Aktîvistan şideta li ser jinan li Silêmaniyê şermezar kir
Aktîvîstên civaka sivîl ên Silêmaniyê, hewildana lînckirina bi komî ya li ser jinekê protesto kir.
Aktîvîstên civaka sivîl ên Silêmaniyê, hewildana lînckirina bi komî ya li ser jinekê protesto kir.
Du roj berê li Taxa Hîwan a Silêmaniyê, jineke ciwan ku serdana galeriyekê kir ku erebe û motosîkletên dihatin nîşandayîn, ji aliyê bi dehan mêran ve hat lînckirin û gelek bertek nîşanê vê bûyerê hat dayîn. Îro ji bo şermezarkirina wê bûyerê, gelek aktîvîstên ku li Parka Nalî ya li Silêmaniyê civiyan, bi daxuyaniyekê hewildana lînçkirina jina ciwan şermezar kir.
Di çalakiyê de pankartên nivîsên li dijî şideta mêr li ser nivîsandî, hatin daliqandin.
Aktîvîsta Mafên Jinan Bihar Mûnzûr li ser navê aktîvîstan axivî û got: “Bi bûyera roja Îniyê li Hîwanê qewimî, zilma li jinan a di nav civakê careke din berbiçav bû.“
Bihar Munzûr bi domdarî wiha got: “Em hatin vir ku bûyerê şermezar bikin û bibêjin ku bi tiştên qewimîne eşkere bûye ku ciwan çiqas hatine piştguhkirin.“