TJK-F: Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî Festîvala Jinên Kurd bibin

TJK-F: Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî Festîvala Jinên Kurd a 6’emîn a di 18’ê Hezîranê de bibin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK) derbarê Festîvala Jinên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “10 sal berê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di 23’ê Kanûnê de jî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Emîne Kara (Evîn Goyî) hatin qetilkirin. Em 10 sal in têkoşîna heqîqet û edaletê dimeşînin. Yek ji parçeyê vê têkoşîna me jî Festîvala Jinan a Fîdan Dogan e. Me îsal vê festîvala xwe diayrî Evîn Goyî ya ku li Parîsê hatibû qetilkirin, kir.

Wê festîvala me ya îsal di 18’ê Hezîranê de bi şîara ‘Jin, jiyan, azadî’ li Qada Stalîngradê were kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî xurt tevlî vê festîvalê bibin.”