Dayika ku 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere wê serî li ÎHD'ê bide

Dayika 79 salî Nefîse Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe Mîgdat Erkek wê serî li ÎHD'ê bide ku kurê wê sala 1996'an li bejahiya Amedê di şer de şehîd bûbû.

Mîgdat Erkek sala 1992'an tevlî nava refên PKK'ê bû û di sala 1996'an de li sêgoşeya navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê û Dara Hênê ya Çewlîgê di şer de şehîd bû.

Malbatê sala 2000'î bi rêya pirtûkeke ku hate weşandin, hîn bû ku kurê wan şehîd bûye. Di pirtûkê de dihate gotin, cenazeyê Erkek li Newala Şatosê hatiye danîn. Lê belê malbatê nekarî xwe bigihîne cenaze.

Li gorî lêkolînên salên dûr û dirêj ên malbatê, li Çemê Sarûmê gundiyan cenazeyên 5 gerîlayan dîtin û agahî dan jendermeyan. Şahidan diyar kirin ku cenaze li qiraxa çemekî biçûk ê nêzî Qereqola Uçdamlarê bi rengekî komî hatine veşartin. Li wê qada ku hingî qereqol hebû, dibistanek hatiye avakirin.

Dayik Nefîse Erkek got, "Beriya ku bimirim, dixwazim goreke kurê min hebe" û bang kir ku li herêmê kolandin bê kirin. Malbat di vê demê de ku lêgerînên li aştiyê û pêvajoya çareseriyê careke din ketiye rojevê, dixwaze hestiyên kurê wan radestî wan bê kirin.

Malbata Erkek wê bi vê armancê serî li Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide.