran re rûyê cudahiyê û nasnameya me ye. Lewma siyaseta netew-dewletên dagirker ên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê di sedsalên borî de înkar û tinekirina ziman û çanda gelê me ye. Di mafê bikaranîna zimanê zikmakî de, bi taybetî di warê perwerdeyê de, bi demê re ziman dikeve bin bandora zimanê neteweyên serdest û lewaz dibe. Nimûneyek ji rewşa niha ya dewletên Tirkiye û Îranê li hember zimanê Kurdî ew e ku çendek mamostayên zimanê kurdî bi tawana hînkirina kurdî ketine zindanan. Ev yek li dijî mafên mirovan û yasayên navneteweyî ye jî.
Di vî warî de erkê saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û Kurdên diasporayê ye ku li hemberî sîstema polîtîkayên her du dewletên Tirkiye û Îranê rawestin.
Îro cihê kêfxweşiyê ye ku zimanê Kurdî bi keda dilsozên li navxwe û derveyî welat bi pêş ketiye. Ji ber vê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) spas û pêzanînên xwe pêşkeşî wan hewlên kesî û saziyên vî biyavî dike û her wiha piştgirî û hevkariya xwe jî ji bo wan diyar dike. Di heman demê de erkê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistan û rêveberîya xweser a Rojavayê Kurdistanê ye jî ku di warê siyaseta ziman û pilansaziyên zimanî de bi cidî li vî karî xwedî derkevin. Ji bo pêkanîna van armancan û parastina zar û binzaravên zimanê Kurdî di rojev, plan û stratejiya karan de bin û medyayeke niştîmanî jê re bête damezrandin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina ziman û nêzîkkirina zar û zaraveyên Kurdî bidomîne.
Roja Cîhanî ya zimanê dayikê li hemû Kurdan pîroz be.
Erkê me ye ku em her tim giraniyê bidin geşkirin, parastin û nêzîkkirina zaravayên kurdî û bi pêşketinên demê re zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin.”