TJK-E: Em ê hesabê van qetlîaman ji dewleta Tirk bipirsin
TJK-E'yê li dijî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da û got, "Em ê hesabê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bipirsin.”
TJK-E'yê li dijî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da û got, "Em ê hesabê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bipirsin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di demeke ku operasyonên leşkerî û siyasî yên li dijî Kurdan zêde dibin, faşîzma Tirk careke din MÎT li Ewropayê li dijî Kurdan xistiye dewrê.
Êrîşa ku îro li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat, encama vê polîtîkayê ye. Di 9'ê Çileya 2013'an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê ji aliyê MÎT'a Tirk ve hatibûn qetilkirin. Di sala 10’an a vê komkujiya siyasî de careke din qirkirin hate plankirin. Em ê nehêlin ku dewleta Fransayê vê êrîşê weke êrîşeke edlî binirxîne. Em hemû dizanin ku ev êrîş ji bo tirsandina Tevgera Jinên Kurd, sazî û komeleyên me û gelê Kurd hatiye kirin.
Dewletên Ewropa bi taybetî Fransa û Almanya li dijî polîtîkayên qirkirin û qetlîamên li ser Kurdan û bikaranîna çekên kîmyewî ti daxuyanî nedane û qanûnên gerdûnî binpê dikin. Dema ku mijar tê ser Kurdan, polîtîkayên zext û tirsandinê bi awayekî ne hiqûqî tên kirin.
Gelê Kurdistanê û dostên wan li hemberî van polîtîkayên qirkirinê têkoşîn û çalakiya xwe didomînin. Gelê me li hemberî nêzîkatiyên dewletên Ewropayê yên bêdeng mane û berpirsyariyên xwe bi cih neanîne bertekên xwe anîn ziman. Em îro careke din diyar dikin ku komkujî û hêzên li pişt wan diyar in. Ji bo ku Fransa vê qetlîamê ronî bike û hêzên li pişt wê bidarizîne, em ê tevî hemû saziyên xwe li qadan bin. Em hesabê van qetlîamên ku dewleta çete ya Erdogan li Ewropayê dike, bipirsin.”