Qaxizman hate tecrîdkirin: Ketin û derketina navçeyê hate qedexekirin
Dewleta Tirk piştî ku 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaxizmanê birî ketin û derketina navçeyê qedexe kir.
Dewleta Tirk piştî ku 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaxizmanê birî ketin û derketina navçeyê qedexe kir.
Piştî ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Qazixmanê hate birîn, nerazîbûn û gefa qeyûm dewam dike.
Hevşaredarên Qaxizmanê pankarta bi nivîsa "Em bi hilbijartinê hatin, em ê bi qeyûm neçin" li avahiya şaredariyê daliqandin û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Piştî ku ceza li hevşaredar Alkan hate birîn, ketin û derketina ji navçeyê hate qedexekirin.
Walîtiya Karsê ji bo 10 rojan çalakî û xwepêşandan li bajêr qedexe kir.
Hemû rêyên ber bi navçeya Qaxizmanê bi bendên kontrolê hatin girtin û kesên dxiwazin biçin navçeyê têne vegerandin.
Hevserokê Bajarê Qersê yê DEM Partiyê jî di nav de ketina endamên DEM Partiyê ya ji bo navçeyê hate astengkirin.