Girtiyê Kurd ê nehate dermankirin, jiyana xwe ji dest da
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê, girtiyê Kurd ê ku tedawiya wî hate astengkirin, jiyana xwe ji dest da.
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê, girtiyê Kurd ê ku tedawiya wî hate astengkirin, jiyana xwe ji dest da.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 19’ê Sibatê de girtiyê siyasî yê Kurd Enwer Çaleşî (50) yê xelkê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber nedana destûra tedawiyê ji aliyê Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve, li girtîgeha Ûrmiyeyê jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku Enwer Çaleşî bi nexweşiya penceşêrê ketibû û pêwîstiya wî bi tedawiyê hebû, lê destûr nehate dayîn ku biçe nexweşxaneyê.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2020’an de Enwer Çaleşî li gel welatiyek din ê Kurd ê bi navê Kemal Seydan Mesken ji aliyê hêzên desthilatdariya Îranê ve hatibûn binçavkirin û sewqî girtîgeha Ûrmiyeyê hatibûn kirin. Di sala 2021’an de ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve bi tometa ‘hewldana ji bo têkdayîna asayîşa neteweyî’ 7 sal cezayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.