Hejmara Çileyê ya Newaya Jin: Jinên berxwedêr wê her hebin!

Hejmara meha Çile ya Kovara Newaya Jin a mehane ya jinan a li Ewropayê tê weşandin, bi sernavê, "Jinên berxwedêr wê her tim hebin” derket.

Newaya Jin di hejmara xwe ya nû de balê dikişîne ser wê yekê ku meha Çile ya sala 2013’an weke meheke reş derbasî dîroka Kurdan bûye.

Weke salên berê, îsal jî kovar di hejmara xwe ya Çile de balê dikişîne ser Komkujiya Parîsê ya Yekemîn a ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Bi taybetî balê dikişîne ser helwesta dewleta Fransayê, ku piştî 10 salan jî edalet pêk neanî û bi taybetî jî li hemberî "sûcdarên rastî" yên ku di bin navê "sirên dewletê" de hewl didin veşêrin.

Kovar diyar dike ku "Nêzîkatiyên dewleta Fransayê yên ji bo veşartina rastiyan di 23'ê Kanûnê de Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn encam da."

DEWLETA FRANSAYÊ NIKARE XWE JI VÊ DOZÊ RIZGAR BIKE

Ronahî Serhat ku yek ji nivîskarên kovarê ye, di gotara xwe ya bi sernavê "Hûn nikarin ji rastiyê birevin!" ku tê de qala Komkujiya 9 'ê Çileyê dike, balê dikişîne ser aliyên mînakdar ên jiyana şoreşgerî ya Sara, Rojbîn û Ronahî.

Ronahî Serhat bal kişand ser êrîşên avadaniya mêrsalar a serdest a li ser nasnameya jinê ya azad a di tevahiya dîrokê de û destnîşan kir ku jinên berxwedêr her tim hebûne û wê di dema pêş de jî hebûna xwe bidomîne.

Serhat da xuyakirin ku kuştina kujer Omer Guney bi armanca nixumandina lêpirsînê ye û ji dewleta Fransayê re got, "Komkujiya Parîsê lekeyeke reş e ku li ser dîroka Fransayê hatiye nivîsandin. Dewleta Fransayê nikare ji vê dozê bireve. Divê dewleta Fransa di zûtirîn demê de erkên xwe yên zagonî û berpirsyariya xwe ya siyasî ya li hemberî gelê Kurd pêk bîne."

WÊ TOL WERE GIRTIN

Di kovarê de cih ji daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona PAJK'ê, têkildarî 2'yemîn Komkujiya Parîsê ya di 23'ê Kanûnê de pêk hat û Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (M.Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil şehîd bûn, hat dayîn.

Di daxuyaniya ku bi navê "Faşîzm wê di hêrsa gelê Kurd de bifetisin" de hat bibîrxistin ku Komara Tirk cinayetên siyasî îxracî Ewropayê dike.

TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YA RADÎKAL

Nivîskar Hêja Zerya komkujiya 9 'ê Çileyê bi sernavê "Yên veguherin semfoniya azadiyê" girt dest.

Hêja Zerya got, "Sakîne kesayetên têkoşînê ne ku li dijî çand û kevneşopiya hatiye avakirin serî hildidin û vediguherin semfoniya azadiyê" û destnîşan kir ku, temsîlkirina cewhera nirxên jinê yên li dijî qirkirin û şikandinê, bi têkoşîna demokrasiya radîkal pêkan e.

Di hejmara yekem a sala 2023’an de; Gotarên werger ên Sakîne Cansiz a Nagihan Akarsel a di mehên borî de li Silêmaniyê hat qetilkirin û Aysel Dogan a di sala 2022’an de şehîd bû jî cih digirin.

EM Ê TI CARÎ DEST JÊ BERNEDIN

Hevseroka Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistan Sylvie Jan ji rojnameyê re axivî û 10 salên Komkujiya Parîsê bi kurtasî nirxand. Sylvie Jan ku 9'ê Çileyê wekî "Di jiyana min de mohra xwe hişt" pênase dike, bi rexne û pirsan ji dewleta Fransayê re dibêje "Em ê ti carî dest jê bernedin".

Sima Çirav di gotara xwe ya li ser Sakîne Cansiz de ku bi sernavê "Piştî Efsaneyekê" nivîsandiye de, wê wekî "jina zana ya ku stirîyên rê paqij dike, yê ku rê çêdike" bi nav dike.

Di kovarê de her wiha beşên kurt ên ji pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Jiyana min timî şer bû' hatiye berhevkirin. Gotara ku balê dikişîne ser rêwîtiya Sakîne Cansiz a li Şamê û heyecana hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî salên dirêj cara yekemîn bi sernavê "Xwe gihandina çavkanîyê" hate nivîsandin.

ŞEHÎDÊN XWERÊVEBERIYÊ

Nivîskar Yurdusev Ozsokmenler û Roza Meta li ser Asya, Sêvê, Fatma û Pakîze û gelek şehîdên ku di berxwedanan de bi pêvajoya Berxwedanên Xwerêveberiyê re bûne hedef nivîsîn.

Yurdusev Ozsokmenler, nexşerêya siyasî ya piştî sala 2013'an ku rê li ber Berxwedana Xwerêveberiyê vedike, xêz dike. Ozsokmenler sekna şoreşgerî ya jinên ku pêşengî ji berxwedana mezin re kirin wiha vedibêje: "Ew bi ruhekî fedaî yê bilind li cem gel sekinîn û heta kêliya dawî ya jiyana xwe li eniya berxwedanê sekinîn û bûn sembola jinên Kurd ên li dijî zilm, zordarî û tinekirinê li ber xwe didin."

Roza Metîna bal kişand ser pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a faşîst, qirker ên di Berxwedanên Xwerêveberiyê de û berxwedana mezin a jinan a li hemberî hemû êrîşên hovane kurteber dike.

SERHILDANA ROJHILAT

Nivîskar Nûjiyan Amed ku behsa serhildanên Rojhilat dike, balê dikêşe ser wê yekê ku li Rojhilat û Îranê serhildaneke dîrokî bi sernavê "Li dijî mirinê Jin, Jiyan Azadî" tê meşandin.

Nivîskar destnîşan dike ku her çendî rejîm hewl dide bi darvekirinan atmosfereke tirsê biafirîne jî wê paşve gav neyê avêtin, bi taybet jin wê bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" berxwedanê mezin bikin.

QULINGEK ENTERNASYONALÎST

Di hejmara Çileyê de gotara Dilzar Dîlok a bi navê "Di Destana Evdalê Zeynikê de qulingek Enternasyonalîst" û her wiha beşa yekemîn a rêzenivîsên Elîf Ronahî ya bi navê "Xwe afirandin dîrok e" ku dîroka jinê vedibêje, cih girt.

JI JÎNEOLOJIYÊ BER BI HUNERÊ VE

Kovarê di kategoriya jineolojiyê de yek rûpel ji nivîsa Elîf Kaya ya bi navê 'Girêdana bi bîranîna berxwedanê re' ku serpêhatiya kampeke fîlî ya li Elmanyayê vedibêje û gotara Bermal Çem a li ser girîngiya hunerê ya ji bo pêşvebirina psîkolojiya civakan vegot.

Hûn li ser malpera kovara newayajin.net dikarin xwe bigihînin hejmara nû.