Li Brîtanyayê ji bo mexdûrên erdhejê torên hevgirtin û alîkariyê

Saziyên Kurdan, şoreşger, çepgir û Elewiyan li Brîtanyayê li gelek bajaran maseyên krîzê ava kirin û ji bo mexdûrên erhejê kampanya dan destpêkirin.

Li Londrayê ji kalan heta ciwanan, ji xwendekaran heta kedkaran her kes ji bo alîkarî û piştgiriya bi mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê seferber bûn.

Li Brîtanyayê, bi taybetî Navendên Civaka Kurd û hin komeleyên herêmî, bi rêya hesabên banka Heyva Sor banga hevgirtin û alîkariya lezgîn kirin. Li gel vê li bajêr gelek saziyên wekî Meclîsa Gelê Kurd, Gîk-Der, Day-Mer, Dêrsim-Der, Federasyona Elewiyan, Cemevî, Navenda Çandê ya Yûz Çîçek Açsin, Dêrsim-Der Alxas û Kureciyan jî dest bi xebatên kampanyayan kirin. Di heman demê de saziyên ku Komeleya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê pêk tînin li kampusa Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) Maseya Krîzê ava kirin. Maseya Krîzê ya ku Parlamentera Partiya Karkeran Feryal Clark Demîrcî jî di nav de ye, wê bi gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî re hevdîtinan pêk bîne û ji bo piştgirîkirina pêdiviyên lezgîn ên mexdûrên erdhejê bixebite.

TIŞTA PÊŞÎN BERHEVKIRINA MADDÎ

Maseya Krîzê ji hesabên xwe yên medyaya civakî bang li raya giştî kir û xwest ku alîkarî bi taybetî Heyva Sor bi rêya saziyan û bi pereyan bê kirin. Saziyan bi bîr xist ku kamyonên ku di salên borî de ji bo erdhej û felaketên bi vî rengî hatine berhevkirin, li gumrukê hatin ragirtin û hatin desteserkirin, saziyan diyar kirin ku alîkariya pereyan wê di warê peydakirina hewcedariyên herêmê bi kêr were.

BILA ALÎKARÎ JI SER HEYVA-SOR WERE KIRIN

Meclîsa Gel a Kurd jî ji bo ku bigihêje mexdûrên erdhejê, bi rêya Heyva Sor alîkariyan dike. Dema ku Heyva Sor li avahiya KCC ya Londrayê Maseya Krîzê diafirîne, meqbûzên bexşînê û alîkariya dirav jî tê qebûlkirin. Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Londrayê Turkan Budak û Baran Pazarcik bang kirin ku bila bi rêya Heyva Sor alîkarî bê kirin û gotin, “Ji ber erdhejeke dijwar gelek bajarên me wêran bûn, bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar in. Li her bajar, navçe û gundê ku erdhej lê çêbûye bi lezgînî û cidî hewcedarî bi alîkariyê heye. Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku guh bidin vî dengî û xemsar nebin. Bi nêzîkatiyeke hestiyar û berpirsyar em dikarin birînên xwe derman bikin û êşa xwe sivik bikin.

NAVNÎŞANÊN ALÎKARIYÊ

 Meclîsa Gelê Kurd daxwaz kir ku navnîşana banka navendî ya Heyva Sor ji bo alîkariya aborî bê bikaranîn. Ji bo kesên ku dixwazin li Brîtanyayê alîkariyê bikin ev navnîşan hat dayîn: “Heyva Sor a Kurdistanê e. V. Kreissparkasse Köln Konto. Nr: 40 10 481 BLZ: 370 502 99 IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81 BIC/SWIFT: COKSDE33XXX”

CIWAN Û XWENDEKAR JI BO PIŞTEVANIYÊ KAR DIKIN

Ciwanên Elewî yên Kurd li Brîtanyayê alîkariyê didin tevnên piştevaniyê. Li zanîngeha SOAS'ê komek ji xwendekarên Kurd xerciyên xwe dan hev û gihandin Heyva Sor. Her wiha ciwanên ji Alxas û Tîlkîliyê jî paketên ji betanî, cilên razanê, alavên germkirinê, paçên zarokan, xwarina pitikan ji malan kom kirin û gihandin wan şîrketên kargo kuk ragihandin wê bêpere bigihînin cihên pêwîst.

DOKTORÊN NHS'Ê 'AŞXANE' AVAKIRIN

Li Londonê doktorê Kurd Îbrahîm Yahlî tevî komek ji doktorên NHS'ê (Xizmeta Tenduristiyê ya Neteweyî) tevneke piştevaniyê ava kir. Doktoran aşxaneyek li Riha û Pirsûsê ava kirin. Ji bo saziyên li Londonê ji xwendekaran heta bi karkeran her kes ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê dixebitin. Gelek karsazan bi TIR'an av û xurek amade kirin.

LI BAJARÊN BRÎTANYAYÊ ALÎKARÎ TÊ KOMKIRIN

Ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve li gelek bajaran standên Heyva Sor hatin danîn û alîkarî têne komkirin. Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Exeterê jî stand hate danîn, hem li ser encamên erdhejê agahî hate dayin hem jî alîkarî hate komkirin. Li Liverpool, Manchester û Brightonê jî karên berhevkirina alîkariyê dewam dike. Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê li Navenda Krîzê bi nûnerên dêr, mizgeft, saziyên civakî û komeleyan re hevdîtin kir û alîkariyê bi rêya Heyva Sor dişîne.

NABE KU EM JI BEXTÊ WAN RE BIHÊLIN

Navenda Civaka Kurd a Skoçyayê jî karên alîkariyê dimeşîne. Wê li navenda bajêr stand bêne danîn. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat anî ziman ku rejîma faşîst gel di nava mirinê de hiştiye û got, "Nabe ku em gelê xwe ji bextê van faşîstan re bihêlin. Em bi gelê xwe  re ne."