HEVPEYVÎN

'Bîranîna hevalên me çavkaniya têkoşîna me ye'

Gerîlaya HPJ'ê Aysel Çiyayê di 14'emîn salvegera îdamkirina mamosteyên Kurdî de, ew bi rêzdarî bi bîr anîn û got: "Bîranîna şehîdan ronahiya rêya têkoşînê û xweşikiya jiyana her şoreşgerekî ye."

GERÎLAYA HPJ'Ê

Gerîlaya HPJ’yê Aysel Çiyayê di 14’emîn salvegera îdamkirina mamosteyên Kurdî Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî de ew bi rêzdarî bi bîr anîn û da diyarkirin ku bîranîna şehîdan ronahiya rêya têkoşînê û xweşikiya jiyana şoreşgerekî ye.

Aysel Çiyayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku “Dewleta Îranê ji bo ku rê li ber pêşveçûna tevgera azadiyê ya Kurdan bigire, çar şoreşgerên azadiyê di sala 2010’an de îdam kirin. Van hevalan jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe û demokratîkkirina gelan weqf kiribû. Dewleta Îranê digot qey ew ê bi îdamkirina van hevalan bikare îradeya azadîxwazan têk bibe, her wiha dixwest bi îşkenceyê wan hevalan teslîm bigire. Lê belê berxwedana hevalên me ev yek pûç kir. Hevala me Şîrîn Elemhûlî di pirtûka xwe de ya bi navê Perperîka Azadiyê, dibêje ku dibe ku dijmin bikare jiyana min bistîne, lê nikare heya û rûmeta min bistîne.”

Aysel Çiyayê amaje bi berxwedana wan çar hevalan kir û got ku berxwedana wan kir ku jin û ciwanên Îran û rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha felsefeya jin, jiyan, azadiyê têkoşînê xurttir bikin.

Aysel Çiyayê di dawiya axaftina xwe de ew her çar heval û hemû şehîdên rêya azadiyê û şehîdên şoreşa jin, jiyan, azadiyê bi bîr anîn û got: “Bîranîna şehîdan çavkaniya têkoşîna me ye û em soza pêkanîna daxwazên wan didin.”