Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, wê 18’ê Gulanê roja Yekşemê li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî were lidarxistin.

ALÎ HAYDAR KAYTAN – RIZA ALTÛN

Ji bo kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku di Kongreya 12’an de şehadeta wan hate ragihandin, wê li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî bê lidarxistin.

Bîranîn wê li Qada Dagkapi ya Şêx Seîd a li navçeya Sûr, 18’ê Gulanê roja Yekşemê di saet 15.00’an de destpê bike.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç got, “Em ê ji bo her du hevalên xwe bîranînê lidar bixin. Em hemû gelê vedixwînin, merasîmê. Divê em pir mezin xwedî lê derkevin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruçem Vefa Elyakut jî ji bo bîranînê banga tevlîbûnê kirin.