Bexdayê giliyê Hewlêrê kir ku bi şîrketên DYE'yê re li hev kiriye
Hikumeta federal a Iraqê li Dadgeha Bazirganiyê giliyê Herêma Kurdistanê kir ku bi şîrketên Emerîkî re li ser petrolê peyman mohr kiriye.
Hikumeta federal a Iraqê li Dadgeha Bazirganiyê giliyê Herêma Kurdistanê kir ku bi şîrketên Emerîkî re li ser petrolê peyman mohr kiriye.
Li gorî agahiyên ku du rayedaran ji AFP'ê re ragihandin, rayedarên federal ên li Iraqê bi hinceta ku Kurdistana Xweser bêyî destûra wan bi du şîrketên Emerîkî re li ser hîdrokarbonê peyman mohr kiriye, giliyê wê kriine.
Du peymanên ku nirxê xwe bi dehan milyar dolar e, 19'ê Gulanê li Washingtonê ji aliyê hikumeta Kurdistanê ve hate îmzekirin.
Rayedarekî hikumeta Iraqê daxuyanî da AFP'ê û diyar kir ku li Dadgeha Bazirganiyê ya Kerh a li Bexdayê gilî hatiye kirin.
Rayedarekî Kurdistanî jî piştrast kir ku gilîkirin ji bo 'betalkirina peymanan' e.
Herêma Kurdistanê bi şîrketên Teksasê HKN Energy û Wester Zagros re du peymanên li ser gaz û petrolê mohr kiribû.
Tê texmînkirin ku nirxê herdu projeyên li pêşberî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatin mohrkirin, bi giştî 110 milyar dolar be.