Spanya li rojavayê Ewropayê ew welat e ku tundiya li dijî jinê herî zêde cidî dibîne. Tevî vê yekê jî li Spanyayê kuştina jinê dema dawî zêde bû. Tenê 24 saetên dawî li Spanyayê 4 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Ji ber vê yekê li paytext Madrîdê di navbera yekîneyên ewlekariyê û nûnerên hikumetê de civîneke krîzê hate lidarxistin. Wezîrê Karên Hundir Fernando Grande-Marlaska piştî civînê axivî û ji bo kuştina jinê pênaseya 'terorîzma mêr' kir.
Wezîr Grande-Marlaska anî ziman ku ji bo pêşî li kuştina jinê bê girtin wê derfetên dewletê hemûyan bi kar bînin û got, "Ji bo jin û bi taybetî jî zarok ji tundiya mêr bêne parastin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo vê jî me li tevahiya welêt yekîneyên polîsan xistin nava liv û tevgerê."
MEHA KANÛNÊ 10 JIN HATIN QETILKIRIN
Beriya çend rojan 2 jin li paytext Madrîdê, yek li Bilbao, yek li Benidormê hatin qetilkirin. Li gorî nûçeyên medya Spanyayê tenê meha Kanûnê 10 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li gorî daneyên sala 2021'ê li vî welatên ku nifûsa xwe 47 milyon mirov e, 44 jin hatin qetilkirin.