Li Mexmûrê Hozan Mizgîn hat bîranîn: Em ê her tim li ser rêya wê bimeşin

Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li wargeha penaberan a Mexmûrê hat bîranîn.

LI MEXMÛRÊ HOZAN MIZGÎN HAT BÎRANÎN

Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bîranîn.

Navenda Çandê bi wêneyên şehîdên çand û hunerê hatin xemilandin. Beriya ku bîranîn destpê bike, di şexsê şehîd Mizgîn û hemû şehîdên çand û hunerê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî huner û têkoşîna şehîd Hozan Mizgîn, Endama Stêra Zêrîn Helena Babat axivî.

Helena di destpêka axaftinên xwe de, di şexsê şehîd Hozan Mizgîn de hemû şehîdên çandê bi bîr anî û got: “Wek tê zanîn meha Gulanê meha şehîdan e, meha qehremanane. Di heman demê de meha şehîdên çandê ye ku hem bi rêya hunerî û hem jî bi rêya qehremanî jiyana xwe ji dest dane. Em wan şehîdan hemûyan bi bîr tînin. Hevala Mizgîn hem bi şêweyê qehremanî û hem jî bi şêweyê hunerî keda xwe ya di nava refên gerîla de daye nîşandan. Em keda wê ya di çandê de bi bîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. Şehîd Devrim û gelek şehîdên weke wan di vê rêyê de canê xwe ji dest dane. Dema em temaşe bikin, ji dîrokê heta niha bi sedan qehreman û ciwanên Kurd li ser vê rêyê canê xwe feda kirine. Emê her tim li ser rêya wan bimeşin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û hunera şehîd Mizgîn hatibû amadekirin, hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê Koma Tevçand û Stêra Zêrîn stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.