KBDH: Şehîdên jin rêya me ronî dikin

KBDH’ê şehîdên jin bi bîr anî û got “Bi îrade û çalakiyên xwe rêya me ronî dikin. Em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.”

Konseya Giştî ya KBDH’ê  daxuyaniyeke nivîskî da û got “Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Meral Yakar (Kînem), Lale Çolak, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar  ên ku têkoşîn û berxwedana wan destanî bû, em di salvegera şehadeta wan de, wan bi rêz û minet bi bîr tînin. Wê tola ku em ê ji dewleta mêrserwer û faşîst bistînin jî dîrokî be.

Di rastiya pergala baviksalarî ya kapîtalîst de azadî û wekhevî bi awayekî jixweber nayê bidestxistin.

Rêya têkoşînê, helwesta ku dihat nîşandan, gotinên ku dihatin gotin û kirinên ku dihatin pêşxistin divê li dijî pergala baviksalarî ya mêtinger bûya. Dema mirov li ser vê rêyê jin be, ev tişt him hincetên têkoşînê, him astengî û him jî dijwarî zêde dikir.

Ne tenê hêzên pergala kapîtalîst a emperyalîst, di heman demê de kevneşopiyên feraseta serdest a mêr û zayendperestiya civakî jî divê bihata derbaskirin. Ew ê bi şoreşgeriya xwe ya bi coş, wê li ser vê rêyê bimeşiyana û li hemberî mirinê bûna.Ew neketin dudiliyê, wan ê şer bikira, rahiştina alê, ji bo azadkirina civakê çi hewce bikira, wê bi cih bianîna.

Hevrê Meral Yakar (Kinem) yek ji yekemîn şoreşgerên jin ên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê û yek ji yekemîn şehîdên jin e. Li Stenbolê 25'ê Çileya 1973'an de bi berxwedana xwe ya bi rûmet di êşkenceyê de şehîd bû.

Piştî sê salan hevrê Sakîne Cansiz (Sara) ku yek ji yekemîn şoreşgerên jin ên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, dest bi têkoşînê kir. Di zindanê de piştî gavên xwe yên ewil kete hundir; tif li rûyê celanda kir. Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 37 salan de ku têkoşîna azadiya jinê îfade dike, ji bo berxwedana li zindanê, îradeya gerîla ya li çiya û serhildanên di têkoşîna civakî de bû çavkaniya hêzê. Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de bi plana dewleta Tirk a faşîst, bi hevkariya MÎT û îstîxbarata Fransayê bi hevrêyên xwe re li Parîsê hatin qetilkirin. Wan bi bîr û baweriyên xwe yên pêşketî rê vekirin û bi cesaret meşiyan. Li dijî karaktera dij şoreşê ya mêtinger di têkoşînê de bûn xwediyê hişmendiya radîkal, rêxistinbûneke xurt û çalakiyên bi bandor.

Lale Çolak jî di 8'ê Çileya 2002'an de di rojiya mirinê de, bedena xwe veguherand çepereke berxwedanê bû û tevlî karwanê nemiran bû.  

Sêvê Demîr, Pakîze Nayır û Fatma Uyar; bi jiyana xwe ya ji bo azadiya gelan, berxwedana gelê Kurd ber bi xwerêveberiyê ve birin. Ev her sê jinên Kurd ên şoreşger i 4’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê tevlî karwanê nemiran bû.

Di demên dijwar û nediyar de bi hêza xwe ya biryar û pêkanînê ew têkoşiyan. Şerê wan cewherê xebata ku li hemû çeperên berxwedanê, di nava gel de, li zindanan, li çiya û bajaran dane meşandin diyar kir. Şervanên gotin û pratîka şoreşgerî bûn.

Di şopa wan de weke jinên şoreşger em zincîran dişkînin û her ku diçe mezin dibin. Em jî bi ruh, gotin û berxwedana wan ber bi şoreşa jinê ve dimeşin.

Em hevrêyên xwe yên pêşeng ên jin ên şoreşger ên di meha Çileyê de nemir bûn, bi rêzdarî, hezkirin û hesret bibîr tînin. Em soza xwe ya ji bo hemû şehîd û hevrêyên xwe yên şoreşê dubare dikin ku em ê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibin."