Viyan Leyla: Li dijî çanda destavêtinê pêwîstî bi xweparastinê heye

Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku her tiştên bi zor, talan û desteserkirinê hatine bidestxistin destavêtin e û got, "Divê civak li dijî çanda destavêtinê, xwe biparêze."

Endama PAJK'ê Viyan Leyla ya ku beşdarî bernameya Xwebûn a Jin TV'yê bû, bersiv da pirsên pêşkêşvan Arjîn Baysal ên li ser çanda destavêtinê û bandora wê ya li Kurdistanê.

'SÎSTEMA BI SERDESTIYA MÊR SÎSTEMA DESTAVÊTINÊ YE'

Nirxandinên Viyan Leyla wiha ye:

“Awayê destgirtina çanda destavêtinê ya me û pergalên serdest cudatir e. Di pergalên dewletê de destavêtin tenê wekî êrîşa li dijî bedena jinê tê dîtin. Bi gotineke din êrîşa zayendî ya li hemberî jinê bêyî îradeya jinê, ji bo dewletan weke destavêtinê tê pênasekirin. Em vê pênaseyê xelet û kêm dibînin. Pênaseya me ya destavêtinê wekî tevgera azadiya jinê, ev e ku têgihiştinên ku bi şêwazên zîhniyeta serdest a mêr hatine avakirin, destavêtin e. Sîstema desthilatdariya mêr a hezar salan weke sîstemeke destavêtinê ye. Ji aliyê peyvê ve desteserkirin pênaseyek pir teng e.Tecawiz wateyeke wê berfirehtir e. Erê, destserkirin yek ji wan e. Xespkirin, bê îradekirin, talankirin û desteserkirina nirxên civakî bi rêbazên şerê taybet, hemû di rastiyê de destavêtin e.

Ya rastî ev hemû bi awayekî li ser bedena jinê tên meşandin. Lê ne tenê bi bedena jinê re sînordar e. Jin di her warî de rastî êrîş û destavêtina pergala serdest a mêr tên. Dest davêjin ziman, çand, ax, ruh, mejî û laş wê. Hemû nirxên ku ji aliyê jinê ve hatine afirandin bi darê zorê tên desteserkirin. Li şûna hemû nirxên ku desteser kiriye, nirxên pergala xwe ya serdest ava dike. Ev nirx çi ne; bê îrade kirin, koletî û newekhevî ye. Bi kurtasî, hemû nirxênên civakî ên hatine desteserkirin, em weke destavêtinê pênase dikin.

DI MÎTOLOJIYÊ DE DESTAVÊTIN

Em gelek caran di vegotinên mîtolojîk ên ku di nav dewletên rahîbên Sumeran de pir hatine bikaranîn de rastî vê yekê tên. Mînak di mîtolojiya Înana enkî de em dikarin vê çanda destavêtinê bibînin. Enkî wek xwedayê mêr ê xurt û hîlekar, bi xapandin û hîleyê 104 me yê parêzvanê civakê Înanayê, digre dest û îstismara yekem pêk tîne. Înana ji bo ku van zagonan vegerîne têkoşîneke pir giran dide. Dîsa mîtolojiya Tîamat û Mardûk jî di vê çarçoveyê de dikare were nirxandin. Piştî destavêtinên fizîkî, destavêtinên çandî û sîstematîk pêş dikevin. Ji vê re şikestina yekem a zayendî jî tê gotin. Esasê peyva dewletê ku jixwe bi eslê xwe erebî ye, li ser vê çanda destavêtinê ava bûye. Şaristanî bi vê çandê xwe bi pêş xist û heta roja me ya îro hat.

ÇIMA WEKE ÇANDA DESTAVÊTINÊ TÊ PÊNASEKIRIN?

Çand bi xwe tê wateya tevahî nirxên maddî û manewî yên civakê. Ji vî alî ve çanda destavêtinê dikare hinekî xerîb were dîtin. Lê modernîteya kapîtalîst têgehan vala dike û wateyên nû ferz dike. Ji ber ku bi guhertina têgehan re dixwaze têgihiştin û sîstemeke nû biafirîne. Çanda ku pergala kapîtalîst afirandiye; zayendperestî, neteweperestî û olperestî ye. Bi tinekirina pirrengî û dewlemendiya di nava civakê de sîstemek yek reng hate afirandin. Jin bi her tiştî wê hat desteserkirin û kolekirin. Ji bo vê çi hewce bike, dike. Ew ber bi sazîbûneke taybet ve dibe.

'KURDISTAN BI TAYBETÎ JI ALIYÊ ZÎHNIYETA MÊR A SERDEST VE HEDEF TÊ GIRTIN'

Kurdistan bi taybetî di hedefa zîhniyeta zilamê serdest de ye. Çanda destavêtinê, ango çanda desteserkirinê li her qada jiyanê belav bûye. Bo nimûne; Her çiqas li Kurdistanê zimanê sereke kurdî ye jî, ev ziman hatiye qedexekirin û li şûna wê tirkî hatiye ferzkirin. Dibistan dibin saziya wê ya fermî. Her çiqas tu kurd bî jî tu her roj sond dixwî û kurdbûna xwe înkar dikî û li şûna wê hebûna xwe pêşkêşî hebûna tirkan dikî. Ma qey ji vê talan û destavêtinê xerabtir heye? YÎBO’yan di vê mijarê de li Kurdistanê rolek gelek taybet lîstin. Polîtîkayên asîmîlekirina çandî û teslîmgirtinê bi rêya saziyên cuda xwe kiriye serdest.

Dîsa bi feraseta olperestiyê sazîbûna malbatê di çarçoveya têgihiştina namûsê de, jinê di civakê de vediguherîne tabûyekê. Di êrîşa fizîkî ya li hemberî jinê de, her çendî jin sûcê wê tunebû jî, weke namûsê dît û kuştina jinê rewa kir. Ev encamên çanda destavêtinê ne.

Divê saziya leşkerî ya dewleta Tirk jî weke saziyeke destavêtinê bê dîtin. Bo nimûne; Leşkerên Tirk di çarçoveya şerê taybet de li Kurdistanê her cure destavêtinê dikin. Ev tenê bi destavêtina fizîkî re sînordar nîne. Bi taybetî hatine perwerdekirin ku bi hemû nirxên exlaqî yên civaka Kurd bilîzin. Roj nîne ku li Kurdistanê desteserkirin, talankirin û destavêtina leşker, polîs û cerdevanan neyê dîtin. Her çiqas ev di çarçoveya sûcên civakî de bin jî, ji ber ku di encama polîtîkaya taybet a dewletê de hatine pêşxistin, yên vê dikin jî bi taybet ji aliyê dewletê ve tên parastin. Ger were bîra me, li Mêrdînê dused leşker û polîs destavêtin keçeke kurd. Li Şirnexê jî li keçeke ku derûnî ne aram bû hat kirin. Îpek Er û Gulîstan Doku wek mînak dikarin bên dayîn. Armanca van hemûyan jî di şexsê jinên Kurd de êrîşkirina civaka Kurd e. Di vî warî de erka yekemîn dikeve ser milê dayikan. Tişta ku li vir tê bibîranîn ev e; ku cellad tu carî evîndarê te nabe. Divê jinên Kurd di vî warî de pir hesas û bipîvan bin.

Dîsa destavêtineke demografîk heye. Vê yekê her roj li Başûrê Kurdistanê û Rojava dikin. Dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê têra wî nake, her wiha bi xerakirin û dizîna dewlemendiyên xwezayî yên li wir hewl dide tiştekî ku ne aîdê wî ye bi dest bixe. Ev jî destavêtin e. Ji ber ku her tiştê ku ne ya we ye û hûn dixwazin bi zorê bibin xwedî, ev destavêtin e.

Ji ber ku her tiştê ku ne ya te ye û hûn dixwazin bi zorê bibin xwedî tecawîz e.

HELWESTA CIVAKA KURD

Dema ku em li asta pêşketina êrîşan dinêrin, em dikarin bibêjin ku refleksên ku li hemberî wê hatin pêşxistin lawaz in. Her çiqas dem bi dem bertekên tund pêş bikevin jî, ev yek venaguhere rewşek giştî. Dema ku êrîşên li dijî zarok û jinan bên eşkerekirin, pêwîste civak li hemberî wê qiyemetê rake. Bo nimûne; tecawizkar Musa Orhan hê jî di nav civakê de dijî. Bertekên heyî ji ber qelsin venaguhere qadek bi hêz ku wî û yên wekî wî ceza bike. Di vî warî de mirov tiştekî ji dewletê hêvî bike xelet e. Yê ku dike dewlet e. Ji ber vê yekê kesên sûcdar rayedarên dewletê ne. Garîbe Gezer hewl da ku dengê xwe ji zindanê bide bihîstin. Lê ji ber ku kêm kes hene ku vî dengî dibihîstin, Garîbe îro ne di nav me de ye. Divê civak li hemberî çanda destavêtinê ya pêş dikeve xwe biparêze. Di vî warî de ji tu kesî hêvî nekin. Ger ne wisa be civak wê xira bibe. Di civakên ku gendelî û nelirêtî lê heye de dest bi windabûnê dike. Ji bo ev pêk neyê divê berxwedan û hesasiyeta civakî di asteke bilind de be.

GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ

Divê xweparastin ji bo jinan bibe pîvana bingehîn. Hemû heyînên di xwezayê de li ser esasê xweparastinê hebûna xwe diparêzin. Her zindî xwedî mekanîzmayek parastinê ya cûda ye. Lê xweparastina jinan ji aliyê mêran ve hatiye girtin. Ji bo vê jî qetilkirina jinan pir bi hêsanî tê kirin. Dema jin li hemberî êrîşan xwe diparêze ji aliyê civak û dewletê ve tê darizandin û qet nayê qebûlkirin. Ditirsin ku jin karibe xwe biparêze. Em mînaka vê ya herî berbiçav bi ezmûnê dibînin. Ji ber vê jî ewqas êrîşî tevgera azadiya jinê dikin. Ji ber ku pêkhateyeke ku îspat kiriye ku jin di her warî de dikare xwe biparêze. Ji bo ev mînaka erênî ya jinan pêş nekeve her cure êrîşan pêş dixin.

Tişta sereke ku divê jin berî her tiştî fêm bikin ew e ku, tu jin ne mehkûmî bi mêrekî re bijî. Her tim derfeta jiyana azad û alternatîf a jinan heye. Ji bo vê jî divê jin pergala ku hatiye dayîn red bike. Divê li ser esasê têgihiştina xwe ya jiyanê li dijî pergala serdest a mêr têkoşînê bidin meşandin. Heta ku têkoşîna azadiya jinê bi awayekî radîkal neyê pêşxistin, guhertin çênabin. Rêxistina jinên Êzidî di vî warî de pir watedar û balkêş e. Rêxistineke jinê ya ku li hemberî ferman, komkujî û çanda destavêtinê hêza xwe ya xweparastinê pêş dixe di nava civakê de tê hesibandin û li gorî wê nêzîk dibe. Em ji bîr nekin ku pergala zilam-dewletê li ser esasê desthilatdarî, mêtingerî û talanê pêşketiye. Ev jî rê li ber çanda destavêtinê vekiriye. Li dijî vê ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî têkoşîna bi rûmet a ku me pêşxistiye bibin."