Xizmên rêveberên HAK-ÎŞ'ê bi torpîlê tevlî kar hatin kirin

Serokê Şaxê Wanê yê HAK-ÎŞ û Hîzmet-Îşê Fatîh Akdenîz ku bi îdîaya 'Şaredariyên DEM Partiyê karkeran diavêje' li Wanê serkêşiyê ji çalakiyên provokatîf dike, eşkere bû ku kur û xizmên xwe bi torpîlê tevlî kar kiriye.

LI WANÊ TEVLÎKIRINA LI KAR A BI TORPÎLÊ

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Navçeya Rêya Armûşê yên DEM Partiyê dest bi derxistin ji kar a wan kesan kir, ku beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an ji aliyê qeyûman ve bi torpîl û bertîlê tevlî kar hatibûn kirin. Hikumeta ku destpêkê mazbata neda û sendîkayên alîgirê wê niha jî derxistin ji kar a kesên bi bertîl û torpîlê tevlî kar hatin kirin di bin navê 'qirkirina karkeran' de çalakî û meşên provokatîf lidar dixin. Serokê Şaxê Wanê yê HAK-ÎŞ û Hîzmet-Îşê Fatîh Akdenîz serkêşiyê ji van çalakiyan re dike. Akdenîz ku li ber Şaredariya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê kon veda ye, beriya niha piştgirî dabû çalakiyên rûniştinê yên li ber avahiyên HDP'ê.

Sedema esasî ya di binê van hewldanên Akdenîz de heye ew e ku di dema qeyûm de xizmên wî tevlî kar hatibûn kirin. Kurê Akdenîz Eray Akdenîz ku bi torpîlê tevlî kar hate kirin, ji kar hate derxistin. Kekê wî, hevserê xwişka wî, pismamên wî û xwişka wî bi torpîlê li Şaredariya Rêya Armûşê hatibûn bicihkirin. Her wiha Veysel Guven ê ku Alîkarê Serokê Şaxê Hak-Îşê ye xwişka xwe, rêveberê Hak-Îş'ê Alî Guven jî pismamên xwe tevlî şaredariya bajarê mezin kiribûn. Ji rêveberên HAK-Îşê Metîn Sevînç jî birayê xwe Omer Sevînç bi torpîlê tevlî kar kiribû.