‘Pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinan heye’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku şoreşa jinan li hemberî dewlet û desthilatdariyê afirandina jiyana azad a alternatîf e û got, “Pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinan heye.”

Besê Erzîncan di hevpeyvîna li ser malpera fermî ya KJK’ê de, sala 2022’an ku li Kurdistan û cîhanê bi têkoşîneke giran derbas bû, nirxand.

Erzîncan ji şoreşa jinan heta serhildanên bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan,azadî’, ji êrîşên li hemberî jinên pêşeng heta wateya Rêberê Gelê Kurd ji bo tevgera jinan gelek mijar nirxand.

JIN PÊŞENGIYA MUXALEFETÊ DIKIN

Hûn sala 2022’ê di aliyê têkoşîna azadiya jinê de çawa dinirxînin?

Em tevgera azadiya jinê me sala 2022’an bi rihê berxwedan, azadî, helwest û têkoşînê derbas kir. Ji bo çareserkirina krîza rojane ya mirovahiyê, roj bi roj hin zêdetir derdikeve holê ku pêwîstî bi pêşengiya tevgera azadiya jinan heye. Jin ku weke mêtîngeha herî kevn têne binavkirin, pêşengiya muxalefetê dikin ku li dijî neheqî, newekhevî, bêedaletî û tunekirina ekolojîk e. Di roja me de hemû kes bandora tevgera azadiya jinan qebûl dike. Tevgerên jinan ên belawela û parçebûyî ber bi têkoşîneke hevgirtî ve diçin.

Krîzên mirovahiyê tenê bi şoreşa jinan re dikare were derbaskirin. Tevî hemû zext û tundiyên netew- dewletan û faşîstan li hemberî jin û civakê armanca me ya pêkanîna şoreşa jinê bênavber didome. Bi vê wateyê tespîta  ‘sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan’ roj bi roj xwe weke rastiyeke ku em dijîn derdixe holê.

Bi bilindbûna têkoşîna azadiya jinan a li cîhanê re, sîstema mêr a desthilatdar stratejî û taktîkên weke tunekirina destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê, ji nedîtîkirina berxwedanên jinan, ji holêrakirina têkoşîna azadiya jinê ya radîkal û bi reformîze kirinê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Ji bo sîstema cîvakî ya li ku ser bingehê îstîsmarkirina ked, aqil û bedena jinê hatiye avakirin, têk neçe di nava êrîşeke berfireh de ye.

PÊWÎSTIYA MIROVAHIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ HEYE

Em dibînin ku şoreşa jinê ya li Rojava her ku diçe zêdetir li cîhanê deng vedide. Hûn şoreşa jinê çawa pênase dikin?

Şoreşa ku li Rojava pêk hat, çavkaniya îlhamê ye. Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê şêwe digire. Hewl tê dayîn ku li hemberî dewlet û desthilatdariyê sîstemeke demokratîk bê afirandin. Di dîrokê de jin di şoreşên netewî û çînî ya sedsalên 19 û 20’an de piştgiriya mêran kirin. Di pêngavên avakirina şoreşê de di xalên herî krîtîk de bi cesaret û fedakariyeke mezin rola pêşengiyê kirin. Ew bi niyeteke baş hizirîn ku di nava şoreşên giştî de pirsgirêkên jinan jî wê bi awayekî xwezayî were çareserkirin. Lê ev yek welê nebû. Ji ber ku jin di van şoreşan de de nekarîn îdeolojî, rêxistin û sîstema xwe biafirîne, nekarin sîstema jiyana azad ku hizir dikirin ava bikin. Ew cardin tevlî sîstema heyî bûn. Lê di nava şoreşê de pêwîstî bi şoreşa jinan hebû. Ev yek jî li ser bingeha têkoşîneke radîkaltir, estetîk, çandî û civakî bi pêşxistina sîstema jinan û konfedaralîzma demokratîk a jinan pêk bihata. Performansa wan ya îdeolojîk û fikrî, rêxistinbûn, ceribandina têkoşînê û tecrûbeyên wan têra vê yekê nekir. Bi vê wateyê divê karekterê şoreşên sedsala 21’an bigihînin asteke hin zêdetir radîkaltir, kûrtir û estetîktir. Pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinan heye. Rêbertiya me xwest şoreşa jinan bi zanista Jinelojiyê re pêş bixe. Bi vê wateyê, ji bo ku şoreşên ku li cîhanê pêş dikevin bibin şoreşeke heqîqî divê şoreşa jinan bi awayekî kûr û piralî pêk were. Şoreşa jinê li hemberî dewlet û desthilatdariyê avakirina jiyaneke azad a nû ye.

EM JIN DEYNDARÊ RÊBERTIYA XWE NE

Serhildana li Rojhilat û Îranê bi pêşengiya jinan re bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê deng vedide. Hûn li ser koka vê dirûşmeyê çi dibêjin?

Li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya xelqê bajarê Seqizê ji aliyê dewleta Îranê ve, serhildanên ku li dora dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li Kurdistanê dest pê kir, li seranserê Îranê belav bû. Ez di şexsê Jîna Emînî de hemû mirovên azadîxwaz ên ku li Îranê hatin qetilkirin û darvekirin bi rêzdarî bi bîr tînim û sersaxi ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazim. Em hemû kesên azadîxwaz yên ku pêşengiya serhildanê kirine û beşdar bûne pîroz dikin û silav dikin. Formula efsûnî ya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate pêşxistin, ji aliyê jin û gelên cîhanê ve hate naskirin û gerdûnî bû. Rastiya xeta jinan ya Rêbertiya me careke din hate îspatkirin. Rêberê me Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran û sîstema êşkenceyê de tê girtin. Rêbertiya me di nava van şert û mercên giran de helwesteke mezin nîşan da. Bi jinan re hevaltî û dostaniya wî û awayê destgirtina têkoşîna azadiya jinan ji bo hemû mirovahiyê mînak e. Ew kakilên pêşxistina modela jiyaneke nû, azad û wekhev destpêkê di şexsê xwe de afirandiye. Bi jinan re hevaltiya rast û samimiyetê ji dil û can pêş xist. Di nava PKK’ê de her tim ji bo jinan pêşxistina feraseteke wekhev û azadîxwaz û ji bo vê yekê di pratîkê de sîstematîze bike xebat meşandiye. Tabûyên ku li ser jinan pêş ketine hilweşandiye. Enerjî, aqil û potansiyala jinê derxist holê. Helwesta jinan a berxwedan û azadiyê bi taybet şoreşa Rojava ji cîhanê re weke mînak da. Hêvî afirand. Bi vê yekê re, em jin di gelek waran de deyndarê Rêbertî ne. Ji ber ku ji bo me Rêberek e ku rêyên wekhevî û azadiyê vedike û nîşan dide.”

22 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Yek ji sedemên bingehîn ên komploya navneteweyî jî xeta Rêbertiya me û têkoşîna azadiya jinê bû. Sîstema kapîtalîst ku dijminatiya azadiya jinê dike, li hemberî Rêbertiya me yê ku azadiya jinê xistiye navenda têkoşînê, komplo pêş xistibû. Hilweşandina dîwarên pergala Îmraliyê ku pergala herî hovane ya dîroka mirovahiyê ye, erka herî bingehîn a hevrêtiya me jinan e. Azadiya Rêberê me azadiya jinê ye. Em dikarin bi ked, çalakî û pêşxistina pergala xwe ya jinê dîwarên Îmraliyê hilweşînin.

ARMANCA ÊRÎŞA LI HEMBERÎ JINÊ ZIWAKIRINA POTANSIYELA BERXWEDAN Û AZADIYÊ YE

Hedef û armanca êrîşên li dijî pêşengiya jinê ya li Kurdistanê çi ye?

Hedef û armanca êrîşên li ser pêşengiya jin, xebatên jinê û jinan li tevahiya Kurdistanê tê kirin eşkere ye. Tirseke cidî ji têkoşîna azadiya jinê heye. Bingeha êrîşan ev e. Ji ber ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li Bakurê Kurdistanê hemû jinên çalak û pêşeng ên weke Leyla Guven û Şebnem Korur Fincanci xist zindanê û nêzîkatiya herî dijmirovî li girtiyên nexweş bi taybetî Aysel Tûglûk nîşan dide, berhema polîtîkayên wê yên faşîst e. Bi êrîşên li ser jinan ên li Başûr û Rojava re, bi pêkanînên şerê taybet ên tund ên ji bo jinên ciwan hatine pêşxistin, tê xwestin ku rêxistinbûna gel û gelên me ji hev belav bibe, hêviya azadiyê bê tinekirin, potansiyela berxwedan û azadiyê zuwa bibe.

Di 4’ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistanê qetilkirina Endama Komîteya Jineolojiyê Nagihan Akarsel jî bi heman naverokê ye. Jineolojî zanista şoreşa jinê ye, ya şoreşên mirovahiyê ye. Tê xwestin ku pêşî li pêşketin û belavbûna wê bê girtin. Ji pêşketina zanista jinê, ji derketina dîroka jinê ditirsin. Li ser vî esasî rê li ber kûrbûna perspektîfa xebatên jiyana nû û azad tê girtin. Li hemberî vê yekê jî em ê di sala 2023’yan de nêzîkatiyeke ku Jineolojiyê zêdetir bikeve rojevê, bipejirînin. Em ê plansazî û xebatên ku li ser bingeha Jineolojiyê lêhurbûn û kûrbûnê zêde bikin, pêş bixin.

Armanca sereke ya êrîşa li dijî jinan li Rojava, hilweşandina sîstema xweseriya demokratîk a li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Bi vê armancê Jiyan Tolhildan, Zeynep Saruxan, Çîçek Harûnî, dîsa akademiya jinên ciwan hatin gulebarankirin. Evîn Goyî li Parîsê hat qetilkirin. Gelek hevrêyên me yên hêja hatin qetilkirin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Weke jinên Kurd em careke din diyar dikin ku em ê li her qadê helwesta xwe ya berxwedanê bidomînin.

EVÎN GOYÎ BI ZANEBÛN HATE QETILKIRIN

Di 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya ku di nav de kadroyên pêşeng ên tevgera we Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn, li heman cihî komkujiyeke nû ku di nav de nûnera tevgera jinên Kurdistanê jî amade bû pêk hat. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk di 23’ê Kanûnê de li Parîsê hevrêyên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil qetil kirin. Fransa jî ji vê qetlîamê berpirsyar e. Hevrê Evîn Goyî bi hedefgirtin û plansaziyeke pir taybet hate qetilkirin. Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn li ser vê bingehê hate kirin.

Evîn Goyî pêşengeke zana, hişmend, fedakar, dilsoz û milîtana tevgera me ya jin bû. Di jiyanê de her tim xwedî helwesteke pir mezin û kedkar, bi gel û hevrêyên xwe ve girêdayî bû. Hevrêyekî me ya ku bi perwerdeya Rêbertiyê re di milîtantiyê de pêngaveke bi kalîte çêkir. Yek ji kadroyên pêşeng ên jin ên herêma Botanê bû. Dewleta Tirk difikire ku wê bi qetlîamên bi vî rengî encam bigire. Lê belê berevajî vê komkujiyên bi vî rengî di nava jinan de hêrs û bertekên gelekî mezintir derdixin holê. Weke jin soza me ya ji bo têkoşîna azadî û nirxan û afirandina jiyana azad her ku diçe mezin dibe. Xet û têkoşîna me ya azadiya jinê tu carî bi qetlîamên bi vî rengî nayê rawestandin.

TÊKOŞÎNA JINÊ WÊ DIYARKER BE

Baş e, hûn sala 2023’yan çawa pêşwazî dikin? Pêşbîniya we di warê têkoşîna jinan de çi ye?

Di vî warî de geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê nîşan didin ku sala pêş a 2023’yan ji bo jin, Kurd û hemû beşên ku dixwazin azad bibin, wê bibe saleke krîtîk. Di vî warî de beriya her tiştî divê jin bi awayekî pir xurt hişyariyê bidin, şoreşa zihniyetê pêk bînin, şêwaz û pergaleke ku li derveyî dewlet û hêzan jiyana xwe bidomîne biafirîne. Divê di qadên xweparastin, aborî, siyaset, perwerde, hiqûq, civaka sivîl, çapemenî û çandê de avabûnên nû yên bi hiş û rengê jinê bi pêş bixin û yên heyî zêdetir pêş bixin.

Sala 2023’yan wê bibe saleke dijwar û di heman demê de salek ku wê derfetên rizgariyê pêş bikevin. Weke jin di vî warî de helwesta me ya têkoşîn û berxwedanê diyarker e. Pêşxistina felsefeya jiyana azad wê bi destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê û pêşxistina pergala jinê pêkan be.

Di dawiyê de em dixwazin hestên we yên derbarê sala nû de bipirsin.

Weke tevgera azadiya jinên Kurd sala 2022’yan bû salek ku me ji bo azadiyê bi berxwedaneke bênavber li ber xwe da. Sala 2023’yan wê bibe saleke ku em berxwedan û xebatên xwe yên avakirina jiyana azad bi leztir bikin. Li ser esasê armanca pêkanîna şoreşa jinê û Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê em ê xebatên xwe bidomînin. Heya ku em ji bo azadiyê bixebitin û berxwedanê bikin em ê jin û hemû beşên mêtingerkirî bi ser bikevin. Li ser vê bingehê sala nû li Rêbertiya me, gerîla, malbatên şehîdan, dayîk û hevrêyên xwe yên gazî bi hezkirin û rêzdarî pîroz dikim. Her wiha ez sala 2023’yan li jinên cîhanê bi ruhê berxwedan û azadiyê pîroz dikim. Em ê di sala nû de serketî bibin. Azadî wê bi ser bikeve.