BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser li ser rewşa Şengalê dosyayek pêşkêşî şandeya Parlamenta Ewropayê kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi şandeyek ji Parlamenta Ewropayê re rûnişt û li ser rewşa Şengalê dosyayek pêşkêşî şandeyê kir.

Şandeyek ji Parlamenta Ewropayê ku doh serdana Şengalê kir, hevdîtinên xwe yên li herêmê dewam dike.

Şandeyê hevdîtina destpêkê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re kir ku bi qasî saetekê ji çapemeniyê girtî pêk hat.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê dosyayek ji 11 rûpelî pêşkêşî şandeya Ewropî kir.

Hate ragihandin ku di dosyayê de qala dîroka Êzidiyan, zor û zehmetiyên ku civaka Êzidî û Şengal tê de derbas bûne û pergala Rêveberiya Xweser hate kirin.

Endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê ji şandeyê xwest, ku dosyayê bixe rojeva Parlamenta Ewropayê û bi vî rengî zextek li ser hikumeta Iraqê bê kirin ku mafên civaka Êzidî nas bike.