RJAK: Em ê li ser xeta têkoşînê ya Yusra û Leman bin
RJAK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Yusra û Leyman ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Tirbêspiyê de şehîd bûn, bi bîr anî.
RJAK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Yusra û Leyman ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Tirbêspiyê de şehîd bûn, bi bîr anî.
Duh balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbêspiyê-Qamişlo wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma şehîd bûn. Her wiha Hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û êrîşa ne rewa ya dewleta Tirk û her cûre êrîşên bi vî awayî şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye: “Em dubare dikin ku em ê li ser xeta têkoşîna gelê xwe ya ku rêya Yusra û Leman bin. Ev êrîşên terorî yên li dijî azadîxwazên gelê me, me natirsînin û bihêztir dikin. Êşa ku rêhevalên me kişandî, em ê ji bo zindîkirina vîna xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê û tûnekirina xeyalên dijmin bikin bingeh.
Bêguman hevrê Yusra û Leman gelek jinên xwedî îradeya azad û dijî xiyanet û dagirkeriyê perwerde kirin û rakirin ser xwe ku li pey wan li ser heman xetê têkoşîna wan berdewam bikin. Carek din qetilkirina jinên şoreşger ku bi carane li cih û welatên cuda cuda ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên pêkanîn şermezar û rûreş dikin.”