Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes di binê kavilan de ne

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rû da di roja 4'an de ye. Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê hejmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe. Bi deh hezaran kes hîn jî di binê kavilan de ne.

REWŞA DAWÎ YA WÊRANKARIYA ERDHEJÊ – TÊ NÛKIRIN

22.38

Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bû 17 hezar û 674

Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de ku bandor li 10 bajaran kiriye, jiyana xwe ji dest dane gihîşt 17 hezar û 674 kesî û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

22.01

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Swîsreyê: Em piştevahiyê xurt bikin

Piştî erdheja ku navenda wê Mereşê li Kurdistanê pêk hat, weke her aliyên Ewropa li Swîsre jî, ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê, Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Swîsre û Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) ve koordînasyona krîzê hat avakirin.

Koordînasyonên ku ji bo nirxandina xebatên îro li Navenda Civaka Kurd a Zurîhê hatin ba hev, piştî civînê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku tişta hatiye kirin qirkirin e.

Axaftvanan diyar kirin ku ew weke Navenda Koordînasyona Krîzê ya Swîsreyê bi navenda koordînasyona krîzê ya ku di bin pêşengiya Navenda Giştî ya HDP'ê ya Tirkiyeyê de hatiye avakirin re di nava têkiliyan de ne û bi şaredarî û saziyên cuda yên li Swîsreyê re li ser esasê kampanyaya alîkariyê hevdîtinan dikin.

Di civînê de ev xal hatin destnîşankirin: “Heta niha komek ciwan ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re çûne herêmê; Koma duyemîn jî ket bi rê. 38 hezar frankên ku heta niha hatine komkirin gihiştine cihê alîkariyê. Her wiha 3 qamyon amûr jî sewqî Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê hatin kirin. Wê baştir be alîkariya bi pere were berhevkirin, ji ber ku şandina tiştan bi TÎR‘an li Swîsre pir bihaye.“

Li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê Zeynel Demîr axivî û wiha got: “Piştî erhejê em hemû saziyên Kurdistanî ketin nava tevgerê û bi dostên xwe re xebatê dimeşînin. Em ê bi hevre mexdûriyeta gele xwe bipêçin. Em li 13 herêman berhevkirina alîkariyê didomînin. Gelê nikare di sarmayê de xew bike, heta ku ew bi rehetî xew nekin, çi ji destê me bê em ê bikin.

‘BIBIN PIŞTEVANÊ KAMPANYAYA HEYVA SOR A KURDISTANÊ’

Hevserokê CDK-S’ê û Endama Navenda Koordînasyona Krîzê Selma Surer jî anî ziman ku ji bo lîsteya pêdiviyan ku Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê parve kiriye, were dabîn kirin çi ji destê wan were ew ê bikin.Selma Surer banga piştevaniya kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor da û diayr kir ku hemû meclîsên wan di vê çarçoveyê de bi ruhê seferberiyê xebat dimeşînin.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Swîsreyê da zanîn ku bir rêya pêwendiya Heyva Sor a Kurdistanê https://heyvasor.ch/donations/donation-form/ alîkarî dikare were kirin, ji bo agahî jî dikarin xwe bigihînin vê reqemê 0041 788 09 43 47.

21.15

Gelê Colêmergê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye

Piçûk û mezin, gelê Colemêrgê bi tevahî dibe piştgirê kampanyaya alîkariyê ku Rexistinên HDP’ê yên navçeyan û bajar ên Colemêrgê û rêxistinên civakî yên sivîl, daye destpêkirin. Zarok kompereyên xwe, dê pereyên xwe yên hec û umreyê, jin jî nan li tenûrê dixin û ji bo mexdûrên erdhejê tînin. Duh 18 TIR alav û amûrên bingehîn ên ji bo jiyanê ku ji Colemêrg, Gever, Şemzînan û Çelêyê hatin berhevkirin, ji bo cihê erdhej lê rabûye, hat şandin. Alîkariya du rojên dawîn hat berhevkirin jî hat birêkirin. 

Rêveberê HDP’ê yê Şemzînanê Fahîr Geylanî, diyar kir ku ji roja erdhej rabûye HDP’ê li navçeyê dest bi berhevkirina alîkariyê kiriye û got: ‘’Gelê Colemêrgê bi rastî hestyar e. Welatî, zexîre, betanî, alavên paqijiyê û gelek tiştên din tînin. Jin, ciwan, kal û pîr her kes bûye seferber. Ne bi tenê xelkê Şemzînanê, hemû Colemêrg tiştê ji mil tê, dike.’’

Geylanî bi dewamdarî ev tişt anîn ziman: ‘’Zarok pereyên berhev kirine, dê pereyê xwe yê umre û hecê tînin. Jin, nan li tenûrê dixin û tînin, penîrê ji bo zivistanê hilanîne, tînin. Gelek kes ji me bi derfetên xwe çûn cihên erdhej lê rabûye. Alîkariya ku me û Geverê bi hev re berhev kir, me bi kamyonan şand cihên erdhej lê rabûye.’’

Jinên Şemzînanî jî ji bo mexdûrên erdhejê tên ba hev û nan lê dixin. Jinên nan li tenûrê dixist, wiha got: ‘’Di ve dema zehmet de ku alîkarî divê, divê em bi hev re bin. Bibin alîkar. Roj, ew roj e ku mirov bibe piştevan bi hev re. Ji yekîtiyê quwet çêdibe.’’

21.08

Li Parîsê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tên komkirin

Xebatkarên Navenda Çanda Kurd a Ahmey Kaya ku Kanûna 2022’an de rastî êrîşa çêkdarî hat, li kolan û metroyên herî qelebalix ên Parîsê li ser navê Heyva Sor belavok belav kirin û alîkarî kom kirin. Gelên li Fransayê dijîn careke din nîşan dan ku piştevanê gelê Kurdistanê ne.

Welatparêzên Kurd ên li Parîsê diyar kirin ku heta pêdiviyên mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê were bicihanîn, ew ê her roj li qadan di nava alîkarî û piştevaniyê de bin.

20.42

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 17 hezar û 406’an

Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de ku bandor li 10 bajaran kiriye, jiyana xwe ji dest dane gihîşt 17 hezar û 406 kesî û 71 hezar û 866 kes jî birîndar bûne.

20.34

Li Lorîentê civîna piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re

Li bajarê Lorîent ê Fransayê bi boneya piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re civîn hat lidarxistin. Bi peşengiya "Maison Pour Tous de Kervénanec" a li Kervénanecê, Nûnerên Mala Çanda Kurd a Lorîent Morbîhanê, nûnerên Navenda Çanda Elewiyan a Lorîent Morbihanê, nûnerên gelek saziyên li Lorîentê beşdarî civîna piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bûn.

Malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine tevlê civîna li Maison Pour Tous ya girêdayî Kervénanecê bûn.

Li Lorîentê piranî Kurdistaniyên ji Gurgum, Dîlok, Semsûr û Rihayê dijîn. Midûrê Maison Pour Tous de Kervénanecê Herve Qûentel axivî. Herve Qûentel anî ziman ku ji bo gelê Kurdistanê yê ku karesat dîtiye dest bi kampanya alîkariyê kirine û got: “Em êşa gelê Kurdistanê yên li vir xizmên xwe winda kirine parve dikin. Em ê ji bo kampanyayê bi saziyên Kurdistanî re nava têkiliyan de bin. Welatiyên Fransa yên Lorîentê jî girîngiyeke mezin didin piştevaniyê. Em ji bo malbatên ku li bajarê Lorîentê xizmên xwe winda kirine piştgiriya derûnî bikin.“

20.21

Komeleya Hêvî dest bi kapanyayê kir

Komeleya Hêvî li Kerkûkê ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyaya alîkariyê kir.

Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Komeleya Hêvî piştgirî da kampanyaya komkirina alîkariyê ya ji bo Bakur û Rojava.

Hevseroka Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komel Sermed diyar kir ku di demên dawî de hem li Bakur û hem jî li Rojava erdhejek dijwar rû da. Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Em bang li tevahî gelê Kerkûkê dikin ku li peywîra xwe ya mirovahiyê rabin.“

20.00

Ji bo alîkariyên li Ewropayê bigihînin herêma erhejê, berdevkek ji HDP’ê hate diyarkirin

Ji bo ku peywendiya kesên ji Tirkiye, Kurdistanî û kesên hestiyar bi maseya krîzê ya HDP’ê re hêsan bibe, li Ewropayê berdevkek hat diyarkirin. Hevberdevkê HDP’ê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz ji bo gihandina alîkariya sazî, rêxistin, federasyon û gelan yên li Ewropayê ji herêma erhejê re hêsan bibe, bi Navenda Koordînasyona Krîzê re di nava peyweniyê de be.

Faysal Sariyildiz bi daxuyaniyekî wiha got: “Bi erheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê re karesateke zehmet rû da. Êşa me kûr û dilê me birîndar e. Em van êşan encex bi parvekirinê dikarin kêm bikin. Divê ti hêviyê me ji dewlet û desthilatdariya qetlîamker nebe. Em bi Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê re di nava peywendiyê de ne. Ji bo ku di xebat, alîkarî û pirsgirkên li Ewropayê de rolê hêsankirinê bilîzin, em ê wek berdevk bi Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê re di nava peywendiyê de bin. “

Hûn dikarin bi rêya vê telefonê bi Maseya Krîzê ya HDP’ê ya Ewropayê re bikevin peywendiyê: 0049 173 384 55 90

19:11

Mirov nikare biçe Hançerliyê

Rêya Hançerliyê, piştî rabûna erdhejê bi 90 saetan, hêj jî venebûye. Cuneyt Maho ku ji Hançerliyê ye, got: “Em ji erdhejê filitîn, em ê îcar ji sermayê biqerisin.“

4 roj in ku li 10 bajarên Kurdistanê erdhej rabûye, hêj jî gelek kavil hene ku xebata lêgerîn û xelaskirinê li ser nehatiye kirin. Şêniyên Hançerliyê ku gundekê Meletiyê ye, diyar kir ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve rêya gundê wan hatiye girtin û dikin ku ji sermayê biqerisin. Li gund ne ceyran ne jî av heye. Cuneyt Maho ku ji Hançerliyê ye, got: “Em ji erdhejê xelas bûn, em ê îcar ji sermayê biqerisin.“

Maho da zanîn ku 90 saet piştî rabûna erdhejê bi rêya kepçeyekê cara yekemîn, têra çend rojan zexîre anîne gund û anî ziman ku ji ber tûp nîn e nikarin xwarinê çêbikin.

Maho bi lêv kir ku zarokên gund dibe ku biqerisin.

Zêdeyê metreyekê berf li gund bariyaye. Gundî ji ber çadir negihîştine gund, di bin berfê de hewil didin ku sax bimînin.

17:42

Li gel ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bû, hîna jî bi hezaran kes di bin kavildan de ne. Xebatkarên AFAD’ê û gelek welatiyên sivîl xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. Mexdûrên erdhejê diyar dikin ku dewletê tu alîkarî nedaye wan.

17.22

Tulay Hatîmogûllari: Hatay bi tenê hatiye hiştin

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tûlay Hatîmogûllari ku piştî erdhejê ber bi bajarê xwe Hatayê ve bi rê ket, encax nîvê şevê kariye xwe bigihîne Hatayê. Hatîmogûllari ku ji Erzîn heta Samandagê rewş nirxand, dema gihîştin herêmê, dît ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê demek dirêj nehatiye herêmê. Hatîmogûllari destnîşan kir ku bi taybetî li Îskenderûn, Antakya û Samandagê wêraniyeke mezin çêbûye û rexne li rayedaran kir û got: ”Li Hatayê bi hezaran kes di bin kavilan de mane û xizmên wan bêçare mane. Hatay bi tenê hatiye hiştin.”

17.08

Li Îzmîrê bertek nîşanê Rewşa Awarte hat dayîn

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Çîgliyê, li dijî ragihandina Rewşa Awarte, li ber avahiya Şaredariya Çîgliyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, pankarta li ser ”Hûn nikarin tevdîrên we negirtine, derewên xwe, hiştina gel li meydanê, bi Rewşa Awarte vebişêrin” nivîsandî, hat vekirin û dirûşmeyên ”Hûn nikarin bi Rewşa Awarte ser lê bigirin”, ”Ne Rewşa Awarte lê seferberî”, ”Ev ne erdhej e, qetlîam e”, ”Ne qeder e lê kuştin e” û ”Ne erdhej lê piştguhkirin dikuje”.

Endamê platformê Denîz Ûslû ku daxuyanî da, îşaret pê kir ku xebata lêgerîn û xelaskirinê ya li cihên erdhej lê rabûye, kêm e û got ku bi taybetî ji Îskenderûn û Hatayê re AFAD û alav û amûrên pêwist nehatine şandin. Ûslû diyar kir ku xelk bi seferberiya xwe hewil daye ku xwe bigihîne kesên di bin kavilan de û wiha got: ”Dewletê, got pileya asta alarmê 4 e û bi heft rojan şîna neteweyî ragihand lê banga seferberiyê li gel nake. Xelk, bi destên xwe hewil dide ku kavilan bikole, şirketên înşaetê li karê xwe dewam dikin. Baweriya xelkê bi tu saziyeke dewletê nîn e. Yên ji erdhejê filitîne, ava paqij, nan bi destê wan nakeve, rû bi rûye xeteriya hîpotermiyê ne.”

Ûslû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li cihên erdhej lê rabûye, ev daxwaz kirin:

“ * Divê Rewşa Awarte bê rakirin, banga seferberiyê li gel were kirin.

* Hemû marketên zincîr divê bibin yên gel.

* Divê xebata hemû şirketan bê rawestandin û makîneyên kar sewqê herêmê bên kirin. 

* Divê dewlet û saziyên eleqedar bi hemû derfetên xwe bibin seferber.

* Divê agahdarî bi rastî û eşkere bên kirin.

* Divê nexweşxaneyên taybet û dibistan, otel, malên bi komî ji aliyê dewletê ve ji gelê herêmê re bên vekirin.

* Divê xelk ji herêmê bê derxistin.

* Di serî de madenkarên di bin banê TTK’ê de perwerde dîtine, hemû kesên wê tev li xebata lêgerîn û xelaskirinê bibin, destûra wan a taybet hebe û zû bi zû wan bigihînin cihên erdhej lê rabûye.

* Di serî de TMMOB, TTB, divê dewlet bi rêxistinên pişeyî re bi hevparî tevbigere.

* Serlêdanên ji bo alîkariya bi navneteweyî divê bi hêsanî bên kirin.

* Di serî de patronên xwedî sermiyan; divê li rêveberiyên fîrmayên mutehîtan, erkdarên karên giştî yên têkildar, yên berpirs û tişt piştguh kirinei, dest bi lêpirsînê bê kirin.’’

16:44

Li Amedê cenazeya 5 kesan hate dîtin

Li Abartmana Akar ku li kolana 482’an a Caddeya Emekê ya navçeya Rezan a Amedê ye, cenazeyê yek ji pitik 3 kesan, li Abartmana Işik jî cenazeya 2 kesan hate dîtin.

Abartmana Akar a 9 qat ku di nava gel de weke Abartmana Hîsamî tê zanîn û li kolana 482’an a Caddeya Emekê ya navçeya Rezan a Amedê ye, cenazeyên yek jê zarok 3 kesan hate derxistin. Tê taxmîn kirin ku 130 kes di abartmanê de heye û danê siharê kesekî jê hate derxistin.

Li Apartmana Işik ku 8 qat û ji 32 daîreyan pêk dihat a li ser Cadeya Sento ya navçeya Rezanê hilweşiya, cenazeya 2 kesan hate dîtin.

16.22

Şaredariya Silopiyayê li Bazarcixê xwarinên germ belav kir

16:20

Li Nûrdagiyê armanc êdî ew e ku cenaze yek perçe bên derxistin

Dilxwazekê AFAD’ê ku li Nûrdagiyê li yên di bin kavilan de digere da ku xelas bike, diyar kir ku xebat pir bi derengî ketiye û got: ‘“Armanca me ew e ku em cenazeyan bi yek perçeyî derbixin.“

Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê, xebata lêgerînê û xelaskirinê berdewam e, lê hêvî ji yên di bin kavilan de her ku diçe kêm dibe. Xebata lêgerîn û xelaskirinê herî pir taxa Aslanli, Yavûz Selîm û Bahçelîevler tê kirin. Xebat li Taxa Nû û Fatîhê bi dawî bû. Hêj jî bi dehan avahî hene ku xebata lêgerînê li ser nehatiye kirin.

Nêzîkê ji sedî 80’yê Nûrdagiyê xera bûye û avahiyên mane jî mirov nikare tê de bimîne. Mirov li ber kavilan sekinandî ne, bi hevîya ku agahiyekê ji xizmên xwe bigirin, terka navçeyê nakin.

Dilxwazê AFAD’ê E.Y., anî ziman ku êdî armanca wan ew e ku cenazeyan yek perçe ji bin kavilan derbixin û wiha axivî: “Xebata lêgerînê li navçeyê jixwe dereng dest pê bû. Gava em hatin vê derê, roja sisêyan bû û mixabin 72 saetên krîtîk derbas bûbûn. Derketina ji bin kavilan ji niha û pê ve mûcîze ye. Armanca bi lêgerînê, êdî ew e ku mirov cenazeyan yek perçe ji bin kavilan derbixe. Xelk, bi hêvî li ber kavilan sekinandî ye lê êdî ji bo mirov hêvî jî bike, dereng e. Em tiştê ji milên me tê dikin, lê derxistina mirovan bi saxî ji bin kavilan ne mimkûn e. Bi rojan e têhnî û birçî û li ber sermayê disekinin, derketina wan bi saxî, mûcîze ye.“

15:51

Li Hatayê wêneyên erdhejê
         


15:36

Hejmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe

Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku 16 hezar û 170 kesan jiyana xwe ji dest dane û 64 hezar û 194 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane.

15:32

Dîmenê gundê Zeynep Ûşak ê Bazarcixê

15.26

Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê kampanyayên mezin hatine destpêkirin. Bi milyonan kes ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye û piştgirî û alîkariyê dide mexdûrên herêmên erdhejê. Yek ji piştrvaniya herî zêde ku bi mînakiya xwe bala gelê herêma Botanê dikişîne jî kampanyaya “Ji her malekî teştek nan” e. Li taxa Yenî ya Şirnexê welatiyan berê xwe dan firinan û ji bo mexdûrên erdhejê nan dan pijandin.

18 HEZAR NAN

Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya kampanyaya “ Ji her malekî teştek nan” 18 hezar û 200 nan ji bo mexdûrên erdhejê şand. Kampanyaya piştevaniyê ya li herêma Botanê bênavber didome.

15:10

Komeke HDK’yî û HDP’yî ya bi 40 kesan ber bi cihê erdhejê ve bi rê ket

Nêzîkê 40 kesên di nav Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDK’ê û HDP’ê de, ji bo biçe Semsûrê ji Stenbolê bi rê ket. Meclîsa Çand û Hunerê û Tenduristiyê ya HDK’ê, Navenda Çand û Hunerê ya Golge (GKSM), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Weqfa Lêkolînên Zanist, Perwerdehî, Çand û Hunerê (BEKSAV), Komeleya Dema Jinan û gelek endamên rêxistinên civakî yên sivil di bin banê koordînasyonê de ne. Koma koordînasyonê, bi çenteyên alîkariya destpêkê, betaniye, tilûmên razanê û fenerên destan û gelek alav û amûrên bingehîn ên ji bo jiyanê, bi rê ket.

Komeke din a ku di nav Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDK’ê û HDP’ê de ye, wê bi şev ji bo biçe Mereşê bi rê bikeve.

15:06

Rewşa awarte bi meriyet bû

Biryara ji bo Rewşa Awarte ku wê bi sê mehan li deh bajarên erdhejê bandora xwe kiriye derbasdar bibe, tevî xwenerazîkirina muxelefetê li Meclîsê hat qebûlkirin û bi meriyet bû.

15:05

Olûç: Sedema zêdebûna hilweşînê desthilatdarî ye

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku sedema mezinbûna felaketa erdhejê desthilatdarî ye û destnîşan kir ku wê bi Rewşa Awarte re rewş yekcar ne xweş  bibe.

15.04

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji ber alîkariyê spasiya xelkê Başûr kir

Nûnertiya Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî bi daxuyaniyek spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêj kiriye ji bo mexdûrên erdhejê û got, ew berpirsyariya şandina alîkariyê digirin ser xwe.

14:15

Li Elbistanê li ser ji sedî 70’ê kavilan xebatên rizgarkirinê nehatiye kirin

Li Elbistanê xebatên rizgarkirinê piştî du rojan dest pê kir. Piraniya xebatan ji aliyê kesên xêrxwaz tê kirin. Li navçeyê nêzî 3 hezar avahî hilweşiyane. Ji sedî 70’ê navçeyê hilweşiyaye. Li ser ji sedî 70’ê kavilan jî tu xebatên rizgarkirinê nehatiye kirin. Li bajêr qet kon nehatine vegirtin, sir û serma zêde ye, gel nikare li hemberî sermayê xwe biparêze. Bi hinceta ku wê otopsî were kirin, destûr nayê dayîn ku cenaze werin veşartin. Li gundan rewş xerabtir e.

13:59

Alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê tê astengkirin

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Berîvan Xalid diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê nahêlin alîkariya ku ji bo herêmên erdhejê şandine bigihêjin cihê xwe.

13:52

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr alîkarî tê berhevkirin

13:04

Li Silopiyayê kampanya alîkariyê bênavber dewam dike

13:03

Li navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê 30 hezar serlêdan hate kirin

Li Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê heta saet 14:00 30 hezar mexdûrên erdhejê serlêdan kirin. Di nava kesên serlêdan kirine, mirovên ku xizmên wan di binê xirbeyan de hene û nikarin xwe bigihînin xizmên xwe, hene. Gelek kesan ji bo alîkariyê bi mexdûran re bikin xwe gihandin HDP'ê.

12:46

Ji Silopiyayê dîmenê alîkariyê

12:45

Li gorî dewletê hejmara qurbaniyan 14 hezar û 351 kes e

Li gorî rayedarên dewleta Tirk, heta saet 14:25'an hejmara mirovên di erdhejê de jiyana xwe jid est dan 14 hezar û 351 kes e. Tê gotin, hejmara rastî ya qurbaniyan ji hejmara fermî gelekî zêdetir e.

12:24

Dîmenên nexweşxaneya dewletê ya Elbistanê

 

12:23

Hejmara kesên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 162 kesan

Hejmara kesên di erdheja li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 162’an. Hejmara birîndaran jî bû 5.235. Hat ragihandin ku birîndarên ku ji bin kavilan hatin derxistin şandine navendên tenduristiyê, mexdûrên erdhejê yên ku malên wan hilweşiyan an jî zirar dîtine jî, bi şev li kolanan mane.

12:01

Polîsên Tirk dest danîn ser alîkariya ji bo Meletiyê dihate şandin

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê TIR'ek bi barê alîkariya jiyanî û xurekê ji navçeya Wêranşar a Meletiyê re şand. Lê belê polîsên Tirk li pêşiya navçeyê wesayit sekinandin û dest danîn ser. Polîsan li gel îtirazan jî qesayit nedan.

12:00

Baroya Îzmîrê: Girtiyên li herêma erdhejê bila karibin malbatên xwe bibînin

Baroya Îzmîrê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ên piştî erdhejê ji Wezareta Edaletê pirsî. Di daxuyaniya Baroya Îzmîrê de hate ragihandin ku li girtîgehên li herêma erdhejê di asteke giran de mafên mirovan hatiye binpêkirin, êşkence û kiryarên xerab hatine kirin û xwest ku girtiyên li herêma erdhejê karibin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.

11:49

Alîkariya ji Botanê hat li Dîlokê tê belavkirin

TIR ên bi barê alîkariyê ji Botanê hatin şandin gihîştin Dîlokê. Malzemeyên alîkariyê ji aliyê Maseya Krîzê ya HDP'ê ve bi rengekî organîzeyî têne belavkirin. Nan, av, paçê zarokan, xurek, betanî û pêwîstiyên sereke ji aliyê dilxwazên ji Êlih, Sêrt û Şirnexê hatine li navenda Dîlokê, li navçeyên Nûrdagi û Îslahiyeyê li hewcedaran têne belavkirin.

11:48

Li gorî dewleta Tirk hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 14 hezar û 14 kesî

Li gorî rayedarên dewleta Tirk, hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 hezar û 14 kesî. Hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 794 kes.

Çavkaniyên li herêmê dibêjin ku hejmara rastî ji ya fermî qat bi qat zêdetir e.

11:42

KNK: Dem dema piştgiriya neteweyî, xwedîderketin û alîkarî ye!

11:28

Guleryuz: Feraseta navendîparêz têk çûye, em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin

11:23

Ji Colemêrgê 18 TIR bi barê alîkariyê bi rê ketin

Li Colemêrgê di çarçoveya kampanya alîkariyê de ya HDP'ê û rêxistinên civakî yên sivîl dane destpêkirin, alîkariya li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê hatin komkirin ji herêmên erdhejê re hatin şandin. Li navenda bajêr 5 TIR û 2 wesayitên veguhastinê, li Geverê 12 TIR, li Şemzînanê TIR'ek, li Çelê qemyonek bi barê alîkariyê ber bi herêmên erdhejê ve bi rê ketin.

11:21

Tenê li Goristana Yenîkoyê 152 kes hatin veşartin

Li gorî daneyên Maseya Krîzê ya Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, 182 kesî jiyana xwe ji dest dan, hezar û 80 kes birîndar bûn, tedawiya 130 birîndaran dewam dike. Ji birîndaran jî 32 kes li servîsên lezgîn têne dermankirin.

Li bajêr tenê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê heta niha 152 kes hatine veşartin. Bi cenazeyên ku ji bajar, navçe û gundên derdorê re hatine şandin tê texmînkirin ku ev hejmar gelekî zêdetir be. Li gorî agahiyan, li morgên nexweşxaneyan herî kêm 33 cenaze hene.

11:16

Yuksekdag: Ev enqaz ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dîl tê girtin, ji bo malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, peyameke sersaxiyê weşand. Yuksekdag bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, "Êşa me gelekî mezin e. Sersaxiyê ji hemû malbatan û gelê me re dixwazim. Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Ev enqaz enqazeke siyasî ye, enqaza ku ji aliyê vê desthilatdariyê ve hatiye afirandin. Em ê bi hev re ji binê vê enqazê derkevin, bi hev re vê enqazê rakin. Her wiha enqazeke ku di heman demê de ji ber afeta xwezayî rû daye. Çi dibe bila bibe em ê vê enqazê bi hev re rakin. Em ê bi hev re jiyanekê ava bikin. Dema ku me ev hêvî mezin nekir, wê hingî rehên me yên jiyanê biçikin. Rêyeke cuda li pêşiya me nîne."

10:56

Li Rûsya û CDS kampanya piştevaniyê

Kurdên li Rûsya û welatên Civata Dewletên Serbixwe (CDS) ji bo mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê dest bi kampanya alîkariyê kirin. Nûnerên saziyên Kurdan li paytexta Rûsya Moskowayê li hev kom bûn û dest bi kampanayyê kirin.

10:46

Ev der taxa Kurdan e ji ber wê alîkarî nayê kirin

Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Bazarcix a Mereşê jî terqî mirinê hatine kirin. Yek ji kesên ku ji erdhejê rizgar bû got, "Heta niha alîkarî nehatiye. Dewlet tune, şaredar, walî, qaymeqam ne li vir in. Çima nayên? Çûne cem yên xwe. Ji ber ku ev der taxa Kurdan e, ji vir hez nakin. Bi tenê parlementerên partiya mûxalefetê hatin. Parlementerên HDP’ê yên Amedê hatin. Em tî û birçî ne. 2 roj şûnde xwarin hati. Ji Dêrsim, Amed, Edene, Mêrsîn, Enqere û Stenbolê hatin. Ka dewlet? Mala min xera bû. Berpirsê wê desthilatdarî ye. Mûxalefet jî bi me re ye.”

Mexdûrekî din ê erdhejê jî got “Me rahişt zarokan û em derketin derve. Her tişt wêran bû, çare nema, em ji bin xirbeyan derketin. Deng ji kesî derneket. Tîmên AFAD'ê hatin û vegeriyan. Em tî û birçî li bendê ne. Me hewl da em biskuvî, kûrabiyeyan peyda bikin, me da zarokan. Em li benda alîkariyê ne.”

Jina ku bi karê rojane debara xwe dike jî wiha got: "Ji bilî çend cil û bergên me tiştekî din li ser me nemaye. Em nizanim çi bikin. Ez çûm û min ev xanî bi heqdestê rojane ava kir. destan. Ez rojê bi 100 lîreyî dixebitim. Ez ê dîsa çawa ava bikim? Min kolîya alîkariyê vekir, mont xwest, bi min re xeyidîn.”

10:37

KONGRA-GEL: Em mirovên xwe nekin hewcedarê namerdan

10:31

Guleryuz: Em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin

Mahfûz Guleryûz li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê axivî û got “Mirov terqî qederê hatine kirin, feraseta navendî hilweşiya. Em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin.”

10:29

KONGRA-GEL: Em gelê xwe muxtacî nemerdan nekin

KONGRA-GEL derbarê erdhejê daxuyaniyek weşand û got “Heyva Sor a Kurdistanê him ji bo Bakur û him jî ji bo Rojava kampanyayê dimeşîne. Di van rojên giran de em gelê xwe muxtacî nemerdan nekin.”

10:07

'Ji ber ku alîkarî nehate kirin, mirov mirin'

Ji bo malbata xwe ya li navçeya Bazarcix a Mereşê di binê kavilan de mayî kesek ji Parîsê xwe gihand navçeyê. Kesê navborî got, "Ji ber ku alîkarî nehat, mirovan jiyana xwe ji dest dan."

Tahîr Karadûrûk nerazîbûn nîşanî bêderfetiyê da û got, "Roja sêyemîn a afetê, ez serê vê sibehê ji Parîsê hatim. Ya ku hûn dibînin mala me ye." Tahîr Karadûrûk bi dewamî got, "Dayik û bavê min lê diman. Dayika min dema razayî bû, bavê min nîvê şevê saet di 03:00 de bi tesadûfî radibe tiwaletê û wê kêliyê xanî hildiweşe. Bavê min yekser diçe ser banê xanî û ji wir xwe berdide xwarê. Dayika min li hundir dimîne. Roja destpêkê deng tê, roja duyemîn jî deng tê. Kes nayê. Gelek mirov ji xwe ji ber vê yekê mirin."

Karadûrûk got, "Niha alîkarî hatiye, lê belê mazot nîne ku dozer û kepçe pê bixebitin."

Karadûrûk diyar kir ku wî bi pereyê xwe mazot kiriye û got, "Eger ne ji wê mazotê bûya niha heval nikarîbûn li vir bixebitiyan." Piştre jî spasiya wan mirovan kir ku ji bajarên cuda hatine alîkariyê.

10:01

Li Hatayê alîkariyê nadin taxên Elewiyan!

09:49

Ji Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê kampanyaya alîkariyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo alîkardayîna mexdûrên erdhejê yên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê "Bi hev re ji bo mirovahiyê" kampnayaya alîkariyê da destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampnaya wê heta 20ʹê Sibatê dewam bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Herêmên Sûriye bi tevahî û Bakurê Kurdistanê rastî felaketeke mirovî hat. Ji ber vê yekê ji me wekî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi tevahî pêkhateyên wê tê xwestin ku pêngaveke wiha ragihînin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û birîndaran re şîfaya lezgîn hate xwestin û hate gotin: "Ji tevahî gelê me tê  xwestin ku biçin konên ku li bajarok û navçeyan hatine vegirtin û li gorî derfeta xwe alîkariyê pêşkêş bikin.ʹʹ

09:26

Li Brîtanyayê ji bo mexdûrên erdhejê torên hevgirtin û alîkariyê

09:16

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê: Alîkariya madî çêtir e

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk dest didane ser alîkariya alavan û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku bi madî alîkarî bikin.

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser alîkariya ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê berhev dike daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dest bi ser alîkariyên tên şandin, digire. HDP’ê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku bi madî alîkarî bikin. 

HDP’ê diyar kir ku AKP û dewleta Tirk dest bi ser tevayî pêdawîstî û alîkariyên alavan ku ji Herêma Kurdistan û hemû welatan tên şandina Bakurê Kurdistanê de digre. Ji bona wê ew daxwaz ji welatî, çalakvan, rêxistin û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê dikin, alîkariya ku ji bo Bakurê Kurdistanê tê komkirin tenê bila madî be.

HDP’ê da xuyakirin ku bila alîkariyên madî radestî organîzetorên kampanyan bikin ji bo bigihêje mexdûrên erdhejê.

Nûnertiya HDP’ê li ser alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê de jî got, ji bo Rojavayê Kurdistanê welatî dikarin hemû cûre alîkariyek bikin, ti astengî ji bo gihandina mexduran nine.

09:05

Hejmara qurbaniyên erdhejê yên li Amedê gihîşt 182 kesan

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê li ser rewşa dawî ya bajêr agahî parve kir. Li gorî vê yekê li Amedê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 182 kesî. Her wiha 1080 kes birîndar in, 32 ji wan li beşa lezgîn, 130 jî li nexweşxaneyan têne dermankirin. Platformê bang li şêniyên bajêr kir ku xwe nêzî wan avahiyan nekin ên ku xisareke giran li wan bûye.

09:03

TIR'ên alîkariyê ji Êlihê bi rê ketin

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê û rêxistinên civaka sivîl ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferberî îlan kirin, 7 TIR û 2 qemyon zexîre ji Dîlok, Semsûr û Meletiyê re şandin. 

09:00

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji bo alîkariya lezgîn bang kir

Desteya Rêveberiya Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û dewletên endamên Konseya Ewlehiyê, civakên navneteweyî û herêmî yên têkildarî mafên mirovan, Xaça Sor û Heyva Sor kir, ku bi lez mudaxele bikin û alîkariya şêniyên Sûriyeyê bikin ku di encama erdhejê de zirar dîtine.

08:56

Xelkê Hatayê ji dewletê aciz e

08:53

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya erdhejê giran dibe

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Sûriyeyê, ji ber erdhejê herî kêm 2 hezar û 998 kesî jiyana xwe ji dest dane.
 

08:42

Li Semsûrê gelek mirov di binê kavilan de ne, cenaze li kolanan e

Li Semsûrê di roja 4'an a erdhejê de jî gelek mirov di binê bi sedan avahiyên hilweşiyayî de ne. Cenazeyên ji binê kavilan hatin derxistin li korîdorên nexweşxane û dibistanan, li kolanan têne hiştin. Li bajêr ku kon nehatine vedan, mexdûrên erdhejê li ber malên xwe yên hilweşiyayî agir dadan û şeva xwe bi vî rengî derbas kirin. Gel bi derfetên xwe hewl dide mirovan ji binê kavilan rizgar bikin.

08:32

Li Bazarcixê gelek mirov di binê kavilan de ne

Li Bazarcix û gundên wê heta niha zêdeyî 800 kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne. Ji sedî 50 ê navçeyê xera bûye. Hîn jî gelek mirov di binê kavilan de ne.

Cemxane, maseyên krîzê û navendên alîkariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber kar dikin. Ji bo av, xwarinê bigihînin şêniyên navçeyê dixebitin. Tîmên alîkariyê ji Amed, Çewlik û bajarên din ên derdorê jî hatin.

08:29

Temellî: Rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê eşkere bû

08:24

Ji Hatayê wêneyên erdhejê
         


        

08:14

Dîmenên ji Bazarcixê

07:53

Jinên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya nan dan destpêkirin

Jinên li Silopiya Şirnexê kampanyaya ‘Ji her malê teştek nan’ dan destpêkirin. Jinên li taaxên Barbaros, Kizir, Ofîs û Cûdiyê nanên ku lê xistine wê bişînin herêmên erdhejê.

07:46

Tîmên rizgarkirinê nehatine Keferdizê

Li Taxa Keferdiz (Sakçagoz) a Nûrdagiya Dîlokê hemû xanî hilweşiyane. Li taxê herî kêm 3 hezar kes hene û heta niha tu tîmên rizgarkirinê neçûne taxê. Gel bi derfetên xwe hewl dide cenazeyan ji bin kavilan derxîne.

07:37

Parlementera HDP’ê Oya Ersoy: Hatay nemaye

Parlementera HDP'ê Oya Ersoy diyar kir ku di roja ewil de li Hatayê tu alîkarî tuneye, di roja duyemîn de jî partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk dest bi alîkariyê kirine. Ersoy diyar kir ku vînç û amûrên teknîkî di roja 3’emîn da hatin navenda bajêr. Ersoy destnîşan kir ku li navçeyên dûr xebateke profesyonel a rizgarkirinê tuneye û wiha got: "Êdî Hatay nemaye. Ji çar paran sê parên Hatayê hilweşiyaye. Mirov ji roja pêşîn ve nikarin têkevin cihên girtî, tu xanî nayên bikaranîn. Her kes li kolanan e. Av tune, elektrîk tune, telefon tune.”

 

07:27

Li Hatayê mexdûrên erdhejê: 2 roj in alîkarî nehat

Kesê ku li Hatayê ji erdhejê, sax filitî diyar kir ku 2 roj in tu alîkarî nehatiye û piştre rêxistinên sivîl alîkariya wan kirine.

07:24

Adem Kara yê ku ji erdhejê rizgar bû: Em 2 rojan birçî û tî man

Adem Kara yê ku li Meletî ji erdhejê rizgar bû, got: “Hemû avahî hilweşiyane, kesên sax mane jî parçe bûne. Ez ji navendê hatim. Rewşa wir bi rastî xerab e. Em nikarin nan û avê bibînin. Em du roj tî û birçî bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. Me digot qey tenê li Meletiyê erdhej çêbûye. Lêbelê, me karîbû êvara berê li televîzyonê temaşe bikin. Me dît ku li her derê bûye. Dozer û kepçe hewce ne.”

07:21

WHO: Dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusê di civîneke çapemeniyê de got “Ez ji bo kesên ku ji ber erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim. Ji bo rizgarkirina mirovan em dixebitin. Pêdiviya mirovan bi stargeh, xwarin, ava paqij, lênihêrîna bijîşkî û karûbarên din ên tenduristiyê heye. WHO ji bo têkoşîna li her du welatan tê kirin Ji Fona Rewşa Awarte 3 milyon dolar veqetandiye.”

Ghebreyesus diyar kir ku WHO malzemeyên tibbî da her du welatan û alîkariya lênerîna tibbî ya taybet dike. Ghebreyesûs got “Balefirên ku malzemeyên tibbî û û kîtên travmaya cerrahî tê de ne, wê yek biçe Stenbolê û ya din jî biçe Şamê. Em plansaziya balefira sêyemîn dikin.”

Ghebreyesûs bal kişand ser wê yekê ku ekîbeke bilind jî ji bo kordînekirina mudaxeleyên WHOyê yên li qadê hatiye şandin û wiha got: "Li her du welatan jî 77 tîmên tenduristiyê yên neteweyî û 13 tîmên tenduristiyê yên navneteweyî li dixebitin."

 Midûrê Giştî yê WHO jî diyar kir dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde be.

07:14

Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Saziya dewleta Tirk AFAD’ê ragihand ku heta saet 0745’ê 9’ê Sibatê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 12.873. Hejmara birîndaran jî bûye 62.937.

07:12

Temellî: Desthilatdariya AKP-MHP'ê vê carê jî li ser sûc hate girtin

Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî ku di heyeta HDP'ê ya Mereşê de cih digire, diyar kir ku rewş hê jî gelekî giran e û bal kişand ser vî tiştî ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi sekinandina twîtterê sûcên xwe vedişêre.

05.14

Li Qibrisê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya hate destpêkirin

Li Qibrisê bi pêşengiya Komîsyona Piştevaniya Gelê Kurd û nûnerên Kurdan, ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re kampanya alîkariyê hate destpêkirin.

05:13

Li girtîgeha Hatayê 3 mehkûm hatin kuştin

Li Girtîgeha Hatayê di dema îsyana doh de 3 mehkûm hatin kuştin.

Li beşek Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, girtî û hikumxwarên edlî doh êvarê serî hildan.

Rayedarên Tirk li ser mijarê daxuyanî dan û bûyer weke 'hewldanek ji bo revê' pênase kirin. Hate ragihandin ku di bûyerê de 3 mehkûm mirine, 12 mehkûm jî birîndar bûne.

Karasû: Divê civaka me piştevaniyek xurt bike!