KONGRA-GEL: Em mirovên xwe nekin hewcedarê namerdan

KONGRA-GEL ji ber erdhejê daxuyaniyek da û got, "Heyva Sor a Kurdistanê hem ji bo Bakur hem jî ji bo Rojava kampanyayê dimeşîne. Di vê dema zor û zehmet de em mirovên xwe nekin hewcedarê namerdan."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

"Bila rehma Xwedê li wan mirovan be ku di erdheja mezin de jiyana xwe ji dest dane, Em şîfa xêrê ji birîndaran re, sersaxiyê jî ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, êşa wan parve dikin. Hilweşîn û windahiyên ji ber erdhejê rû dan, gelekî mezin e. Em vê êşê ji kûrahî ve hîs dikin. Divê gelê me bi ruhê seferberiyê xwedî li hev derkeve.

Ev erdhej beriya ku biqewime, nîşaneya wê hebû. Zanyarên pisporên erdhejê hişyar kirin ku di demeke nêz de wê erdhej biqewime, divê tedbîr bêne wergirtin û hişyarî dabûn hikumetê û saziyên pêwendîdar. Gotin ku hîn em qalê dikin, êdî zimanê me nema digere. Lê belê hikumeta Erdogan û saziyên pêwendîdar nexwestin van hişyariyan bibihîzin.

Ji ber ku Erdogan li şûna ku giraniyê bide ser pirsgirêkên bingehîn ên civaka Tirkiyeyê û çareseriyê peyda bike, ji aliyekî ve çavkaniyên welêt di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de çikand, li aliyê din jî çavkaniyên mayî jî pêşkêşî alîgirên xwe kir.

'ERDOGAN BERPIRSYARÊ SEREKE YÊ HILWEŞÎNÊ YE'

Pereyê ku bi salan e bi navê 'baca erdhejê' ji gel kom dikin, nediyar e ku dane ku derê. Erdogan Tirkiye kiriye şantiyeya rantê ya ji beton. Lewma berpirsyarê sereke yê hilweşîna mezin a bi serê gelên me ve hatiye, Erdogan bi xwe ye.

Di erdhejê de mijara herî girîng ew e ku enqaz bi lez bê rakirin û birîndar bêne rizgarkirin. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê vê yekê nake, di ser re pêşî li alîkariyê digire. Ragihandina Rewşa Awarte, zextên li ser medyayê, ferzkirina hemû karên alîkariyê bi rêya AFAD'ê, lewma lawazkirina alîkariyê, astengkirina piştgiriya sazî û şaredariyan, lawazkirina karê cemaweriyê nîşan dide ku dema mirov di binê xirbeyan de jiyana xwe ji dest didin, hikumeta Erdogan dest ji partîzaniyê bernade. Bi yek gotinê; Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê ya Erdogan di binê enqaza erdhejê de maye.

'DIVÊ GELÊ ME JI BO ALÎKARIYÊ LI BENDA KESÎ NEMÎNE Û BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Gelê me yê welatparêz bêyî ku li benda kesî bimîne ji bo alîkariyê divê bikeve nava liv û tevgerê. Gelê me rêxistinbûyî ye, fedakar e, parvekar e. Li dijî zor û zehmetiyan, li hemberî felaketan refleksa xwe ya xweparastinê xurt e. Bi vî rengî em dikarin bibêjin ku gelê herî bi tecrûbe û mînak e. Em di wê baweriyê de ne ku wê li hemberî felaketa erdhejê xwe bi rêxistin bike û seferber bibe. Astengiyên ku hikumeta AKP-MHP'ê û AFAD datîne pêşiya me divê nikaribin me bisekinînin. Divê em gelê xwe bi tenê, bêçare û bêhêvî nehêlin û teqez xwe bigihînin wan.

Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, divê alîkariya xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê yekser bigihîne gelê me. Alîkariyên ku bi rêyên cuda têne şandin, têne desteserkirin. Heyva Sor a Kurdistanê hem ji bo Bakur hem jî ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayê dimeşîne. Di vê dema zor û zehmet de em mirovên xwe hewcedarê namerdan nekin."