JIN
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Parîs û Silopiyayê li Aaraûyê hatin bîranîn
Siyasetmedar û aktîvîstên ku dewleta Tirk li Parîs û Silopiyayê qetil kir, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin bîranîn û komkujî hatin protestokirin. -
‘3 sal derbas bûn, Gulistan Dokû li ku ye?’
Jin ji bo Gulistan Dokû ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve aqûbeta wê nayê zanîn hatin ba hev û gotin: “Gulistan Dokû li ku ye?” Jinan xwest ku berpirsyar bên cezakirin. -
KBDH: Şehîdên jin rêya me ronî dikin
KBDH’ê şehîdên jin bi bîr anî û got “Bi îrade û çalakiyên xwe rêya me ronî dikin. Em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.” -
TJK-E: Em li Parîsê deng û îradeya xwe bikin yek
TJK-E'yê şoreşger û welatparêzên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got," Ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê em bang dikin. Em deng û îradeya xwe bikin yek." -
Jinên Ciwan ên Şengalê: Em li ser xeta têkoşîna Evîn û Sarayan in
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê diyar kir têkoşîna Sara û Evînan têkoşîna wan e û got “Em bang li hemû jinên ciwan ên Êzidî dikin ku em xwe birêxistin bikin û berpirsiyartiya xwe li beramberî dîrokê pêk bînin.” -
KJK'ê ji bo Lepratti peyama sersaxiyê weşand
KJK'ê Celeste Lepratti bi bîr anî û got, "Em ê nirxên têkoşînê û jiyana ku hesreta celeste bû, pêk bînin." -
Hejmara Çileyê ya Newaya Jin: Jinên berxwedêr wê her hebin!
Hejmara meha Çile ya Kovara Newaya Jin a mehane ya jinan a li Ewropayê tê weşandin, bi sernavê, "Jinên berxwedêr wê her tim hebin” derket. -
Aktîvistan şideta li ser jinan li Silêmaniyê şermezar kir
Aktîvîstên civaka sivîl ên Silêmaniyê, hewildana lînckirina bi komî ya li ser jinekê protesto kir. -
‘Pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinan heye’
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku şoreşa jinan li hemberî dewlet û desthilatdariyê afirandina jiyana azad a alternatîf e û got, “Pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinan heye.” -
Li Spanyayê di nava 24 saetan de 4 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin
Li Spanyayê di nava 24 saetan de 4 jin ji aliyê mêran ve hate qetilkirin ku ev yek bû sedema şoqeke mezin. Wezîrê Karên Hundir Grande-Marlaska kuştina jinan weke 'terorîzma mêr' pênase kir. -
Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku qetlîam bibe?
Jin li ber Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê hatin ba hev û gotin: “Em hemû Evîn in“ û diyar kirin ku ew nahêlin ser dosyeyên qetlîamên li Fransayê bê girtin. -
Aktîvîsta mafên mirovan Celeste Leprattî jiyana xwe ji dest da
Celeste Leprattî ya li welatê xwe ji bo mafên mirovan û edaletê têdikoşiya û piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikir, ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da. -
Viyan Leyla: Li dijî çanda destavêtinê pêwîstî bi xweparastinê heye
Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku her tiştên bi zor, talan û desteserkirinê hatine bidestxistin destavêtin e û got, "Divê civak li dijî çanda destavêtinê, xwe biparêze." -
TJK-E: Em ê bi şoreşa jinan tola Parîsê hilînin
TJK-E’ê bal kişand ser komkujiya Parîsê û got, “Em ê bi şoreşa jinan tola Parîsê hilînin.” -
Komeleya Jinan a Rosayê: Jinên Kurd dibin pêşengên şoreşê
Komeleya Jinan a Rosayê “Em berxwedana jinên Îran û Efganistanê silav dikin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan dest pê dike, tê wateya pêşengiyeke şoreşî.” -
YPJ'ê Evîn Goyî bi bîr anî: Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) bi bîr anî û got, "Dilsoziya hevrê Evîn a ji bo azadiyê, dilsoziya YPJ'ê ya ji bo azadiyê ye. Em ê li ser mîrateya hevrê Evîn têkoşîna xwe xurtir bikin." -
Li Efganistanê piştî qedexeya xebata jinan 3 komeleyan xebatên xwe dan sekinandin
Li Efganistanê piştî qedexeya xebatê ya ji aliyê Talîbanê ve li ser jinan hate ferzkirin, 3 saziyên alîkariyê yên mirovî xebatên xwe dan sekinandin. -
Li Mêrdînê di nava salekê de, dest dirêjê 228 zarokan hat kirin
Li gorî “Rapora Şîdetê ya 2022’an” a Platforma Jinan a Şahmaran, 382 jinan ji bo alîkariya hiqûqî serî li baroyê dane. Dest dirêjê 228 zarok hat kirin. -
'Em ê teqez hesabê Komkujiya Parîsê ya 2'emîn bipirsin'
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan a Ewropayê destnîşan kir ku Komkujiya Parîsê ya 2’emîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst, MÎT û Erdogan ve hatiye organîzekirin. Hate gotin ku ew ê teqez hesabê Komkujiya Parîsê bipirsin. -
Kongra Star: Kiryar kî dibe bila bibe, kujer dewleta Tirk e
Kongra Star diyar kir ku kiryar kî dibe bila bibe, kujer dewleta Tirk e û got: “Em hêza xwe cewherî xurt bikin.” -
TJK-E: Em ê hesabê Qetlîama Parîsê ya duyemîn bipirsin
TJK-E’yê da xuyakirin ku Evîn (Emîne Kara) ya pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd jî di êrîşa Parîsê hatiye qetilkirin û got: “Bi tu êrîşê pêşveçûyîna şoreşa jinan ranaweste.“ -
Jinên Elewî li dijî komkujiyê banga daketina qadan kir
Piştî êrîşa li Parîsê ku di encamê de sê Kurd hatin qetilkirin, Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk banga daketina qadan kir. -
TJK-E: Em ê hesabê van qetlîaman ji dewleta Tirk bipirsin
TJK-E'yê li dijî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da û got, "Em ê hesabê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bipirsin.” -
Jinên HDP’yî: Semra Guzel vîna gel û jinan e
Meclîsa Jinan a HDP’ê li hemberî desteserkirina parlementeriya Semra Guzel daxuyanî dan û gotin, ” Semra Guzel vîna gel û jinan e. Siyaseta jinan wê desthilatdariyê têk bibe.” -
Jinên Efgan ji bo mafê perwerdeyê daketin qadan
Li Efganistanê, bi dehan jin li dijî qedexeya perwerdehiyê ya ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve li dijî jinan hatiye danîn, li paytext Kabûlê daketin qadan.