TJK-E: Em ê bi şoreşa jinan tola Parîsê hilînin
TJK-E’ê bal kişand ser komkujiya Parîsê û got, “Em ê bi şoreşa jinan tola Parîsê hilînin.”
TJK-E’ê bal kişand ser komkujiya Parîsê û got, “Em ê bi şoreşa jinan tola Parîsê hilînin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî got: “Tevgera jinên Kurd careke din li Parîsê bû hedefa êrîşa terorê. Ev êrîş 23’ê Kanûnê di saetên nîvro de, di dema amadekariyên bîranîna sê hevalên jin Sakîne Cansiz, Leyla, Şaylemez û Fîdan Dogan ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetîlkirin de, pêk hat.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di vê êrîşê de 2 kes bi giranî birîndar bûn û nûnerê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehme Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Piştre tetîkkêş di çarçoveya sûcên edlî de hate girtin.
Beriya 10 salan hevreyên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, em careke din bi qirkirina siyasî ya jinan re rû bi rû ne. Em di salvegera komkujiya Parîsê de dîsa bi komkujiyeke Parîsê re rû bi rû dimînin. Em ê rê nedin ku rayedarên daraza Fransayê vê komkujiyê veşêre. Em ê heta dawîyê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta Tirk a faşîst şerê xwe yê qirêj li hemberî jin û gelê Kurd ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, li kolanên Parîsê jî dimeşîne, em vê yekê baş dizanin û hûn jî dizanin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu eşkere kir ku Tayyîp Erdogan ne tenê li Tirkiye, di heman demê de hemû ‘terorîstên’ li cîhanê paqij bike. Dewleta Tirk a faşît bi gef û qetlîamên xwe hemû endam û alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) weke terorîst bi nav dike.
Jinên ku li Tirkiyeyê bi çewisandinê re rû bi rû dimînin û têkoşînê dimeşînin, weke penaberê siyasî tên Fransayê, lê rayedarên Fransayê berpirsiyariya xwe ya parastina wan penaberan bi cih naynin. Li hemberî zextên partiyên AKP-MHP’ê serî ditewînin û daxwazên penaberiyê qebûl nakin ku ya hevrê Evîn jî qebûl nekiribûn. Siyaseta di navbera Fransa, Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de li hemberî parastina hemû gelan tê kirin.
Em bi hêrs in, lê têkoşîna me ya ji bo dawîanîna qetlîaman bênavber bidome. Em bang li raya giştî ku baweriya wan ji demokrasî û azadiya jinê heye, dikin ku tevlî têkoşîna me ya mafdar bibin. Em ê têkoşîna xwe di bîranînên hevrê Evîn de bimeşînin. Erdogan şerê îmhayê ji Amedê heta Parîsê meşand.
Tola me wê bibe şoreşa jinan! Ji bo aştiya cîhanê, ji bo çareseriya siyasî ya li Kurdistanê û ji bo guhertineke kûr a di siyaseta navneteweyî de li Fransa û Ewropayê, şoreşa jinan ya yekgirtî hewce ye.”