Aktîvîsta mafên mirovan Celeste Leprattî jiyana xwe ji dest da

Celeste Leprattî ya li welatê xwe ji bo mafên mirovan û edaletê têdikoşiya û piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikir, ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.

Aktîvîsta mafên mirovan û Endama Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê ya Arjantînê Celeste Leprattî, ji ber nexweşiyeke giran di 45 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Celeste Leprattî ya xwişka Claûdîo “Pocho” Leprattî ye ku di nava 38 aktîvîstan de bû ku Kanûna 2001’ê li Arjantînê di serhildana gel a ji bo mafê civakî û azadiyê de di encama biserdegirtina polîsan de hatin qetilkirin.

Celeste Laprettî 19-20’ê Kanûna 2001’ê ji dema “Kanûna Reş” a 38 kes hatin qetilkirin, vir ve li dijî şideta saziyane têkoşiya û ji wê demê û bi şûn de dest ji têkoşîna ji bo mafê mirovan û edaletê berneda.

Celeste Leprattî ji sala 2016’an û bi şûn de, Tevgerên Jinên Kurdistanê ji nêz ve dişopandin, ji Sibata 2022’yan û bi vir ve di nava Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê re cih digirt. Li bajarê ku lê bû, li dijî êrîşên di meha Nîsanê de li ser Başûrê Kurdistanê hatin destpêkirin, bi awayekê çalak di nava çalakiyan de cih girt.

Herî dawî ji meha Mijdarê û vir ve, Celeste Leprattî yek ji wan kesan bû ku banga kampanyaya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Arjantînê kir û ji bo têkoşîna rewa ya gelê Kurdistanê, li her cihê ku tevlê bû, di nav gelan de bi rolê navbeynkariyê rabû.