Xeta serkeftinê ya jinan li Mihrîcana Zîlanê hat silavkirin

Di 17’emîn Mihrîcana Jinê ya Zîlanê de, peyama ‘’Em di xeta serkeftinê ya Rêber Apo de, di rêya berxwedanê ya gerîlayan û rêya têkoşînê ya jinan de bimeşin û bi ser bikevin’’ hat dayîn.

17’êmîn Mihrîcana Jinê ya Zîlanê ya, bi şiara ‘’Jin, jiyan, azadî; Ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve’’ li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê hat lidarxistin.

Mihrîcan, diyariyê şehîd Evîn Goyî hat kirin. Bi hezaran jinên Kurdistanî bi cilên xwe neteweyî beşdarî mihrîcanê bûn.

Dostên Kurdistaniyan jî li mihrîcanê bûn. Bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Şehîd namirin’’ hatin berzkirin. Standên pirtûk û cil û bergên neteweyî hatin danîn. Qada mihrîcanê bi wêneyên şehîdên jin ên Tevgera Azadiya Kurd hat xemilandin. Alên ku nîşaneyên têkoşîna jinan in hatin vekirin. Wêneyê Şehîd Evîn Goyî li bi dikê ve hat kirin.

Panel li ser şoreşa jinan û destkeftiyên hat danîn û bi şûn de, li ber sirûda Ey Reqîb, bi deqeyekê rêz hat girtin.

Aktîvîsta YJK-E’yê Ayten Kaplan ku bi kurtî li ser jinan axivî, diyar kir ku di şexsê şehîd Evîn Goyî de ku li Parîsê hatiye qetilkirin, ew 17’emîn Mihrîcana Jinê ya Zîlanê dikin diyarî ji bo jinên şehîd ên têkoşîna ji bo şoreşê. ‘’

Piştre koma muzîkê ya Kevana Zêrîn û Hunermend Şeyda derketin ser dikê.

KJK: EM Ê BI BERXWEDANÊ TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN Û RÊBER APO AZAD BIKIN

Paşê peyama Koordînasyona KJK’ê hat xwendin. KJK’ê, bi peyama xwe bang li her kesî kir ku di xeta serkeftinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û bi berxwedana gerîlayan û têkoşîna bi israr a jinan, bi ser bikevin.

Di peyama KJK’ê de silav li berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: ‘’Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê Rêber Apo azad bikin.’’

 ‘BERXWEDANA JINAN MÎNA LEHIYÊ MEZIN DIBE’

Di dewama peyama KJK’ê de hat destnîşankirin ku bi berxwedana gerîla polîtîkayên dagirkeriyê bi ser neketine û li dijî pergalên dixwazin li koletiya jinan dewam bikin, têkoşîna jinan mîna lehiyê mezin dibe.

 ‘’EM Ê BI DIRÛŞMEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ LI TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’

Çîgdem Devran ku dawiyê li ser navê Piştevaniya Jinan a Ewropayê axivî, anî ziman ku Tevgera Jinên Kurd û tevgera jinên şoreşger a Tirkiyeyê bi hev û din re xurt in û got: ‘’Bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’yê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.”

Mihrîcan, bi guhdarîkirina li stranên hunermend Eylem Aktaş û Beser Şahînê dewam kir. Koma govendê derket ser dikê.

Koma Jin Ma’yê jî ku derket ser dikê, mihrîcan qediya.