Navê sembola cesaretê li Gulperiyê kirin

Hevalê Egîd fermandara xwe Gulperî ya di çeperê şer de giran birîndar bû bi tenê nehêla, li gorî rêgezên Egîdiya Botanê ya ku di nava PKK'ê de bi nasnamebûyî tevgeriya û heta nefesa xwe ya dawiyê li kêleka fermandara xwe şer kir.

Gulperî Kaplan bi nasnav Saadet sala 1973’an li gundê Mijîn ê Qilaban a Şirnexê çavên xwe li jiyanê vekir. Ew di nava malbatek bi çanda kurdewariya bikok a Botanê mezin bû. Xuya ye ji dayikbûna xwe de ji hemû zarokên malbatê cuda giringî bi wê tê dayîn ku navê Gulperiyê lê hatiye kirin. Ger ku Gul û Perî ya ku di çîrokên şevan de navê jinên bedew û jêhatîne bi hev re bixe yek û li zarokek keç bê kirin, ev tê wateya ku ew zarok ji zarokatiyê ve xwe cuda bibîne. Di salên destpêka temenê xwe de ev giringî pêdan dibe wesîleya bixwe bawer û jêhatîbûnê. Gulperî hêj jinek ciwan a temenbiçuk bû jî di gund de bi taybetmendiyên xwe yên xweşik ên bi navê wê re li hev hatî dihat nasîn.

Gulperî weke yekem jina ji herêma me berê xwe dayî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê tê nasîn. Ew bi sê hevalên xwe yên xortên nava taxa xwe re biryara xwe dikin yek û bi hev re tevlî nava grûbên şervanên azadiya welatê xwe yên ji wan re dibêjin heval dibin. Sala 1987'an bû dema bi carekê re di nava gundê me de agahiya Evdilkerîm, Şerîf, Mihyedîn û Gulperî çûne gihiştine hevalan belav bû. Heta wê demê sala bihurî ji gundê me birayê hevalê wan Evdilkerîm, Tahir bi nasnav Hazim tevlîbûye û di encama îxaneta mala Beyîrê de bi komployekê bi hevalê Orhan wana re şehîd xistin. Heta wê demê li hinek deveran xort tevlî refên gerîlayan bûne lê ji herêma me jin tevlî nebûne. Ji ber hevalan baş nas nakin û nizanin gerilayên jin jî di nava refên gerîlayan de hene ji ber wê jî dema her çar ciwanên ku di nava wan de Gulperî jî heye tevlî nava refên hevalan dibin, hinek gundiyên ku haya wan ji gerilayên jin nîne dibêjin hebe nebe van ciwanan Gulperî revandine.

Dema ku her kes pê dihesin ku her çar ciwan tevlî nava hevalan bûne êdî ew şervanê gelê xwe ne, vê carê jî pê serbilind dibin û dest bi pesindayîna wan dikin. Tevlîbûna wan di nava herêma me de deng vedide û her kes qala wan dikin. Di nava bexçevanan, paleyan, bêrî û şivanan de li her derê mijar diçe ser wan û li ser tevlîbûna wan dipeyîvin. Gundî hemû ji vê yekbûna wan a ketina nava refên şoreşgerên welatê xwe bandor dibin zêdetir jî ciwanên gund. Ji wê û şonde herî zêde jinên ciwan dikevin nava lêgerîna tevlîbûnê.

Navê Gulperiyê weke jinek efsanewî li herêmê belav dibe û her bavek dixwaze keçek wî weke Gulperiyê hebe tevlî nava refên azadiya Kurdistanê bibe. Kesayeta wê ya ji zarokatiyê de cihê rêzdariyê û her kesê weke kesayetek muhterem lê dinêrî û jêre rêz nîşan dida bi wê baweriya ku hevalên wê didinê her diçe zêdetir bi xwe bawer dibe û asoyên fikirandinên wê yên di meşa azadiyê de mezin dibe.
Li nava gundên geliyê Rivengan zilamek dibêje; ``xwezî keçek min weke Gulperî hebûya biçuya biketa nava refên gerilayên azadiya Kurdistanê, êdî bila xweda rihê min bistanda.``

Gulperî bi jêhatîbûn û kêrhatîbûna xwe di gava yekê de dikeve dilê hemû hevalên xwe û hevalên wê gelek bi wê bawer dibin ku wê bibe jinek pêşeng ji ber wê ye navê şêrejinek a di wan çaxan de navê wê di cengê de bi cesaretê tê zanîn lê dikin. Ji wê û şonde êdî navê Gulperiyê hevala Saadet a ku tê wateya cesaretê ye. Hevala Saadet jî hevalek gelek jêhatî û weke navê xwe bi cesaretbû ji ber wê bû navek wiha lê hatibû kirin û weke navê xwe şêrejinekbû. Hevala Saadet jî yekem hevala jin a li herêma me şehîd ketiye. Ew remzek a hêz û cesaretê ye ji bo me tevan. Her çendî hêj heval li her derê nayên nasîn û tayîbetî jî hevalên jin ne demek dirêje li herêmê ne jî her roja diçe navê cesaret û jêhatîbûna wan belav dibe. Gulperî her roja ku derbaz dibe serkeftinek din li ser kesayeta xwe ya bi çanda welatperweriya Botanê hatî mezinkirin zêde dike. Ji ber wê ye di nava demek kin de erka fermandariya taximê digire. Ew li herêma me fermandariyê ji yekîneyên gerilayên azadiya Kurdistanê re dike.  

Mustefa Talî bi nasnavê Şerîf di nava hevalên xwe de tê nasîn ku wê di dema pêş de bibe fermandarek ê bi kedkarî, fedekarî û hevaltiya xwe ya dirist a bi jinê re bê nasîn. Piştî salên dirêj hevalê wan Şerîf ê ku bi navê Şerîfê Mijînî bûyî fermandarek efsanewî ku bi hev re tevlî bûne jî rêgezên heman rêya Egîdiya Botanê bi cîh têne û hevala li kêleka xwe fermandara şerê Xinêre yê 1997`an Berçem bi tenê nahêle û ji bo xilaskirina wê dikeve nava tevgerê. Dema ku balefirên dewleta tirk a dagirker li wan didin her du bi hev re şehîd dibin. Heta kêliya dawiyê jî biriyardariya xwe ya bi şopandina rêya wan re bi cîh anî û di heman rêwîtiyê de her du fermandarên eniya Şekîf gihişt bêdawîbûnê. Hevalê wan Evdilkerîm jî navê birayê xwe yê şehîd ku demek berî niha bi îxaneta mala beyîrê şehîd ket hevalê Hazim li xwe kir. Mehyedîn ê ku dê di merheleyên pêj de bi jiyana partiyê re nebe yek jî navê xwe kir Irfan. Ji xwe ji derveyî Irfan ê bê xîret û bê armanc her sê hevalên dinê bûn fermandarên gerilayan û bi qehremanî şehîd bûn. Wan bi şehadeta xwe jî bandorek mezin dan çêkirin û di dîroka nûjen a Kurdistanê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin. Çîroka jiyana xwe ji nifşê pêşerojê re weke destana timî bê mereqkirin hiştin.
Bi vê dengvedana wan û tayîbetî jî tevlîbûna Gulperiyê dewlet jî pê dihese û ji bo tiştekê bîne serê wan dikeve nava tevgerê. Çiqasî derdikevin operasonan tişekê ji wan nizanin dawiyê gazî malbata wan dikin hemûyan dibin qereqola gundê Hilal û çend rojan li wê dihêlin. Ji wan re dibêjin herin zaroyên xwe bînin, ger hun neyînin teslîmî me nekin em dizanin em ê çî bînin serê malbata we. Ew jî neçar kiribûn her roj diçun derdorê digeriyan û diçun qereqolê digotin me nedît. Dîsan qereqol komutanî derdiket pêşiya wan û bi hêrs digot divê hun biçin wan bînin. Wê pêvajoyê ji bo ku pêşî li tevlîbûna ciwanan bigirin û malbat nehêlin zarokên wan tevlî bibin. Dema ciwan tevlîdibûn malbatên wana îşkence dikirin û gelek dêşandin. Heta hewil didan di nava gund de wana weke kesên xirab nîşan bidin lê ev polîtîkaya wan bi ser nediket. Ji ber ku APO ciyan xwe dabûn nasîn û gundiyan ew naskiribûn êdî tu hêzên dagirker nedikarîn wana xirab nîşan bidin û bi gundiyan bidin bawerkirin.

Bedranê Şirnexî û Gulperî bi hev re fermandarên gurubê bûn dema operason li ser wan hatî kirin. Ji xwe dema Bedran dibîne operason berfirehe û xilsasiya wan nîne îxanet dike û teslîm dibe. Bi teslîmbûna wî re barê Gulperiyê girantir dibe, bi ser de jî li ser Gulperiyê daxive û dibêje; ``ya hêzê dide vî şerî fermandara wê gurubê Gulperî ye. Divê hun despêkê wê hedef bigirin, heta hun wê ji holê ranekin hunê nikarin wan têkbibin. Ji xwe hun çî bikin jî nikarin wê bi dest bigirin ji bo wê jî heta hun wê tine nekin hunê nikarin di vî şerî de serkevin.``

Dema kesê xwefiroş Bedran wiha dibêje dijmin zêdetir bi ser cihê ku Gulperî lê bi cîh bûyî de diçe û tayîbetî jî li ser çepera wê de diçin. Ji xwe berê de gelek tişt li ser Gulperî yê bihîstine dema gotinên kesê bi navê Bedran jî vê piştras dike, êdî zêdetir li ser çepera wê de diçin. Gulperî jî li ber xwe dide heta guleya dawiyê şer dike û di wê çeperê de digihe bêmiriniyê.
Rojên tîrmeha 1990’an bû dema li aliyê Besta yekîneya wan dikeve nava dorpêça dijmin. Di wê kelegerma havînê de çeteyên Hosiyan dikevin pêşiya leşkeran û derdora wan digirin. Bi nemerdane ser yekîneya wan de diçin û li ser wan şer giran dibe. Dema ku heval biriyara qadê terikandinê didin hevala Gulperî birîndar dibe. Hevalê Egîd ê ku di çeperek nêzî ya Gulperiyê de bû dema pê dihese Gulperî giran birîndarbûye û nikare xwe xelas bike wê bi tenê nahêle û bi hev re di yek çeperê de şer dikin.
Gulperî ya wê demê ne tecrubeyek pir zêde ya gerîlatiyê heye, ne jî hevala Bêrîtana çiyayê Lêlkanê ya ku wê paşê bibe fermandara li hemberî îxanetê bûye xeta berxwedanê wê demê heye ku Gulperî ji tecrubeyên wan hêzê bigire û li gorî wê şer bike. Tenê ji çend nirxandinên hevalan di nava wê dema kin de jêre gotine û baweriya ku hevalên weke hevalê Egîd ên ku li kêleka wê ne dibin fermandariya wê de bi dil şer dikin hêzê dide wê. Di wê çeperê de xwe li berxwedanê asê dike, li hemberî dagirkerî û îxaneta çeteyên gundewarên derdorê yên hemû wê bi malbatî jî nas dikin şer dike.

Hîna her du jî nû tevlîbûne û haya wan ji tecrube û daneheva PKK`ê nîne lê dîsan jî hevalê Egîd fermandara xwe Gulperiyê bi tenê nahêle, li gorî rêgezên Egîdiya Botanê ku di nava PKK`ê de bi nasnamebûyî tevgeriya û heta dawiyê şer kir. Dema hevalên wê yên di bin fermandariya wê de ketine nava wî şerê bê eman dibînin fermandara wan Gulperî bi kîjan hêz û cesaretê li hemberî dijmin disekine, ew jî hêz digirin û bi heman cesaretê şer dikin. Heta hamû jî bi fermandara xwe re dibin mêvanên sitêrkan, xwe di çeperên parastinê de asê dikin û dev ji berxwedanê bernadin.

Di 27’ê Tîrmeha 1990’an de ew û hevalê xwe Egîd ê ji heman taxê û dema li gund cîranê hev bûn di heman çeperê de şer dikin û digihin mertebeya şehadetê. Navê vê berxwedaniya Egîd û Gulperiyê li nava temamê gundewarên herêma me belav dibe. Ew berxwedana wan a li hember dagirkeriyê weke çîrokên qehremaniyê tevlî nava serboriyên di şevên zivistanê de li piş sobeyên agirê daran di gundan de dihatin gotin dibe.  

Birayê Gulperiyê Xurşîd jî salek piştî xwişka xwe tevlî nava refên gerilayan dibe. Li giştî herêmê hewaya tevlîbûnê gelek zindî ye, hinek xwişk li peyî birayê xwe tevlî dibin hine jî bira li peyî xwişka xwe bandor dibin û tevlî dibin. Gulperiyê jî di herêmê de deng daye û gelek ciwan ji tevlîbûna wê bandor bûne tevlî bûne. Birayê wê hevalê Xurşîd jî bi heman şêweyî ji tevlîbûna xwişka xwe bandor dibe û tevlî nava refên partîzanan dibe. Piştî tevlî dibe bi çend mehan dijmin bi ser cihê wan de digire, ew û komek hevalên xwe şehîd dibin.

Ez zarok bûm dema ku di nava gund de qala Gulperî yê dihat kirin min jî dixwest dema mezin bibim di rêya wê de bimeşim. Rojek ên zivistanê bû gotin kasetek vîdîa ji kampa hevalan a Herekolê hatiye di nava koma gerilayan de Gulperî jî heye. Ev agahiya hatina kasetê li nava gund belavbû. Min jî mala wan dizanî ez çum mala wan bavê wê li mal bû min despêkê xwe da nasîn û paşê jî got, xalê Şêx Meheme ez hatime banda Gulperî yê. Ger hun bidin ez ê gelek kêfxweş bibim, em ê lê binêrin û ez ê  cardin ji we re bînin.
Ez ditirsiyam ji ber zarokim qîma xwe li min neyîne û nede min. Dema ku kaset anî xist destê min de êdî min nezanî ji kêfan çawan bikim. Kaset bi qasî bejna min bû, min xist ber bilê xwe û bi bez hatim malê. Min ji dayika xwe re got ev banda Gulperî yê min aniye. Dayika min negot banda çî ji ber haya wê jî ji gotina hatina kasetê hebûye lê ji çuyîna min a heta mala wan şaşwazbûbû û got te çawan bîr bir tu biçê heta mala wan û kasetê bînê.

Me bi hev re temaşe kir ji dur de tenê rêza hevalan xwiyabû ji ber wê jî min qet Gulperî nas nekir. Dîsan jî ewqas kêfa min hat, ez ji kêfan firiyam ku me li kasetê mêze kiriye. Hema çawan qediya min yekser kaset xist ber milê xwe û bir cardin teslîmî bavê wê kir.