'Divê em hîn bêhtir ji bo zimanê xwe têbikoşin'
Şoreşa ziman li gorî tê zanîn B.Z. pêncî hezar sal dest pê kiriye û piştre jî belavî hemû mirovahiyê bûye. Ziman amûrekî herî kevin ê civakbûn û xweîfadekirina zîhniyetê ye.
Şoreşa ziman li gorî tê zanîn B.Z. pêncî hezar sal dest pê kiriye û piştre jî belavî hemû mirovahiyê bûye. Ziman amûrekî herî kevin ê civakbûn û xweîfadekirina zîhniyetê ye.
Mirovê hêza mejî û aqil bi kar tîne herî zêde di ziman de jî xwedî pêşveçûnekê ye û wî tîne asta biaxive û binivîse. Mirov nikare ziman tenê bi awayekî axaftin û nivîsandinê jî bigire dest. Lê belê ziman amûrekî bingehîn ê danûstandin û tarzê xweîfadekirina civakê ye.
Her mirovek di avakirin û xweîfadekirinê de xwedî tarzekî ye. Ji ber mirov dikare bêje ku ziman qadeke wisa ye herî zêde hevparî têde heye. Rêber Apo ji bo mijara ziman diyar dike ku destkişandina ji zimanê xwe destkişandina ji hebûna xwe ye. Ziman xisletekî herî bingehîn ê hebûna mirov e.
Xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li hebûna xwe ye. Xwedîderketina li hebûna xwe jî xwedîderketina li çand, exlaq û nasnameya xwe ye jî. Civaka xwedî zanebûna zimanê xwe, tê wateya di asta jiyanê de jî xwedî rol e. Lê belê civaka ji zimanê xwe yê dayikê dûr ketibe tê wateya ku ji çand, exlaq, nasname û hebûna xwe ya manewî jî ji dest daye û ketiye bin bandoriya çand û zimanên din.
Civakên bi vî rengî jî ji her tiştî re vekirîne, ti wateyeke wan nemaye. Her çiqasî mirov pêşî li bigire jî êdî ew nexweşî belavî rehê wan ê esasî bûye û zehmet e mirov lê serwext bibe.
Ziman xwedî wateyeke pir girîng ê destpêkirina mirovbûnê ye û mijareke herî zêde bi çanda neteweyan ve têkildar e. Her neteweyek bi zimanê xwe yê zikmakî tê nasîn. Dema mirov bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive mirov bêhtir nêzî rastî û heqîqeta xwe ya dîrokî dibe, lê dema mirov zimanê xwe yê ku hebûna mirov diyar dike neaxive mirov xerîbê çand, exlaq û nirxên xwe yên madî-manewî dibe û ji asîmîlasyonê re jî bêhtir vekiriye.
Ziman di heman demê de şêwazê fikirandinê, wêje, huner, felsefe, dîrok, bi kurtasî çandek û şêwazekî jiyanê ye. Ji lewra bêpariya ji zimanê xwe yê dayikê tê wateya mirov ji wan hemûyan mehrûm bimîne. Her wiha tê wateya kesayet, civak û çandeke bêtendurist pêş bikeve. Ji wan jî wêdetir tê wateya tinebûna gelê bi wî zimanî diaxive û têkçûna bîra civakî ye.
Her zimane bi xwe re çanda civakê jî hildigire û neqlî nifşê pêşerojê dike. Bi saya ziman fikir û hest neqlî civakên piştre dibin. Her ferdek mafdar e bi zimanê dayika xwe biaxive û jiyana xwe bi zimanê xwe bidomîne. Zêdebûna zimanan û curbicurbûna wan ne astengî, berevajî diyardeyeke ya dihêle civak û gel di nav aştî û aramiyê de pêkve bijîn. Her ku haya mirovan ji zimanê wan û yên civakên cuda çêbibe, wê cîhana me ji bo pêkve jiyanê bedewtir bibe. Pêwîst e, em hîn bêhtir ji bo zimanê xwe têbikoşin.
Dewletên netewe bi awayekî hişk yek zimanî ferz dikin û bi her rengî hegemonya xwe serwer dikin. Bi taybet jî li ser gelê Kurd ew tê meşandin. Bi polîtîkayên herî qirêj civakê ji civakbûnê derdixin û ber bi rizandinê ve dibin. Ji bo yek zimanî bi civakê bidin qebûlkirin her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Ji ber van zext û polîtîkayan gelê Kurd zêdetir ji rastî û heqîqeta xwe ya dûrketibû û hatibû helandin. Yanî mirov dikare bêje zimanê Kurdî gihîştibû asta jibîrkirinê, li ber sikratan bû. Lê bi saya têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji mirinê hate rizgarkirin. Di roja me de bi şoreşa ava bû, gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî azad bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, dinivîsin. Ev dewlemendî, serbilindî û pêkve jiyana herî bedew a ji bo hemû cîhanê mînak e.