Komeleya Jinan a Rosayê: Jinên Kurd dibin pêşengên şoreşê
Komeleya Jinan a Rosayê “Em berxwedana jinên Îran û Efganistanê silav dikin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan dest pê dike, tê wateya pêşengiyeke şoreşî.”
Komeleya Jinan a Rosayê “Em berxwedana jinên Îran û Efganistanê silav dikin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan dest pê dike, tê wateya pêşengiyeke şoreşî.”
Komeleya Jinan a Rosayê ku ket sala xwe ya 5'an, li avahiya komeyê civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Jinên ku endamên komeleyê ne, tevlî daxuyaniyê bûn û li ser navê jinan Seroka Komeleyê Adalet Kaya daxuyanî xwend.
Adalet Kaya, diyar kir ku komeleya xwe di 29'ê Kanûna 2018'an de ava kirine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Bi têkoşîn û hemû xebatan ligel ku mirov dikare bibêje tundiya mêr û dewletê kêm bûye lê li aliyekî din jî bi rêbazên cur bi cûr zêde bûye. Li cihê ku em lê ne, qirkirina civakê herî zêde di ser jinan re tê kirin, polîtîkayên şerê taybet jî herî zêde li Kurdistanê jin û zarokan hedef digire.
EM QETLÎAMA LI PARÎSÊ ŞERMEZAR DIKIN
Di sala dawîn de êrîşên li hemberî têkoşîna jinê zêde bûne. Me dê îro li vir bi hevalên xwe yên ku 4 sal in em bi hev re ne re li gel muzîkê pîrozbahî bikira û me yê belgefîlma 'Rosayê' ku derhêneriya wê Gulrîz Saglam kiribû temaşe bikira. Lê ji ber ku hevalên me di êrîşeke terorîst de li Parîsê hatin qetilkirin me bernameya xwe betal kir. Em xemgîn û bi hêrs in. Em van êrîşên li hemberî têkoşîna jinên Kurd şermezar dikin.
Di sala 2022'yan de jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê têkoşîna hiqûqî dan meşandin. Desthilatdariya ku mafê jinan binpê dike, dibe sedema kuştina jinan û polîtîkayek ji bo parastina jinan naafirîne wê çawa Makeqanûnê çêbike? Parêzvanên mafên mirovan û her wiha jinên ku mafê xwe ya azadiya ramanê pêk anîn an hatin destgîrkirin an hatin girtin û yan jî li kolanan lêdan xwarin. Ev desthilatdarî nikare Makeqanûnê çêke. Kesên ku makeqanûnê çêke di serî de jin û civak bi xwe ye.
DI SALA 2022’AN DE JÎ ŞÎDDETA LI SER JINÊ ZÊDE BÛ
Di sala 2022'yan de ji hêla dewletê ve li her qadê jin bi şîdetê re rûbirû man. Îsal rojeva herî girîng jî girtîgeh bû. Bi taybetî Garîbe Gezer şîdetê ew ber bi xwekuştinê ve bir, pêvajoya hiqûqê ya ku bêehlaqî hat meşandin birînek mezin vekir. Çalakiyên 'Nobetên Edaletê' ya ku di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo hemû girtiyên nexweş hatî destpêkirin girîng bû. Li Amedê û hemû bajarên Kurd lê dijîn ji hêla karmêndên dewletê û hêzên paramîlîter ve fihûş hat pêşxistin, tiryak hat belavkirin û şîdeta zayendî hate zêdekirin. Dewlet jinên Kurd bi sîstematîk dike hedef û polîtîkayên şerê taybet dide meşandin. Ligel kuştina jinan zêde bûye, hejmara mirina bi guman a jinan jî zêde bûye. Em li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê pêvajoya hiqûqê dişopînin û têkoşîna xwe didomînin.
Êrişa zayendî ya li hemberî zarokan a bi destê dewlet û cemaatan pêk tê me dît û çawa li ser bûyeran tê girtin jî me dît. Ev mijar bi axaftina jina ku di 6 saliya xwe destdirêjî lê hatiye kirin derket holê. Peymana Lanzarote, li dijî êrişa zayendî ya li hemberî zarokan hatiye îmzekirin lê belê ev peyam jî wek Peyman Stenbolê bi rakirinê re rûbirû ye. Li Amedê di dozên êrişa zayendî de me dît ku sûcdar çawa bi gotina ‘daxwaza biçûkan heye' bereat dikin. Ev tişt nîşanî me dide ku hemû mekanîzmayên dewletê çawa nêzî bûyerên destdirêjiyê dibin. Gotina 'zarok û daxwaz' nîşaneya zîhniyeta tecawizkaran e.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM HER TIM LI QADAN BÛN
Bi sala ne em li dijî vê zîhniyetê têdikoşîn. Her wiha jinên ku li dijî vê yekê têdikoşîn bi tacîza daraz û polîsan re rûbirû dimînin. Bi destgîrkirin û girtinan dixwazin têkoşêr û parêzvanên mafên jinan bitirsînin. Rojnamegerên ku vê ferasetê teşhîr dikin jî tên girtin. Ligel zext û zordariyan jin dîsa li qadan, li kolanan û eywaneyên dadgehê têkoşîna xwe mezin kirin. Di sala 2022'an de polîsan êriş bir ser çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê. Dora çalakvanan hatin dorpêçkirin û çalakiyên jinan hatin astengkirin. Lê belê em her hebûn û em her li qadan bûn.
Herî dawiyê em dixwazin silavên xwe ji jinên Îranê û Efganîstanê re bişînin. Bi pêşengiya jinên Kurd serhildan dest pê kir û wek şoreşek berdewam dike. Îro li tevahiya cîhanê jin bi heman hestê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ mezin dikin û veguhestin felsefeya jiyanê. Li ku derê jinek rabe ser piyan, hemû jin radibin ser piyan. Em xwedî li berxwedana jinên Kurdistanê û yên cîhanê derdikevin û silav dikin. Jin jiyan azadî."