Jinên HDP’yî: Semra Guzel vîna gel û jinan e
Meclîsa Jinan a HDP’ê li hemberî desteserkirina parlementeriya Semra Guzel daxuyanî dan û gotin, ” Semra Guzel vîna gel û jinan e. Siyaseta jinan wê desthilatdariyê têk bibe.”
Meclîsa Jinan a HDP’ê li hemberî desteserkirina parlementeriya Semra Guzel daxuyanî dan û gotin, ” Semra Guzel vîna gel û jinan e. Siyaseta jinan wê desthilatdariyê têk bibe.”
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got, “Tîfaqa mêr AKP-MHP’ê li aliyekî hewl dide krîzên xwe yên piralî li welêt bi rewşa awarte veşêre, li aliyê din jî êrîşên xwe yên li ser jin û Kurdan bênavbe didomîne. Bi planên tîfaqa desthilatdariya mêr parlementeriya Semra Guzel hate desteserkirin. Ev yek berdewamiya operasyona qirkirina siyasî ye.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li welêt kesên ku gendeliyê dikin, bi hêrsa pere û berjewendiyê gelan û bi taybet jinan ber bi xîzaniyê re dibe û mehkûmê tundiyê dike, nayên darizandin. Lê parlementera me Guzel ku bi vîna gelên Amedê hate hilbijartin, bû hedef.
Em ji kesên ku di dema destgîrkirinê de hewl dan serê Semra Guzel bitewînin re dibêjin; Hûn ê ti car nekaribin serê jinan bitewînin. Têkoşîna me ji dîrokê heta niha berxwedana me ya li hemberî desthilatdariya mêr e. Jin wê serê xwe li hemberî siyaseta we ya dijberiya jinê netewîne.
Hûn ê bi qirîna me ya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji xeyalên têkbirina jinan hişyar bibin. Siyaseta jinan wê desthilatdariyê têk bibe.
Em ê li her derê bibêjin ‘Semra Guzel vîna me ye’. Semra Guzel vîna gel û jinan e!”