‘3 sal derbas bûn, Gulistan Dokû li ku ye?’

Jin ji bo Gulistan Dokû ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve aqûbeta wê nayê zanîn hatin ba hev û gotin: “Gulistan Dokû li ku ye?” Jinan xwest ku berpirsyar bên cezakirin.

Li Dersimê jin, bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê, ji bo Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsîmê Gulîstan Dokûyê ku ji 5'ê Çileya 2020’an û vir ve windaye û heya îro tu agahî jê nehatine standin, li Qada Palavrayê kom bûn û heya Qada Seyîd Rizayê meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “1095 roj bê Gulîstan derbas bû” û dowîzên ku li ser “Dem dema azadiya jiyan e”, “Gulistan li ku derê ye?” û “Jin jiyan azadî” nivîsandî hatin hilgirtin. Malbata Dokû, xwendekarên zanîngehê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê platformê Eylul Yantemûrê metna daxuyaniyê xwend.

Yantemûrê bibîrxist ku ji 5’ê Çileya 2020’an heya îro wan tu agahî ji Gulîstan Dokuyê negirtiye û ew nizanin ku sax e yan mirî ye an jî hatiye kuştin û got ku ger hatibe kuştin li ku derê hatiye kuştin. Yantemûrê da zanîn ku ev 3 sal in lêpirsîn berdewam dike û wiha axaftina wiha domand: “Lê heya îro tu agahî û belgeyên ku çarenûsa Gulîstanê eşkere bikin bi dest nexistine. Ji roja ewil heya îro em dibêjin, lêgerîn li mala Zaînal Abakarov û wesayîta bavê wî nehatiye kirin û telefona Zainal nehatiye desteserkirin û ji bilî çend nameyên ku wî bi razîbûna xwe dane, tu agahî nehatine bidestxistin. Ger ev kêmasî bihatana çareserkirin, belkî Zaînal û Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê cihê xwe yê bi guman ji wijdanê raya giştî ji holê rakiribûna yan jî rastî derketana holê. Ger daxwazên jinan û malbatê yên li qadan tên berzkirin nehatana paşguhkirin, belkî me îro zanibûya çi hatiye serê Gulîstanê.”

Yantemûrê derbarê pêvajoya lêgerîna li Gulistanê jî ev tişt gotin: "Lêgerîna li binê avê ya ku bi mehan dewam kir, bi ser neket. Destûr dan malbata Zaînal û malbat nîvê şevê ji bajêr reviya. Dayik û xwişka Gulîstanê tenê ji ber ku li aqûbeta Gulîstanê pirsîn hatin destgîrkirin û rastî lêdanê hatin. Bavê Zaînal li ser medyaya civakî, gef li xwişka Gulistanê xwarin."

Yantemûrê axaftina wiha domand: “Gulistan Dokû bûye sembola ku di bîra jinên vî welatî de hatiye xemilandin. Ne tenê li Dersimê û ne jî li Tirkiyeyê bi hezaran jinên wekî Gulistan hatin windakirin, qetilkirin û aqûbeta wan nediyar e. Bi dehan jinên ku tenê li bajarê me xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê bûn, gelek caran rastî destdirêjiyê hatin. Xwişkên me yên ciwan li ser rêya dibistanê, li ber yûrdê, li cihê kar û li kafeyan nerihet in."

Yantemûrê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku me bi dehan cînayetên jinan bê şop nehiştin, çawa ku me qanûna bi hejmara 6284'an û gelekên din bi dest xistin, çawa ku me tacîzkar û kujer yek bi yek şandin girtîgehan, me destûr neda ku rêgezên hiqûqî rewa bikin. Me dev ji pirskirina li aqûbeta Gulîstan Dokûyê bernedaye. Em jin îro li vê meydanê dîsa dipirsin û em dev ji pirsa xwe bernadin: Gulistan li ku ye?”

ÎZMÎR

Li Kuçukpark a navçeya Bornovayê, bi boneya sala 3’an a windabûna Gulistan Dokû meşek hat lidarxistin. Di meşê de dovîzên “Faîl Zaînal Abarakov bila bê darizandin” û “3 sal in Gulistan Dokû nayê dîtin” hatin hildan û dirûşmeyên “Gulistan Dokû li ku ye?”, “Ne edaleta mêr, edaleta rast” hatin berzkirin” hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo Gulistanê xebatek lêgerînê ya bi bandor nehatiye kirin û sûcdar jî tevlî hemû îspatan nehatiye girtin. Her wiha di çalakiyê de peyama “Gulistan Dokû serhildana me ye” hat dayîn.