Guleryuz: Feraseta navendîparêz têk çûye, em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin

Li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê Mahfûz Guleryuz axivî û got, "Gel bê çare hatin hiştin. Feraseta navendîparêz têk çûye, em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin."

Li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinbûnê Muhafuz Guleryuz li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Navenda Koordînasyona Krîzê Emîralî Turkmen, Habîp Eksîk û Sultan Ozcan beşdarî civînê bûn.

Guleryuz der barê xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê û kêmasiyên li qadê de agahî da û wiha got: "Em 24 saetan xebatên xwe didomînin. Yekîneyên me yên navenda koordînasyona krîzê bê navber dixebitin. Hevrêyên me 24 saetan li ser telefonê ne. Li herêma erdhejê em hewl didin xwe bigihînin her kesî. Em hewl didin bibin dengê welatiyên xwe û xebatên me di vî warî de berdewam dike.”

Guleryuz wiha got: "Lê belê ji ber kêmasiya ekîbên rizgarkirinê hê jî bi deh hezaran welatî di bin kavilan de ne. Em bi hêrs in. Em hêrsa gelê xwe di dilê xwe de hîs dikin. Destwerdan kêm in, mirov ji qedera xwe re hatine hiştin. "

‘TIŞTÊN KU DESTHILATDARIYÊ DIBÊJE DEREW IN’

Guleryuz wiha axivî:

"Tiştên ku li herêma erdhejê qewimîn bi tevahî berovajiyê gotinên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Rastî gelekî cuda ye, mirovan xemgîn dike û rewşek xeter e. Navçe, gund û mezrayên ku hê negihîştine wan hene. Gelek kes telefonê yekîneyên me yên koordînasyonê dikin. Hevrêyên me timî li ser têlefonê ne. Agahiyên ku em distînin ev e ku bi hezaran kes di bin kaviland de ne. Mixabin her ku diçe hejmara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe. Mixabin, destwerdan gelek qelse. Mixabin mirov di bin kavilên hilweşiyayî de terkî qederê hatine hiştin.

Em dibînin ku AFAD li vir gelek qels maye. Tevî yekîneyên me yên koordînasyona krîzê û heyetên me yên li herêma erdhejê, me alîkarî jî organîze kir. Hevrêyên me yên partiyê û ciwanên me bi gelê me re ji bo gelê me ji avahiyên hilweşiyayî derbixin di nava xebatên rizgarkirinê de ne. Me ji bo pêdiviyên ku li herêma erdhejê hewce dike lîsteyek alîkariya lezgîn çêkir. Me li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev yek eşkere kir û em ragihandina wan didomînin. Di encama van daxuyaniyan de me bi welatiyên xwe re torên hevgirtinê ava kirin da ku bi hev re birînên erdhejê derman bikin. Em bi piştevaniya hem ji hundir û hem jî ji derve berfirehkirina vê torê didomînin.

'ENCAMA BAJARVANIYA ŞAŞ Û RANTÊ YE'

Heta niha bi sedan kamyon û pîkapên navenda me ya alîkariyê gihiştine herêma erdhejê û ev alîkarî bi awayek rêkûpêk dewam dike. Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em bi artêşeke dildar a ji 2 hezar kesî li qadê dixebitin. Ji kêliya ewil a erdhejê heta niha me xwe gihand gelek kesan û agahiyên winda bi AFAD û rayedarên herêmî re hatin parvekirin. Em bi desthilatdariyek ku civaka sivîl û partiyên siyasî di nav xwe de nagirin re rû bi rû ne. Dixwaze her tiştî navendî bike, lê nikare tiştek jî bike. Divê em rastiyek zelal û eşkere bînin ziman: Desthilatdarî di bin kavilan de maye. Desthilatdariyeke ku mirinê wek qeder dibîne û bi daxuyaniyên xwe gefan li gel dixwe heye. Tiştê ku tecrubeyên cîhanê nîşanî me didin ev e; felaketên xwezayî ne qeder in. Mirinên piştî karesatan encama bajarvanî û plansaziya rantê ya çewt e. Em qebûl nakin ku niha derkevin û bibêjin em çi bikin, qeder e.

EM DIKARIN VÊ BIRÎNÊ BI HEVGIRTINÊ BIPÊÇIN

Hemû hewldanên me ew e ku em pêşî li windahiyên nû bigirin û bi hevgirtinê re bi hev re van rojên reş derbas bikin. Em dikarin bi hev re vê birînê derman bikin. Ragihandina rewşa awarte, nîşaneya ku desthilatdarî di binê kavilan de maye. Vê erdhejê girîngiya demokrasiya herêmî û nenavendîbûnê nîşanî me da. Feraseta navendîparêz a dewletê têk çûye.

Erka me ya îro ew e ku li hember vê aboriya kirêt û nîzama hov em torên hevgirtina civakî hîn zêdetir mezin bikin. Ji duh ve me bi dirûşmeya ‘Niha dema hevgirtinê ye’ dest bi kampanyaya hevgirtinê kir. Em armanc dikin ku welatiyên xwe yên dixwazin bi malbatên mexdûrên erdhejê re hevkariyê bikin bînin cem hev û di navbera wan de bibin pirek demdirêj. Em bi destên xwe yên tazî, bi hêza xwe ya mirovî ya heyî hewl didin tiştek bikin."

PIRSGIRÊKÊN LEZGÎN

Guleryuz li ser pirsa "Pirsgirêkên pêşîn û lezgîn ên navenda we ya krîzê çi ne?" got:

"Niha di serî de pirsgirêka stargeh, birçîbûn e û mixabin ji duh ve komkirina cenazeyan pirsgirêkek e. Ev weke pirsgirêkeke mezin li pêşiya me ye. Em hewl didin van pirsgirêkan li qadê bi 2 hezar kesî çareser bikin. Ji bo vê yekê zêde derfet û hêza me nîne. Ji ber ku ji bo vê yekê pêdivî bi maşînên avahîsaziyê û alavên teknîkî heye. Em bi destên xwe yên tazî, bi hêza mirovî ya heyî hewl didin van tiştan bikin. Lê ez dubare bikim. Em hem li qadan û hem jî li navenda xwe bi artêşeke mezin a dilxwaz van xebatan dişopînin. Em bi endam û xebatkarên xwe yên partiyê re, bi rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên cuda re jî bi hev re dixebitin. TMMOB, KESK, DÎSK û şaredariyên cuda di nav de ye. Li qadan in û em hewl didin ku vê xebatê bi wan re koordîne bikin."