Temellî: Rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê eşkere bû

Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî ku di heyeta HDP'ê ya Mereşê de cih digire, diyar kir ku tabloya erdhejê hê jî gelekî giran e û astengkirina Twîtterê weke hewldana veşartina sûcên desthilatdariyê nirxand.

Di her du erdhejên mezin ên li Mereşê de ku li pey hev rû dan, gel bi derfetên xwe hewl dide birînên xwe bipêçe û nerazîbûnê nîşanî desthilatdariya AKP û MHP’ê dide. Qenala medyaya dîjîtal Twîtter ku qada herî zêde nerazîbûn lê tên nîşandan, ji aliyê desthilatdariyê ve hate girankirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî hem rewşa dawî ya li Mereşê ku niha lê ye û hem jî geşedanên di qada siyasî de ji ANF'ê re nirxand.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî ku weke heyeta HDP'ê li Mereşê ye, rewşa dawî ya li bajêr bi vî rengî vedibêje, “"Xuya ye bandorên herî hilweşîner ên van her du erdhejên mezin li Mereş, Semsûr û Hatayê ne. Mirov dikare rewşa li vir weke qiyemetê jî binirxîne. Bi taybetî Bazarcix û Elbîstan bi temamî hatine hilweşandin, ne pêkane ku mirov rastî avahiyek saxlem bê. Wêraniya li navendê jî mezin e, li wir jî wêraniyeke giran heye.”

MUDAXALEYA DEREENG WINDAHÎ ZÊDE KIR

Temellî destnîşan kir ku her çend erdhej dijwar bû jî, berpirsyarê sereke yê wêrankirinê pêkanînên desthilatdariyê bûn û wiha got: “Ev rûxandin ji ber bandora erdhejê pêk tê, lê sedema ku erdhejê bandoreke wiha giran kir, bêguman pratîka desthilatdariya îro ye. Ji ber ku tê zanîn ev herêm herêma erdhejê ye. Zanyaran bi taybetî li ser vê herêmê xebatên pir cidî kirine. Ev rapor in û bi taybetî Tirkiye welatekî erdhejê ye û ev kember yek ji mezintirîn herêmên erdhejê ye. Li van herêman bajarên li hemberî erdhejê divê bên avakirin. Mixabin di vê mijarê de tu hewldan çênebûne. Tabloya encam vê yekê nîşanî me dide.

Di bin avahiyên hilweşiyayî de hê jî mirov hene. Ji ber dereng tevger çêbû, windahiyên jiyanê zêde dibin. Li cihê ku van bajaran weke herêmên karesatê bê îlankirin, roja ewil tu tiştek nehate kirin. Di roja duyemîn de çi bê kirin hat nîqaşkirin, lê niha tevgerek heye. Lê vê yekê encamek çêkiriye ku dê windahî gav bi gav zêde bibin. Bandorek din a girîng şert û mercên zivistanê ye. Sermaya zêde jî dibe sedem ku mirov di bin wan avahiyan de jiyana xwe ji dest bidin. Di vê de jî em bandora derengketina destwerdanê dibînin.”

JI GUNDAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Temellî anî ziman ku kêm-zêde alîkarî piştî roja sêyemîn dest pê kir û destnîşan kir ku, hejmara kesên hatine alîkariyê jî têrê nake û wiha dom kir, “Amûrên înşaetê û tîmên rizgarkirinê tenê ber bi hin navendan ve tên arastekirin, lê em bi kêmasiyeke wisa mezin re rû bi rû ne ku em dibînin ku alîkarî nagihe gelek cihan, bi taybetî navçe û gundan. Ji gundan heta niha tu agahî nayê girtin. Em li çend gundan rawestiyan, bi şans tu ziyanek canî çênebû, lê nekarîn bikevin nava xaniyan ji ber gelek ziyan dîtine. Mirovên ku sax rizgar bûne an jî ji bin avahiyan de hatine derxistin, nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Alîkarî negihaye vir. Stargeh tune, av, nan, derman û şîrê zarokan jî. Divê di zûtirîn dem de çadir bên vedan. Sedema vê encamê qelsiya desthilatdariyê ye. Zîhniyeta desthilatdariyê ya li dijî civakê û gel ev e. Her dem dibêjin em bi hêzin û komên me yên rizgarkirinê hene. Ka li kur in? Pêwîst nedikir ku em banga alîkariyê bikin. Bila mirov serê xwe li konekî deynin, ya jî qet nebe xwe têr bikin, xwe li du betaniyan bipêçin. Hûn li ku derê dibin bila bibin, em bi hovîtiyeke mezin, rewşeke giran re rû bi rû ne." 

DESTHILATDARIYEK KU 40 SAETAN NAKEVE TEVGERÊ

Parlamenterê HDP'ê Temellî diyar kir ku, ji erdheja 99'an ders nehatiye derxistin û daxuyakirin ku sedema rewşa awarte û girankirina Twitterê veşartina sûcên xwe ne û wiha got: "Ji erdheja 1999'an û vir ve tu ders nehatine derxistin. Di erdheja 2023’an de me dît ku hin saziyên hatine avakirin ka çiqas lewaz mane. Ger tedbîrek xurt di 23’ê salan de hatibana girtin, dibe ku îro ev tablo derneketiba holê. 

Bi vê erdhejê re derket holê ku desthilatdariyek ku ev 20 sal in hemû derfetên gel ji bo debara xwe, jiyan û dewlemendiya xwe xerc kiriye, ketiye bin lingan. Heta niha gelê Kurd, hêzên li dijî faşîzmê û HDP’ê vê rastiyê tanîn ziman. Lê niha hemû civakê rûyê rast yê vê desthilatdariya heyî dît. Di vê mijarê de hemû sûcên desthilatdariyê bi carekê de hatin eşkerekirin. Bi wê panîkê re, ew hê jî hewl didin ku vê yekê veşêrin. Bi qedexekirina înternetê, gefxwarinê, derewan an jî zêdekirina êrîşên xwe, dîsa jî vê vedişêrin û hesab dikin ka em çawa dikarin ji vir derkevin. Desthilatdariyek ku 40 saete nekariye tiştek bike li holê ye. 40 Saet ji bo jiyana mirovan gelek bi qîmet û girîng in.”