Li Hatayê alîkariyê nadin taxên Elewiyan!

Li Hatayê bi rojan de alîkarî neçûne taxên Kuçukdalyan û Sûbaşi yên Hataye. Şêniyên taxê gotin “Ji ber ku taxên Elewiyan e, alîkariyê nadin vir.”

Li Hatayê ku yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde xisar dîtiye, gel bêçare ye.

a erdhejê lê hat hîskirin, gel li qedera xwe ma. Li Hatayê gel ji bo xizmên xwe ji bin xirbeyan derxînin bê ceyran û bê av in û di şert û mercên xerab de li ber xwe didin. Ji ber ku makîneyên înşaetê di wextê xwe de negihîştin herêmê, gelek kesên ku di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên ku bi gotina "morg tije bûne" nebirin nexweşxaneyê, li taxên di nava xirbeyan de bi betaniyan hatin girtin. Gelê ku ji aliyê dewlet û hikûmetê ve di her warî de bi tenê ma, bi alîkariya gelek partî û sendîkayên wekî HDP, TOP, HDK, TKP, TÎP, Halkevlerî û Kaldiraçê li ser pêyan e. Piştî erdhejê 56 saet şûnde makîneyên înşaetê hatin herêmê û gelek mirov bi saxî hatin rizgarkirin.

Gelê Hatayê ku ji ANF'ê re axivîn, bertek nîşanî vê zilmê dan û gotin, "Ji ber ku em Elewî ne, ti alîkarî nehat şandin."

Taxa Kuçukdalyan a ku ekîba TOP'ê 48 saet piştî erdhejê dikare xwe bigihîne Hatayê yek ji wan taxan e ku dewlet alîkariyê nade. Samî Demîr ê ku em pê re axivîn, diyar kir ku her çiqas yek ji wêraniya herî mezin li Kuçukdalyan pêk hat jî tu sazî û dezgehên dewletê nehatine taxê. Demîr, diyar kir ku hemû cenaze di bin xirbeyan de mane û wiha got: “Tevî ku taxa yekemîn a di ketina bajêr de ye jî, ne jendirme, ne polîs û ne jî AFAD ne li vir in. Û niha li taxê bi rastî herî kêm 500 kes mirine. Min lingên keça xaltîka xwe di nav xirbeyan de dîtin, lê ji tirsa min nekarî destê xwe bidim avahiyê. Ger wan bi kêmanî kepçeyek bişandina, me dikaribû jiyana çend kesan rizgar bikin. Lê nehatin ku kavilan rakin, ne av û ne jî şorbeyek belav nekirin. Ev sê roj in ez ranezame. Herî dawîn ez çûm min camên marketê şikenand û min ji zarokan re xwarin anî.”

Demîr, anî ziman ku ev pêkanîneke bi zanebûn e û destnîşan kir ku Taxa Kuçukdalyan jî weke gelek taxên ku alîkarî lê nayên kirin navçeyeke Elewiyan e û tam ji ber vê sedemê alîkarî nehatine kirin. Demîr, bal kişand ku di vê pêvajoyê de ambulansên ku wan sekinandibûn jî alîkarî nedan wan û wiha got: "Di ambulansê de bijîşkên ku me rawestandibûn jî digotin 'doktorê me heye lê pêdiviyên me nîn in.' Keça min ji Mêrsînê ji min re derman şand. Dewletê ji me re derman neşand. Nepirsî em mirin an ma. Her wiha nîvê taxê ji kal û pîran pêk tê. Dewlet destekê nade Elewiyan."

Demîr, anî ziman ku di vê mijarê de şermezariyeke mezin li CHP'ê heye û got, "Me çend wekîl şandiye CHP'ê? Ger dewlet negere çima ew nehatin alîkariya gelê Elewî? Ew ê CHP sibê were bibêje, dengê xwe bidin me, lê em ê bi daran li wan bixînin.

Taxa Sûbasî ya ku em lê rawestiyan jî di heman rewşê de bû. Ji kesên ji erdhejê xilas bû Huseyîn Kuş jî diyar kir ku ne dewlet ne jî AFAD'ê serdana taxê nekiriye. Kuş, diyar kir ku avahiya 8 qatî ya ku ew lê diman xera bûye û diyar kir ku 3 roj in li vir tu kesî alîkarî nedaye wan.

Sergen Kuş gotina bavê xwe piştrast kir û got, “Ji sedî 80-90’ê Hatayê Elewî ye, ji ber vê yekê me di warê alîkariyê de di rêza sêyemîn û çaremîn de dihêlin. Ev ne nû ye, bi sedsalan wisa ye. Ne alîkarî, ne hewcehî û ne jî çadir hatin. Em li kolanê radizên, ji bo ku em germ bibin agir pêdixin. Marketa me heye û ji bo ku neyê talankirin em li ber wê nobedê digirin."