HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êriş kir

Artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êriş bir ser tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê.

DEWLETA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

10'ê Gulanê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

11'ê Gulanê saet di 09:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11'ê Gulanê saet di 11:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

10'ê Gulanê saet di 01:00 de bi çekên nîv otomatîk li helîkopterên êrişê dest hate werdan ku bombe li Qadên Berxwedanê yên Golka û Dergelê dibarandin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

10'ê Gulanê saet di 15:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Ji saet 17:00 heta 11'ê Gulanê saet 04:00 gazên kîmyewî yên bi jehr li hemberî tunelên me yên şer hatin bikaranîn.

11'ê Gulanê ji saet 21:00 heta 12'ê Gulanê saet 02:00 li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

10 û 11'ê Gulanê li herêma Xakurkê qada Sinînê 4 caran, li herêma Garê qadên Sêdarê, Çemrobotkî, Kanî Botkê, Deşta Kafya 7 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê, bazê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10 û 11'ê Gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."