Rewşa girtiyê nexweş Poyraz giran e
Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Onder Poyraz her ku diçe girantir dibe. Hat zanîn ku Poyrazê di milê xwe yê rastê de felç bûye, ji ber dermankirina wî hatiye îhmalkirin, lingê wî ya rastê jî felç bûye.
Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Onder Poyraz her ku diçe girantir dibe. Hat zanîn ku Poyrazê di milê xwe yê rastê de felç bûye, ji ber dermankirina wî hatiye îhmalkirin, lingê wî ya rastê jî felç bûye.
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku di sala 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî birîndar di dema qedexeyên derketina derve de hat binçavkirin û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekîtiya dewletê" 2 caran cezayê muebetê lê hat birîn, li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dûmlû ya Erziromê tê girtin, her ku diçe girantir dibe. Poyrazê ku di laşê wî de platîn heye, bi gurçikek dijî û destê wî yê rastê felç e. Ji ber dermankirina Poyraz bi awayekî pergalî nehat kirin û hat îhmalkirin lingê wî yê rastê jî felç bûye.
Hevsera wî Firdevs Poyraz, bal kişand ser xemsariya li hember tenduristiyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku ji ber ku hevserê wê bi awayekî pergalî nehatiye dermankirin felçbûn li lingê wî yê rastê jî belav bûye. Firdevs Poyraz, got ku pêdiviya nivînên ortopedî nehate dîtin û dema xwestine bi xwe bişînin, destûr nedane wan.
Firdevs Poyraz, diyar kir ku Poyraz tenê bi alîkariya hevrêyên xwe dikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne û got ku ew niha tenê li ser kursiyê rûniştî dijî.
Firdevs Poyraz, da zanîn ku di dema serdanê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û got ku ji ber ku bi Kurdî axivîne rê li wan hatiye girtin ku hevdîtin bikin.
Firdevs Poyraz, diyar kir ku berhemên ku wan ji kantînê siparîş kirine nedane wan û anî ziman ku pêvajoya tedawiyê ya hevserê wê bi salan hatiye îhmalkirin.
Firdevs Poyraz, da xuyakirin ku ger destwerdana zû bihata kirin dê rewşa wî ya tenduristiyê ewqas xerab nebaya û xwest demildest serbest were berdan.