Şandeya Ewropî li Silêmaniyê serdana nûneriya Rojava kir

Şandeyeke ku ji Parlamentiya Ewropayê û rêxistinên siyasî yên cur be cur pêk tê, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir.

Şandeyek parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Ewropî li Silêmaniyê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Şande ji aliyê endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Şande ji Hevserokê Partiya Çep a li Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan, Cîgirê Rêveberê Weqfa Rosa Luxembourg Philip Degenhard, Nûnerê Partiya Demokrat ya Elmanyayê Fayik Yagizay, Şêwirmendê Fayiq Yagizay Dr Sarah Glynn û alîkarê Hevserokê Partiya Çep ya li Parlamentoya Ewrupayê Nora Friese pêk dihat.

Li gorî agahiyan di serdanê behsa rewşa demokrasî ya li Rojhilata Navîn, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatiye kirin. Herwiha astengiyên li ber demokrasiyê, metirsiya fikirê tundrew û dubare serîhildana çeteyên DAIŞ’ê hatiye axaftin.

Derbarê serdanê de endamê Desteya Rêveber ya Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Fethula Huseynî ji ajansa Rojnews re axivî. Fetula got ku serdana şandeyê di demek girîng de pêkhatiye û biryara sibe şande serdana Rojavayê Kurdistanê jî bike.

Fethula Huseynî di dewamê de got; “Wê li Rojava serdana hemû saziyan bikin û rewşa Rojavayê Kurdistanê binirxînin. Serdana ji bo me jî weke piştgiriyek bû. Ev nûnerane li Ewrupayê dengek mezin anîne û hertim piştgiriya doza rewa ya gelê Kurd, bi taybet jî ya li Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Şandeyê piştre serdana gora Mam Celal Talebanî kir.