Li Serhedê ji ber berfê rêya hezar û 409 gundan hate girtin

Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya hezar û 409 gundan hatin girtin.

BARÎNA BERFÊ

Ji doh ve ye li gelek bajarên Herêma Serhedê berf dibare. Ji ber barîna berfê li Wanê rêyên 560 gund û zoman hatin girtin. Li Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê ya 52’yan, li Ebexê ya 41’an, li Şaxê ya 100’an, li Artemêtanê ya gundekî, li Erdîşê ya 144’an, li Westanê ya 40’an, li Payîzavayê ya 54’an, li Bêgiriyê ya 15’an, li Qelqeliyê ya 33’yan û li Seravê jî rêya 4 gundan hatin girtin.

COLEMÊRG

Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê jî ev du roj in bênavber berf dibare. Li gorî daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajar, rêya 18 gundan û 64 mezrayan hatine girtin.

MÛŞ

Li Mûşê rêyên 112 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin. Xebatên komên Îdareya Taybet a Bajar ên ji bo vekirina rêyan didomin. Her wiha ji bo rê cemedê negirtin xwê lê tê reşandin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî ev du roj in bênavber berf dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Hat zanîn ku berf biqasî 70 santîman bariyaye û rêya 96 gundan hatiye girtin.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî berfeke zêde dibare. Li navenda bajar rêya 106 taxan, li Bazîdê rêya 85 gundan, li Giyadinê ya 43’an, li Avkevirê rêya 35’an, li Panosê ya 51’an, li Dutaxê ya 73’yan, li Zêtkayê ya 45’an û li Xamûrê jî rêya 41 gundan hatine girtin. Her wiha ji ber barîna berfê rêya Tendurekê ya di navbera Bazîd û Ebexê de jî hate girtin.

QERS

Li Qersê germahiya hewayê kete bin sifrê 16 dereceyan. Li bajar bênavber berf dibare. Li seranserî bajar nêzî 100 gundan rêyên wan hatine girtin.