Kongra Star: Kiryar kî dibe bila bibe, kujer dewleta Tirk e

Kongra Star diyar kir ku kiryar kî dibe bila bibe, kujer dewleta Tirk e û got: “Em hêza xwe cewherî xurt bikin.”

Komîteya Peywendî û Tifaqan a Kongra Star daxuyaniyek nivîskî da û got: “Li Parîsê di êrîşa terorî de sê Kurd hatin qetilkirin. Kujer li cihên cuda van her sê kesên Kurd hedef girtiye û gule li wan reşandiye, sê kesên din jî birîndar kiriye. Li ser vê wateyê ev êrîş ji êrîşek nijadperestî zêdetir ku rayedarên medyayê û li ser medyayê wesa tê gotin, sûîqastek siyasî ye ku tevgera azadiya Kurd, hatiye hedefgirtin.”

‘BILA KUJERÊN RAST, BÊN RADESTKIRIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Beriya 10 salan sûîqastvanek ku ji aliyê servîsa îsitxbarata Tirk ve hatibû erkdarkirin, endama damezrênerên PKK’ê Sakîne Canciz qetil kir. Duh jî yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) li heman cihî hat qetilkirin. Nêzê 30 salan ji bo azadiya jin û gelê xwe têkoşiya. Em bawer nakin ku hunermendê Kurd Mîr Perwer, aktîvîst Abdûrrahman Kizil û Emîne Kara bi tesadufî bibin qurbanê vê komkujiyê.

Rayedarên Fransî sedema rast a komkujiya 9’ê Çileya 2013’an vedişêre û bi vî awayî berpirsyar e. Xwedî li kujerên rast derket û rêya Komkujiya Parîsê ya 2’emîn vekir. Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Jinên Kurd li bendê ye ku her du komkujî bên ronîkirin û edalet cihê xwe bibîne. Lê eger kiryar bên parastin, şermezarkirina rayedarên Fransî û nûnerên din ên dewletê, vale ye.

‘EM PARASTINA CEWHERÎ YA JINAN XURT BIKIN’

Kî jî kiryar be, em kujeran nas dikin.

Nêzîkê 10 sal berê, dewleta Tirk sûîqest li pêşengên Tevgera Jinên Kurd kir. Komkujiya Parîsê ya 1’emîn, destpêka êrîşên stratejîk e ku bi armanca rakirina ji holê ya jinan hatiye kirin di şoreşa Kurdistanê de. Dewleta Tirk a faşîst bi rolê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd di berxwedanê de, baş dizane. Dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ parolayeke şoreşa jinan e ku li hemû cîhanê berz dibe.

Dewleta Tirk pêşengên Tevgera Jinên Kurd dike armanc û sûîkastan dike da ku şoreşa jinan têk bibe. Em Kongra Star a tevgera jinên Kurd li Rojava û Sûriyeyê, dewleta Tirk a kujer û kuştina wê ya jinan a armanca siyasî, şermezar dikin. Em careke din bang li dewleta Fransayê dikin ku qetilkirina Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil eşkere bike, hesab ji kiryaran bixwaze û edaletê neke bi qurbana berjewendiyên û siyasî yên navdewletî.

Tevî hemû êrîşên bi faşîstî em bi biryar in ku şoreşa jinan û jiyana azad ava bikin. Em nahêlin dewleta Tirk û leşkerên wê yên pereyî hevrêyên me qetil bikin, Rêbertiya şoreşger a jinan û têkoşîna me ji holê rabikin.

Em bang li jinên cîhanê, tevgerên antî-kapîtalîst û antîfaşîst û mirovên azadîxwaz dikin ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên ji bo qirkirina Kurdan bêdeng nemînin. Em piştevaniya navneteweyî û xwişkîtiya şoreşger û parastina cewherî ya jinan xurt bikin.’’