Li Mêrdînê di nava salekê de, dest dirêjê 228 zarokan hat kirin

Li gorî “Rapora Şîdetê ya 2022’an” a Platforma Jinan a Şahmaran, 382 jinan ji bo alîkariya hiqûqî serî li baroyê dane. Dest dirêjê 228 zarok hat kirin.

Platforma Jinan a Şahmaran “Rapora Şîdetê ya 2022’an” ku têkildarî bajarê Mêrdînê amade kiriye, bi raya giştî re parve kir. Li avahiya sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran a Civakî (KESK), civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Bêrîvan Guneş rapor xwend.

Guneş diyar kir ku rapor, dema Çile û Kanûna 2022’an digre nava xwe û got: “Dewletê li hemberî êrîşên zayendî û destdirêjiyê yên li dijî zarokan, komkujiyên jinan û mirinên bi guman ên jinan, berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Em dibin şahid ku polîtîkayên bê cezahiştinê yên daraz, cesaretê dide mêran û jinan ji ewlehiya wan qanûnî dûr têxe.”

7 JIN HATIN QETILKIRIN

Guneş anî ziman ku li Mêrdînê li gorî dîmenên di çapemeniyê de hatine weşandin; sala 2022’an herî kêm 10 jinan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane û piraniya mirinan ji ketina cihên bilind qewimîne û ev tişt gotin: “Herî kêm 7 jin hatine qetilkirin. Jin yan ji aliyê hevjîn, yan jî xizmên xwe ve hatine qetilkirin. Di daneyên hatin dayîna daraz û raya giştî de, derket holê ku herî kêm 22 jin rastî êrîşa zayendî hatine. Sedemê herî mezin a di zêdebûna mirinên bi guman ên jinan û qetilkirina jinan de, polîs serlêdanên hatine kirin na nirxînin û biryarên dûrkirinê pêk nayînin.”

228 ZAROK HATINE ÎSTISMARKIRIN

Guneş ragihand ku sala 2022’an 270 jinan ji bo doza hevberdanê û 112 jinan ji bo kirina doza nefeqeyê serî li yekeya alîkariya edlî ya Baroya Mêrdînê daye, da ku alîkariya huqûqî werbigirin û diyar kir ku herî kêm 5 zarok li bajêr hatine qetilkirin, li gor daneyên dadgehan herî kêm dest dirêjê 228 zarokan hatiye kirin. Guneş destnîşan kir ku bi navê zewacê herî kêm dest dirêjê 200 zarokan hatiye kirin.

NECEZAKIRINA YÊN BI UNÎFORMA

Guneş anî ziman ku polîtîkaya necezakirina yên bi unîforma “polîtîkaya şerê taybet a dewletê” ye û wiha got: “Di demên dawîn de yên li herêma me cih di nav çeteyên fihûşê de girtine bi piranî polîs in. Di heman demê de polîtîkaya necezakirinê ye daraza mêr a bi van re têkildar, dibe sedem ku tundûtûjî yekcar zêde bibe. Kiryar ji necezakirinê cesaretê digirin û bi pêkanînên cuda yên wek neheqî, xwarina gefan, şantaj û xwekuştinê zorê didin jinan ku biçewisin û gilî nekin.

Ev tundtûjiya derketiye holê ku polîtîkayeke pergalê ye, dibe sedema zêdebûyîna kuştina jinan. Jin ji bo jiyaneke bi wekhevî, kolektîf û bêtundûtûjî wê li avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û bi azadîxwaziya jinan, eşkerekirina rastiyan, hilweşandina desthilatdariyên dewletên mêr dewam bikin. Lewma em jin em ê her tim li qadan bin.’’