JIN
Hemû Nûçe
-
DAKB: Roj roja têkoşîna li dijî feraseta neheq e
DAKB’ê ku bertek nîşanê welatên Ewropayê da ku çima dengê xwe ji êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava re nakin û ji wan xwest ku helwesta xwe li dijî dewleta Tirk nîşan bidin. -
TJA’yê komkujiya dewleta Tirk li 3 bajaran protesto kir
Bi pêşengiya TJA’yê li 3 bajaran li dijî êrîş û komkujiya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat xwestin ku li dijî komkujiyê bêdeng nemînin. -
Cenazeyên Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê her du jinên pêşeng Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş ku di encama êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin, bi merasîmeke bi heybet li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişloyê hatin vaşartin. -
Jinên Başûrê Kurdistanê qetilkirina şoreşgerên jin ên li Rojava şermezar kirin
Jinên Başûrê Kurdistanê li Sekoya Azadî ya Parka Silêmaniyê bi daxuyaniyekê qetilkirina jinên şoreşger Yusra Derwêş, Leyman Şiwênş û ajovan Firat Tûma şermezar kirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan bidomînin. -
Kongra Star: Rîhan, wê bibe bi hezaran kes û ji nû ve şîn bibe
Kongra Star, qetilkirina Hevseroka Qantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş şermezar kir û sersaxî xwest. -
KJK: Pêşîgirtina li êrîşan bi berxwedanê dibe
Koordînasyona KJK'ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê bi tundî şermezar kir û got, "Çarenûsa gelê me û Rojava di bin rîskê de ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe divê em nehêlin derb li destketiyên me bêne xistin." -
RJAK: Em ê li ser xeta têkoşînê ya Yusra û Leman bin
RJAK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Yusra û Leyman ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Tirbêspiyê de şehîd bûn, bi bîr anî. -
Li Şengalê kampa Jineolojiyê
Jin ên ciwan ên Şengalê li gundê Solaxê di kampeke Jineolojiyê de li hev kom bûn. -
Surer: Em ê festîvaleke layiqî Sakîne Cansiz li dar bixin
Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz ya îsal wê di 23'ê Hezîranê de li Zurîhê bê lidarxistin. Hevseroka CDK-S'ê Selma Surer got “Em ê festîvaleke layiqî Sakîne Cansiz li dar bixin” û banga tevlêbûna festîvalê kir. -
TJK-E qetilkirina Yusra Derwêş şermezar kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşa ku tê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatibûn qetilkirin, şermezar kir. -
Festîvala Fîdan Dogan a 6'emîn hate lidarxistin
Di Festîvala Jinan a Fîdan Dogan de ku îsal cara 6’emîne hat lidarxistin peyama, “Ev têkoşîn wê bidome. Em heqîqetê dizanin. Edaletê pêk bînin” hat dayîn. Di festîvalê de gelek çalakiyên çandî hatin lidarxistin. -
Xeta serkeftinê ya jinan li Mihrîcana Zîlanê hat silavkirin
Di 17’emîn Mihrîcana Jinê ya Zîlanê de, peyama ‘’Em di xeta serkeftinê ya Rêber Apo de, di rêya berxwedanê ya gerîlayan û rêya têkoşînê ya jinan de bimeşin û bi ser bikevin’’ hat dayîn. -
Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn: Wêrekiya wê ji her kesî re bû mînak
Parlementera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr di 25'emîn salvegera bîranîna Sema Yuce de axivî û got: "Sema Yuce, bi wêrekiya ji jinên Kurd re bû mînak.” -
Festîvala Zîlan li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê dest pê kir
17’emîn Festîvala Zîlan a ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd (YJÎ-E) li Elmanyayê ve tê organîzekirin, li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Ji Kurdistanê ber bi Cîhanê ve” dest pê kir. -
YJA STAR: Sema tê wateya israr jiyana bi Rêbertî re
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê di salvegera şehadeta wê de Sema Yuce bi bîr anî û got “Em ê girêdayî bîranîna wan bin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.” -
YPJ: Em ê têkoşîna Avrîn bigihînin serkeftinê
YPJ'ê şehîd Avrîn Mahsûm ku demekê xebatkara Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê bû bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna hevrê Avrîn bigihînin serkeftinê." -
‘Avrîn, Axîn, Koçerîn û Roza li pey şopa Gûrbetellî û Xelîl Dagan bûn’
Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê ji bo bîranîna şehîd Avrîn Mehsûm, Axîn Amûdê, Roza Rênas Amed û Koçerîn Rojîn peyamek weşand û got: “Em ê mîrateya azadiyê ku wan ji me re hiştiye, teqez bigihînin serkeftinê.” -
PAJK: Şehîd wateya felsefeya me ya jiyana azad in
Koordînasyona PAJK’ê şehîdên jin ên pêşeng ku di meha Hezîranê de şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Di şexsê hevrêyên me de, em şehîdên şoreşa jinê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza zindîkirina xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ didin.” -
KON-MED’ê banga tevlêbûna Mihrîcana Jinê ya Zilan kir
KON-MED’ê ji bo Mihrîcana Jinê ya Zîlan ku wê 17’ê Hezîranê li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlêbûnê kir. -
Li Colemêrgê mirina bi guman a jineke ciwan
Li Colemêrgê jin a ciwan A.K.Y. bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
TJK-F: Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî Festîvala Jinên Kurd bibin
TJK-F: Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî Festîvala Jinên Kurd a 6’emîn a di 18’ê Hezîranê de bibin. -
Besê Erzîncan: Pêdivî pê heye ku yekîtiya jinan were pêşxistin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di bernameya Xwebûn de ya ku ji aliyê Arjîn Baysal ve di JIN TV'yê de tê weşandin de, qala têkoşîna jinên cîhanê kir. Erzîncan bi taybetî bal kişand ser dijwariya têkoşîna du sed salên dawîn a jinan. -
Jinan dowîza ‘Tecrîd dikuje, berxwedan dide jiyîn’ hilda, doz li wan hat vekirin
Li jinên ku par 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li Kadikoya Stenbolê hatin destgîrkirin, ji ber hildana dowîza “Tecrîd dikuje, berxwedan dide jiyîn” doz hat vekirin. -
Li Polonyayê bi hezaran kes ji bo kurtajê derketin kuçeyan
Li Polonyayê, li bi dehan bajar û bajarokan bi hezaran kes, ji bo protestokirina zagona kurtajê, roja Çarşemê derketin kuçe û kolanan. Sedema çêbûna xwepêşandan ew e ku jineke 33 salî jiyana xwe ji dest daye. -
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş hat berdan
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ku ev saleke bêhtir e di girtîgehê de bû, di rûniştina ewil a dozê de hate berdan.