Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr alîkarî tê berhevkirin

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr bi pêşentiya HDP, YNK’ê û Tevgera Demokrasî ya Gelê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buzitneweyî Demokrasî ya Gelê Kurdistanê û Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi amanca komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê re lihev civayan û biryar dan hevkariya hev bikin.

Di vê çarçoveyê de bi tevlîbûna aliyan daxuyaniyek li navenda Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr hate dayîn.

Nûnera HDP’ê Nahîde Ermiş di serî de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şifaya xêrê jî ji bîrîndaran re xwest.

‘EM DEST BI KAMPANYA XWE DIKIN’

Ermîş diyar kir ku bûyer bi êş û giran e û got: “Îro li Bakurê Kurdisanê bi hezaran kes li bin xirbeyan li benda rizgarkirinê ne. Dewlet ji bo xilaskirina welatiyên li bin kavil û xirbeyan derfetê  xwe bikar naîne. Ev xema me zêdetir dike. Em jî li vir ketin nava hewldanan ku êşa gelê xwe kêm bikin, em bibin hevkar. Ji îro şûnde em dest bi kampanya xwe dike. Kê çi dikare bike bila piştevaniya vê bikin. Em bi awayeke xurt piştgirî bidin hemû xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Gelek kes tê serdan dike û piştevaniyê dikin. Mala wan ava.”

‘KÎ/Ê ÇI JI DESTÊ BÊ BILA ALÎKAR BE’

Li ser astengiyên dewleta Tirk a ji bo alîkarî negihêje mexdûrên erdhejê jî Ermîş ev agahî da: “Gelek alîkarî diçin, nagihêje gel. Kampanya me li ser du lingan bi rê ve biçe. Alîkariya kelûpel û xorekan bigihînin Rojava û madî jî ji bo Bakurê Kurdistanê bişînin. Em ê bi rêya HDP’ê vê alîkarî bişînin. Wê ti pirsgirêk aliyê me nebe, lê dewlet astengiyê dikin. Gelek kes ji sermayê jiyana xwe ji dest didin. Em bang dikin, kî çi ji kê tê bike em ê kêfxweş bibin. Em vê weke erkeke netewî, olî wijdan û exlaqî dibînin û wisa nêzîk dibin.”