Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji ber alîkariyê spasiya xelkê Başûr kir

Nûnertiya Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî bi daxuyaniyek spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêj kiriye ji bo mexdûrên erdhejê û got, ew berpirsyariya şandina alîkariyê digirin ser xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî li navenda xwe daxuyaniyek da û spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêjî mexdûrên Erdhejê kirine.

Daxuyanî ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd ve hate dayîn.

Swêd destpêkê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest.

Swêd anî ziman ku ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve di serî de xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bi saziyên xwe, kesayet, welatparêzan ve bûn seferber ji bo alîkariyê kom bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê û got: “Bi hestekî niştimanperwerî û mirovî ketin tevgerê.”

Nûnera Rêveberiya Xweser spasiya hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku destê alîkarî û kedek mezin da ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê kirin û got: “Ji bo alîkariya tê kirin, bi rengeke baş bigihêje mexdûrên erdhejê em Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî berpirsyartiyê digirin ser milê xwe.”