Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 583’an de bi koma 115’an dewam dike.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 583’an de bi koma 115’an dewam dike.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 583’emîn de bi dewirgirtina koma 115’emîn didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 114’emîn Emîn Mijînî axivî.
Emîn Mijînî, di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 15’ê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û wiha axivî: “Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek giran de ye. Komplo di şexsê Rêbertî de li ser tevayî gelê Kurd hat pêkanîn. Divê em wek gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir têbikoşîn û destê Rêber Apo xurt bikin. Ger em tevahî gelê Kurd bibin yek û berpirsyartiya xwe pêkbînin, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Emîn Mijînî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li tevahî gelê Kurd û dostên wan dikin ku di vê pêvajoyê de rabin ser piyan û li her derê seferber bibin. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 115’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.