Şehîdên Parîs û Silopiyayê li Aaraûyê hatin bîranîn

Siyasetmedar û aktîvîstên ku dewleta Tirk li Parîs û Silopiyayê qetil kir, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin bîranîn û komkujî hatin protestokirin.

Siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên 4’ê Çileya 2016’an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa MÎT a Tirk de hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê ji aliyê heman hêzan ve hatin qetilkirin, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê hatin bîranîn û komkujî hatin protestokirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aaraûyê çalakî li Bahnhofplatzê hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” hatin berzkirin. Di çalakiyê de metna çapemeniyê ya bi Elmanî têkildarî komkujiyan hat amadekirin, hat xwendin.

Piştre endama TJK-E’yê Şevîn Batû axivî, qurbaniyên Komkujiyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn û wiha got: “Ronînekirina êrîşa yekem a li Parîsê, piştî 10 salan bû sedemê êrîşek din. Di serî de Fransa, dewletên Ewropayê berpirsyarin ku komkujiyên Parîsê ronî bikin. Di Komkujiyên Parîsê de bi taybetî jinên şoreşger hatin hedefgirtin û qetilkirin. Em ê xwedî li bîranîna her jinek a ku hatî qetilkirin derbikevin û têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibin.”

Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a Rojbîn Dîlan Çetînkaya axivî û ev tişt gotin: “Aktîvîstên têkoşîna jinên Kurd bi taybetî tên hedefgirtin. Em wek gelê Kurd û jinên Kurd, heta dawî li ber xwe bidin. Heta mîsogerkirina azadiya Rêber Ocalan û hemû jinan, em ê li têkoşînê dewam bikin. Em ê soza xwe ya ji hevalên xwe yên şehîd re, bi avakirina jiyanek azad pêk bînin.”

Piştî axaftinan ji bo bîranîna şehîdan, find hatin vêxistin. Piştî banga ji bo tevlêbûna meşa navendî ya 7’ê Çileyê wê li Parîsê bê lidarxistin, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.