KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Newroza Xelfetiyê: Bakirhan banga kombûnê li Meclîsê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê axivî û banga li Meclîsê kir ku li gorî banga Rêber Apo bicive. Bakirhan got, "Divê sererastkirinên qanûnî tavilê bêne kirin." -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker qadên gerîla 14 caran bi balafirên şer, 9 caran bi helîkopterên êrîşê, 692 caran jî bi çekên giran, top û obusan bombe kir. -
Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku demeke dirêj di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. -
Kasim Firat: Dem dema lihevkirin û aştiyeke bi rûmet e
Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo nirxand û got, "Gelê Kurd berdêlên giran da; êdî daxwaza lihevkirineke welê dike ku hêjayî berxwedana sed salî û aştiyeke bi rûmet dikin." -
Li Êlihê bi hezaran kes agirê Newrozê pêxist
Bi hezaran kesên ku li Taxa Korik a Êlihê agirê Newrozê pêxistin, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. -
Gerîlaya YJA Starê Cîhan Hîvron û hevreyên wê li Şengalê hatin bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Cîhan Hîvron û hevreyên wê yên li Heftanînê şehîd bûbûn, li Şengalê hatin bibîranîn. -
Li Licê agirê Newrozê hate vêxistin
Li navçeya Licê ya Amedê, agirê destpêkê yê Newroza îsal hate vêxistin, şahî hate lidarxistin. -
‘Ev peyman wê dawî li komkujiyan bîne’
Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê têkildarî peymana di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de hatî îmzekirin, got: “Hêvî dikin ev peyman bibe wesîle ku dawî li komkujiyan were.” -
Hisên Hecî: Divê em xwedî li peyama Rêber Apo derkevin
Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku peyama Rêber Apo bandor li ser hemû hêzên cîhanê kiriye û got, ev peyam wê bandor li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. -
Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
Hate ragihandin ku 11 herêmên di navbera çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê careke din weke herêma 'ewlekariya taybet' hatin ragihandin û hatin qedexekirin. -
'Em ê Wanê ji qeyûm re nehêlin'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Serokwekîlê Meclîsa Şaredariyê Tûncer Saginç anîn ziman ku wê Wanê ji însafa qeyûm re nehêlin. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Amedê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. -
Bakirhan: Peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e, li gorî bangê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e û li gorî banga Rêber Apo ye. -
Bakirhan: Em di Newrozê de bi xurtî xwedî li banga dîrokî derkevin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dema eşkerekirina deklarasyona Newrozê de li Amedê axivî û ji bo xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber Apo bang kir. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla bênavber dewam dikin. Balafirên şer ên Tirk 18 caran, bi çekên giran, top û obusan jî 678 caran bombardûman hate kirin. -
Deklarasyona Newrozê: Ji 7 heta 70 salî berê xwe bidin Newrozê!
Deklarasyona Newrozê li Amedê hate eşkerekirin û ji 7 heta 70 salî bang li her kesî hate kirin ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin. -
Talabanî peymana bi Şamê re silav kir
Lîderê YNK'ê Bafil Celal Talabanî peymana 10'ê Adarê ya li Şamê hate mohrkirin silav kir û got, "Gaveke gelekî hêja û girîng e ku wê piştevanî û jiyana hevpar a li Sûriyeyê ya nû, xurt bike." -
Li gundê Sergewra agirê Newrozê hat vêxistin
Li gundê Sergewra ya Bismilê agirê Newrozê hat vêxistin û gel li dora agir govend gerand. -
Li Silopiyayê terora polîsan
Polîsên Tirk ên ku li Silopiyayê heqaret û tundî li ciwanekî kirin, gule li hewa barandin û gaza îsotê avetin gel. -
Rojnamevan Azîz Koyluoglû li Silêmaniyê hat bibîranîn
Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku 27' Çileyê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê şehîd bibû, di 40’emîn roja qetilkirina xwe de li Silêmaniyê bi merasîmekê hat bîranîn. -
TAJÊ li dijî komkujiya Elewiyan banga xwedîderketinê kir
TAJÊ, nerazîbûn nîşanî komkujiya Elewiyan yên li peravê rojavayê Sûriyeyê da û got, “Em bang li civaka xwe, hemû jin, civak, bawerî û gelên azadîxwaz dikin ku li dijî vê komkujiya tê kirin dengê xwe bilind bikin.” -
'Kombûnên gel' ên ji bo banga dîrokî dewam dikin
'Kombûnên gel ên ji bo aştî û civaka demokratîk' ku bi banga 'Aştî û civaka demokratîk' a Rêber Apo destpê kirin, li gelek bajaran dewam dikin. -
'VEJÎNA KURD' di demeke nêzîk de tê weşandin
Rêze-dukumantara VEJÎNA KURD a dîroka PKK’ê vedibêje di demeke nêzîk de wê li ser ekranên Stêrk TV û Medya Haber TV be. -
'Rêber Apo jiyana tarî ronî kir'
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo û Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî 8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinên berxwedêr pîroz kirin û gotin, “Jiyana tarî ya li jinê hatî ferzkirin, bi pêşengiya Rêber Apo hatiye ronîkirin.” -
Jin û mêrên Êzidî peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê silav kirin
Li Şengalê jin û mêrên ku beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibûn, peyama Rêber Apo silav kirin û gotin, “Em li vir soz didin heya azadiya Rêberê me pêk bê, ew ê têkoşîna me bidome.”