Jinan dowîza ‘Tecrîd dikuje, berxwedan dide jiyîn’ hilda, doz li wan hat vekirin

Li jinên ku par 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li Kadikoya Stenbolê hatin destgîrkirin, ji ber hildana dowîza “Tecrîd dikuje, berxwedan dide jiyîn” doz hat vekirin.

1’ê Îlona sala 2022’yan li çalakiya Roja Aştiyê ya Cîhanî bi destûr li Qada Îskele ya Kadikoyê hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de, li 100 jinên dowîzên “Tecrîd dikuje, berxwedan dide jiyîn” û “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hildane, doz hat vekirin.

HAT ÎDIAKIRIN KU DOWÎZÊN ŞER HILDANE

Polîsan ku jin dane ber pirsan, li gel ku li qada çalakiyê nîn bûne, pirs ji jinan kiriye ku çima dowîzên “Xelasî nîn e, li şer dewam” û “AKP, şer, gel aştiyê dixwazin” hildane û hat îdiakirin ku çalakî qedexe bûye.

Hêjayê gotinê ye ku, berovajiyê pirsên polîsan ji jinan kirine, ji ber berzkirina dirûşmeya “Tecrîd dikuje, berxwedan dide jiyîn” doz li jinan hatiye vekirin.

Rûniştina yekemîn a dozê, wê 21’ê Hezîrana sala 2023’yan li Dadgeha Ceza ya Esliye ya 17’emîn a Edliyeya Anatoliyayê ya Stenbolê bê kirin.