Li Mexmûrê dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyon hate kirin

Li Çiyayê Qereçox a herêma Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek hate kirin.

LI MEXMÛRÊ OPERASYONA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê

Danê siharê li çiyayê Qereçox û gundê Elîreş ya girêdayî Herêma Mexmûrê, bi tevlîbûna hêzên Hevpeymana Navnetewî, Dije Terora Iraqê dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek leşkerî hate destpêkirin.

Fermandarê xwebexş ê pêşmergeyan Xazî Feysel ragihand ku operasyon li ser daxwaza wan pêkhatiye û got: “Li herêmê niha dema birîna genim û ceye. Ji ber vê jî li herêmê metirsiya çeteyên DAÎŞ’ê heye, lewma operasyon hatiye destpêkirin.”

Hêjayî gotinê ye her sal bihatina dema dirûtina genim û ce re, çeteyên DAÎŞ’ê li gelek cihan agir berdidin zeviyên cotyaran.